LEHENGA KURD TÛHFA GUL-SEÎD YÛSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 6 مارس 2026

LEHENGA KURD TÛHFA GUL-SEÎD YÛSIF

LEHENGA KURD TÛHFA GUL-SEÎD YÛSIF 


Şêr şêr e çi jin e çi mêr e

Di sala1881ê de Peymana Axal/akal ya di navbera Impratoriya Rûsî û dewleta Farisî di serdema Şahê Îranê Nasir Eddîn Qacarî de hat wajokirin weke encamekê ji têkçûn û şikestina Îran ê di cenga navbera herdû aliyan de çêbûbû.

Lê mixabin rêkeftinek kotek û zordar bû, di derheqê dewleta Farisî de, çimkî yek ji bendên wê peymanê hukûmeta Şah neçar dike, ku ji gelek navçe û gund û bajarok û herêman yên girêdayî bi dewleta Farisî ve vekşin, û radestî Rûsyayê bikin, yek ji wan: navçeya Qoşan, û gundê bi navê Feyrûza bû, yê nişteciyên wî bi resenê xwe Kurdin.

Êdî dema şanda Şah naverok û bendên peymanê radestî Mîr Husên Xan (Şûcaa Eddewle) kirin çimkî ew serwerê navçeya Qoşan bû, loma gellekî tengijî, û rabû serxwe û got: emê çawa ji

xaka welatê xwe vekşin û radestî dijminan bikin, ev xaka pîroz

ya min û brayê xwe, bi xwîna milletê xwe parastîye Êdî şerme, û

hezar carî şerme loma peyekî xwe şand gundê Feyrûza, ji bo vîn û nerînên gundiyan nasbike.

Nişteciyê gundê Feyroza civînek li mizgefta gund li darxistin, ji bo çarakê bibînin û yek rêz û yek helwest bibin.

Lewra kesayetê bi navê Sadiq Xan rabû serxwe û got: gelî mirov û birayên hêja, sê derfet li pêşiya me hene.

Yan emê ji xaka welatê xwe vekşin, û mal û xanî û zevîyên xwe radestî Rûsa bikin, û yan emê di bin sîbera alaya dagîrkeriya Rûsan de weke dîl û kola û bê rûmet bijîn, û yan jî emê serbilind bin, berevanî û berxwedanê di ber xaka xwe de bikin.

Loma mirovê bi navê Ayaz beg şipya sekinî, û bi hêrs û dengekî bilind got: rêyek tenê li pêşiya me heye, berxwedan û berevanîye mirina bi rûmet, û ne jiyana rezalet. Lewra ezê bi tena xwe şerbikim heta mirinê.

Araz(Aras) beg jî rabû û bi dengê bilind got: ezê bi Ayaz re heta mirinê bimînim herweha jina Ayaz beg ya bi navê TÛHFA GUL ew jî rabû û got: Şahê me yê belengaz xaka bav û Kalên me wê radestî Rûsan bike, êdî em neçarin berevaniyê di ber xaka xwe de bikin, heta mirinê.

Yan jî emê ji zarokên xwe re bibêjin, em newêrek û tirsonek bûn, loma me xaka welatê xwe ne parast.

Û bi vê şêweyê hemû rabûn û gotin: emê bimînin û şerê Rûsan bikin û bi yek dengî gotin: bijî Feyroza bijî Îran.

Û bi vî awayî nişteciyên Qoşan û Feyroza dest bi amadebûna xwe kirin ji bo şer û cengê, dijî kotek û zordarên Rûsan

Nêzîka /10/ salan şer berdewam bû, êdî Mîr Husên û gelek serdar

û ceneral û şervan şehîd çûn, hem Ayas beg û Aras beg hevjînê

Tûhfa Gul, herdu jî şehîd çûn.

TÛHFA GUL

Tûhfa Gul jinek ji Kurdên (Kurmanc) e. Ji gundê Feyrûza bû, yê girêdayîye bi navçeya Qoşan ve, li herêma Xorasanê dikve

Dîroka zayîna Tûhfa Gul ne diyare

Lê wekû min berê zelal kir ew jî yek ji jin û mêrên berz di nava hêza berevaniyê de ya dijî artêşa Rûsyayê şer dikirin.

Lê piştî Ayaz beg û Aras beg şehîd çûn, loma Tûhfa alaya berevaniyê hilgirt, û bû pêşenga hêzên bergirîyê, û herweha nav û deng pêket, û bû beriztirîn serok, û hem wekû sembola têkoşînê di herêma Xorasanê de cîhê xwe girt.

Lewra Tûhfa Gul sûnd xwar ku tola wan hilîne, loma gelek êrîş bikar anîn dijî navend û xalên leşkerên Rûsan, yek ji wan xalan êrîşa li ser keleha Baqir bû, di encama wê êrîşê de /20/ leşkerên Rûsan hatin kuştin, û gelek çek û gule jî bi dest xistin.

Tûhfa Gul rawestandin di jiyana wê de tune bû, tenê karê leşkerî û tekoşîn bû.

Loma herdem bi çek û rext bû rextek li newqa wê pêçayî bû û her milekî wê jî rextek pê alandî bû, û herdem li çolê bû   jiyana têkoşînê li nav çiya û newalan derbasdikir.

Çawa Tûhfa Gul hat girtin û dîl çû…?

Tûhfa Gul xemgîn bû hedan nediket dilê wê, ku çawa ew azade, û hinek hevalên wê dîlin, loma hewil da ji bo hevalên xwe yên birîndar li nexweşxaneya Aşq Abad ê rêzgar bike, lê mixabin dema derbasî nexweşxaneyê dibe, yek ji leşkerên Rûsan berê Tûhfa nasdikir, loma hat girtin.

Û herweha dadgeha Rûsî biryara heft sal surgunkirina wê ber bi

Sîbîryayê derxist.        

Ew welatê bi berf û qeşa û bahoz, li wê herêma sar jinek Îranî guhdan pêdikir, tevlî wilo Tûhfa nexweş ket loma biryara berdana wê derget, û bi tirênê ber be bajarê Aşq Abad hat veguhestin, lê berî mirinê Tuhfa Gul wesiyeta xwe eşkerekir: ku termê wê li goristana Feyroza, li nav gorên pakrewanên Feyroza û li tenişta hevjînê wê were binaxkirin. Êdî dema Tûhfa Gul giyanê xwe ji dest da loma wesiyeta wê bi cîh bû, û li goristana Feyroza hat veşartin.

Têbînî:

Keça nivîskar û ristivan navdar Kelîm Alah Tewehudî, ya bi navê Îran pirtûkek di derbarê jiyana Tûhfa Gul û têkoşîna wê dijî dagîrkerên Rûsan, bi zimanê Farisî amadekirîye

 


LEHENGA KURD TÛHFA GUL-SEÎD YÛSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 06, 2026 Rating: 5 LEHENGA KURD TÛHFA GUL-SEÎD YÛSIF   Şêr şêr e çi jin e çi mêr e Di sala1881ê de Peymana Axal/akal ya di navbera Impratoriya Rûsî û dewleta...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: