BONEYA ROJA CÎHANÎ YA ZIMANÊ DAYIKÊ
SEÎD YÛSIF
Rêkeftî /17/11/1999/. Rêxistina UONSCO ragihand ku pabendiyê bi ahinga rojeke cîhanîyî taybet ji bo zimanê dayikê nîşan û bicîh bikin
Hizira vê ahingê weke pêşinyarekê bidestpêşxiriya ji alîyê hukûmeta Bangiladiş ê destpêkir, weke bîranîn û rêzgirtin ji bo komkujiya şagirtên ku di sala /1952/ê. Şehîd çûn li ser destên polîsên rêjîma Pakistanî yên ku xebat di ber danasînê bizimanê dayikê xwe de dixwestin
loma Komeleya giştî ya Netewa Yekbûyî xêrhatina vê hizrê kir, û biryar di sala /2007/ê de derxist, ji bo hemû zimanên yên ku miletên cîhanê pê diaxivin, û bikartînin parastî û pêkvejiyan bibin
di sala /2008/ê de û paşre ahingên
fermî bi
wê rojê destpêkirin û heta niha berdewamin
TEVGERA ZIMANÊ BINGALÎ
Sala /1947/ê de. Dewleta Pakistan ê ji du
perçeyên dûrî hev hat ragihandin, yek jê perçê dewleta Pakistana Rojava bû, û perçê
din Pakistan a Rojhilat bû, ya ku wek wîlayetekê bi Pakistana Rojava ve
girêdayî ma
Loma hukûmeta Pakistan ê ya Rojava di destûra
xwe de tenê zimanê Ordî nîşankir weke zimanekî fermî, û zimanên din qedexekirin,
lê li hember vê biryarê hukûmeta Pakistan ya Rojhilat doza danasîna destûrî bi
zimanê Binxalî weke zimanekî fermî xwest, lê mixabin doza wan biserneket
loma tevgera zimanê Bingalî wek tevgerek
siyasî ji rewşenbîr û çalakvan û siyasetmedaran û bi taybet şagirtên zankoya
Daka yê ya li Bangiladiş ê hat damezrandin, êdî kêşe û xwepêşandanên mezin û
fireh çêbûn
Rêkeftî /21/2/1952/ê. Mezintrirîn xwepêşandan
li zankoya Daka yê civiyan, lê polîsên rêjîmê şagirt ji hemû aliyan dorpêçkirin,
û hem bi mayinên duxanê û guleyan ew nîşankirin, û di encamê de gelek şagirt
birîndar bûn, û gelek şehîd jî ketin, lê li hember vê zordariyê berevaniyên
mezintir û xwepêşandanên ferehtir berdewam bûn
êdî ser dawî hukûmeta Pakistan ê neçar bû, ku
danasînê bi zimanê Bingalî bike, weke zimanekî fermî û duwem, ta ku di destûrê
de cîhê xwe girt
sala /1971/ê de. Pakistana Rojhilat wek
dewletek azad û serbixwe di bin navê Bangiladiş ê de hat nîşankirin
ZIMANÊ KURDÎ, KEVINTIRÎN ZIMAN LI CÎHANÊ YE
Ziman giringtirîn pêkhatîye li nik dîrok û
cografyayê ku nasnameya gelan nîşan dike, mixabin û cihê şermezariyêye ku heta
niha danpêdan( ji bilî başûrê Kurdistanê) bi zimanê heftê milyon Kurd li seranserî
cîhanê tuneye, loma hêjaye rewşenbîr û nivîskarên Kurd xebat û kar û berxwedêrên
mezin diber zimanê xwe de bikin, biaxivin, binivîsin, bixwînin. Di vî warî de
jina kurd rolek mezin, weke dibistanekê ji hezarên salan ve lîst û hem dilîze zarokên
xwe fêrî zimanê dayikê dike, û ev barê giran hilgirtîye
Di dema dawî de serokê demkî yê Sûryayê Ahmed
Eşşeri’ mersûmê nemra 13 e. Derxist, wek pênasînek dîrokî bizimanê Kurdî kir, birastî
gaveke başbû, lê giringe bi rengekî destûrî biryar pê derkeve, û bibe zimankî
fermî, û hem bibe yê hînkariyê û di destûra Sûryaya paşeroj de cihê xwe bigre,
loma xebatek mezin ji layên siyasîyan û hem nivîskar û ristivan û rewşenbîran
tê xwestin, ku xebatek bê hempa û bê rawestandin bikin, çi bi nivîsînên xwe, û çi
bi berhemên xwe ku bi zimanê dayikê xwe bikarbînin
Hesekê/21/2/2026

Tu her afirîner û berhemdar bî Delalo
ردحذف