Lehengê Dengbêjiya Kurmancî Şakiro- Adilê Evdile - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 2 ديسمبر 2025

Lehengê Dengbêjiya Kurmancî Şakiro- Adilê Evdile

Lehengê Dengbêjiya Kurmancî Şakiro-Adilê Evdie

 Pênûsa Azad22


Bêguman, çi kesê Kurd, bi taybet, kurdên kurmanc ku guhdarî stranên kurdî dikin, û bêhtirên kurdan xemxwer û hezkerên stran û dengbêjiya kurdî ne, wê ew kes li dengê hêja yê nemir, xudanê dengê bilbilî û zelal, dengê stranbêj Şakiro bihîstibe.

Kurdên kurmancaxêv, xweş guhdarî deng û stranên Şakiro dikin, lê tu agahî li cem wam nîn in ka ev stranbêjê zîrek, jêhatî û çeleng û dengxweş kî ye? lewra du camêrên, kurdên Bakur ku nivîskar û lêkolînevan in, rahiştine vî barî, ev babet danîne ber çavên xwe, jiyan û agahiyên bi nirx û girîng li ber destên xwe komkirine û di pirtûkekê de komkirine, ew herdu mamoste ev in:

1-Omer Guneş, parêzer e, ji navçeya Varto ye, Bakurê Kurdistan, niha li Almanya dimîne.

2-Ibrahîm şahîn, endizyar e, ji navçeya Varto, Bakurê Kurdistan, niha li Almanya dimîne.

Pirtûk di bin navê: Antolojiya dengbêjan de hatiye binavkirin, ji /640/ rûpelî pêktê.

Çapa yekem li Swêd, ISBN, hatiye çapkirin, sala/2018/an.

Herdu nivîskar, /18/ salan li ser pirtûkê xebitîne, geryane li şar û gundên Bakurê Kurdistanê, li metrebolên Turkan, li Ewrupa, kasêt danehev, hevdîtin bi stranbêj û xizmên wan re kirine, ji wan jî xizmên Şakiro, di encama kar, xebat û lêgerîna wan de, pir destkeftên bi nirx bi dest wan ve hatine.

Di pirtûkê de /272/ stranên şakiro komkirine, û ji hev cuda kirine, bi vî awayî:

- Stranên serhildanan /36/ stran

- Stranên evînî /185/ stran.

- Stranên xwezayê, ramanê, jiyanê /20/ stran.

- Stranên eşîran (Hozan) /28/.

Destan /3/.

Evan herdu nivîskar û lêkolînevan, çend pirtûkên din jî, di bin hemen navî de, pêk anîne, naveroka wan jî, dengbêjî, jiyan û xebata dengbêjên bakurê kurdistanê ye.

Bê guman, peyger, lêkolîn û daneheva stranan /18/ salan, lêgerîn û seredana bajar, gund û welatan, karekî ne hêsane, wext, dirav û bêhneke fereh jê re divêt, lewra ev herdu nivîskar, cihê rêzgirtinê û serbilindiyê ne, û çi karê bi vî rengî be, weha giran û bi nirx, bê alûzî û kêmanî nin e.

Yek ji wan kêmaniyên ku min dît, li gorî baweriya min, evan herdu nivîskaran, hemî gotin û nivîsandinên xwe, ji zaravê kurmanciya Bakur birine, û bi kar anîne, di nivîsandinên xwe de, çawa gotinên erebî bi hezaran derbasî nav zimanê turkan bûye, weha kurdên Bakur jî, wan gotinên erebî bi kar tînin, di baweriya wan de ku ev gotin kurdî ne.

Weku mînak, eve çend gotinên erebî ne, ku di lêkolînê de hatine:

Malûmat   :    Agahî

Eşîr          :         Hoz

Eşq           :        Evîn

Mewzû     :       Babet

Zyaret       :       Seredan

Hebandin  :     Hezkirin

Wefat       :    Mirin

Wesiyet    :   Qewêtî

Sewt         :   Deng.

Ev çend peyvên erebî, ku min hilbijartin, ji nav sedan gotinan, û himber her gotineke erebî min wateya wê bi zimanê kurdî diyar kiriye, lê hêjayî gotinê ye ku kurdên Bakur, gotina kilam, bi kar tînin, ango stran, weke ku bêjin: Kilambêj, ango stranbêj.

Tevlî van herdu nivîskaran, hin biyanî bi karê danehev û lêkolînan li ser wêje, folkilor û dengbêjiya kurdan xebat kirine, weke: Basîl Nîkîtîn, Rocer Lîsko û hinekên din, ji kurdan jî hin lêger û lêkolînevan weke Celîlê Celîl û Mihemet Gultekîn bi heman karî rabûne.

-Dibistana fêrbûna Dengbêj Şakiro

Çinku tu dibistan û fêrgeh li Kurdistan nebûn, her gêncekî xwestiba fêrî dengbêjiyê bûba, berê xwe dida mala dengbêjekî, û jê hînî stranan dibû, Şakiro jî /10/ salan, li mala dengbêj (Bedîhê Çavşûşe) fêrî stranan bûye, salekê jî serdestê dengbêj ( Mihemedê Xilxilê) fêr bûye.

Şakiro hin stranên xwe bi xwe efirandine, hûnandine û awaz ji wan re danîne, û hin stranên wî ji devê stranbêjan wergirtine, weke ( Evdalê Zeynikê) û hin gelerî ne,

-Pirtûka nehatî nivîsandin

Çinku tu nivîskar, dîroknivîs û lênûsên taybet, bi nivîsandina rûdan û cengan nebûn, ew bûyer û rûdanên şînî û şahiyan ku pêkdihatin wekû şer, pevçûn û serhildan, dengbêjan di hiş û serê xwe de, pêktanîn, dikirin stran û li koçk û dîwanan digotin, weha ji dengbêjekî digiha yê din.

-Dawiya jiyana Şakiro

Di sala /1971/ê de, Şakiro diçe Ewrupa, li nav revenda kurdî digere, stranan ji wan re dibêje û divegere Bakurê Kurdistan, lê nikare jiyana xwe berdewam bike, cardin, berê xwe dide Ewrupa, û demekê li wir dimîne, vedigere welatê Turkiyê, li bajarê Izmîrê bi cih dibe, û di sala/1996/an de bi bi penceşêrê nexwş dikeve û ji dinyayê koça dawî dike, li goristana ( Altîn daxê) bi axê tê spartin.

 

Lehengê Dengbêjiya Kurmancî Şakiro- Adilê Evdile Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 02, 2025 Rating: 5 Lehengê Dengbêjiya Kurmancî Şakiro- Adilê Evdie   Pênûsa Azad22 Bêguman, çi kesê Kurd, bi taybet, kurdên kurmanc ku guhdarî stranên kurd...

ليست هناك تعليقات: