Bazirganê Kayê.
Muhemed Emîn Sadûn
Pênûsa Azad22
Ev e du rojin keftelefta ewran li asmanê deverê ranewestaye. Ewir dikelin
û nagirîn. Beledî vedidin û şeva tarî kirasê reşîtiyê diçirîne û cihê bêdengiyê
dadigire.
Di nava kelandina wan ewran de, roj li wî bûne sal. Ji ber gurmînan, xew
neketiye çavên wî de, ji aliyekî ve, ji ber şerqîna ewran, ew di xew de
diveciniqî û ji aliyê dî ve, ew kêfxweş dibû ji hatina baranê re. Nexasim, ev e
du sal bûn hişkesaliyê ew xwaribûn, bêzar û perîşan kiribûn.
Elî ew mirovê xizmetxweş, berî çar rojan bi termê xalê xwe re çû bû gund.
Ew bi xwe li bajêr karmend e û di kargeha çêkirina doşavê de kar dike. Lê berî
sê salan, ji ber endamîtiya wî di nava rêzên partiyeke kurdî de, ji kar hate
dûrxistin. Ji wê demê ve, tevî ku pişt re careke dî vegera ser karê xwe, lê li
gundê xwe hin pirojeyên biçûk vekirin.
Di ber xizmeta konê behîdariyê de pir westîya, ji xwe ji şevê dî ve
netebitîye û kemaxên wî erd negirtine. Niha dema zana sewalê wî ye.
Carê, her çaxa dereng radiza, telefona xwe bêdeng dikir, lê ji ber şeva
borî dereng raket, jibîr kir telefonê bigire.
Bi kaziba sibê re, dengê zengilê telefona wî, tevlî şerqîna ewran, ew ji
xew hişyar kir, berê rûyê xwe guhert. Lê zengilê wê careka dî lêda. Ew bêçar ma
û li ser çokên xwe ber pêve çû. Ew çavlixew bû û dengê wî destpêkê nas nekir.
Pêşîn behîdariya wî kir :Malava,
çawe te ez jibîrkirim!? Şerîf im, ji gundê Xirbê Bîrê.
Elî, lê vegeran; ser çavên min birayê Şerîf, hema xêr be, vê sibeha zû te
xewnek li me dîtîye?
Birayê Elî, ji xêrê pêve nîne, min xwest ez behîdariya te bikim û pirsa
hale we bikim. Bi rastî, tiştek dî jî heye, lê ez nikarim li ser telefonê
bêjim; ka bêje tu kengî valeyî ez ê bêm ba te.
Jêre got: roja înê bênvedana min e û tu dikarî
seredana min li gund bikî.
Dema telefon girt, ji xwe re got: çi karê vî camêrî
bi min heye û ew çi tişte ku li ser telefonê nayê gotin?Kete gumanan ku we heye
metirsî li ser jiyana wî hebe û ne dûre jî dezgehên ewlekariyê yên dewletê
gefan lê dixwin û ji ber vê yekê jî ewê ji min bixwaze ez wî derbasî Başûrê
Kurdistanê bikim. Ji ber piştî bûyerên (12) ê avdara 2004 ê, ew î zêdeyî deh
kesan ji malbata Şerîf derbas kirin. Lê dîsa ew li xwe vegera û got: na na eger
ev ba wê li ser telefonê bigota.
Li ber wî roj dirêj bûn û li hêviya roja înê ma.
Serê sibehê zû, hê ku roj ji xewê hişyar nebûyî, mêvanê wî giha gund.
Berî her tiştî kûr li rûyê mêvanê xwe nêrî. Ti nîşanên tirs û nexweşiyan
li ser rûyê wî nehatin dîtin, lê ji ber hatina wî vê sibeha zû. Ji ber wê yekê
jî, wî zanî tişteke giring di bin zimanê wî de veşartî ye û zû dixwaze bavêje!!
Şerîfê kelegerim xwe negirt, derî li ber axaftina wî girt. Xwest çîroka xwe ya pêre werimî derbike. Dest bi gotina xwe kir: Me tu
naskirî ku tu mirovekî xêrxwaz, nander û xizmetxweşî. Te gelek camêrî bi
malbata me re kirîye û em qenciya te ti carî jibîr nakin. Ji ber wê camêrî û
xizmeta te, me jî xwest em diyar bikin ku dunya ji qencan vale nebûye û vêca em
jî feydeyekî bidin te. ji ber vê yekê, ez îro hatime seredana we bikim û merema hatina xwe jî ji te re diyar
bikim.
Tu baş dizanî, karê min firoştina şînkahî ye û min jiyana xwe tev de di
ber vî karî de borandî ye. Ev kar min ji bavê xwe girtîye. Wexta min xwendina
xwe ya seretayî bi dawî kir. Xwedê dilovaniya xwe lê bike, bavê min emir da
haziran, min dev ji dibistanê berda û ez bûm malxwê malê. Di jiyana xwe de
gelekî westiyam û min pir ji karê xwe hez dikir, ji ber bêhna bavê min jê
dihat. Lê, ez mezin bûme û dixwazim hinekî xwe rehet bikim. Karekê dî li şûna
wî bikim. Ev karê nû min dayî ber çavên xwe sivik e û ji xwe karê bê ser milê
te hê siviktir e, Elî guhên xwe pêlkirine û guhdariya wî dike. Şerîf axaftina
xwe domand û got: Bira, tenê tê bibe bazirganê kayê, erê bazirganê kayê…seyîr
nemîne! û dema pêwîst tê hinek ka bikire. Camêrek wê bîst kîsan ji te re bîne û
her kîsek kêloyek e û tiştek nêzîkî yan mirov dikare bêje rengê ardî di wan
kîsan de ye.
Weke mamostayekî wanebêj hûrgiliyên karê ku wê bê ser milê wî jêre şirove
kir: dema te ka kirî, tê her şeleke kayê kîsekî di nav de veşêrî û tê wê kayê
ji min re bişînî gundê Xirbê Bîrê. Li
vir, karê te bi domahî dibe û karê min destpê dike.
Dema ew î ev gotin bihîst, pora wî bû sîx, çavên wî li hev siwar bûn û
çûne nîva serê wî.
Kêlîk çû û bêhna wî ber pêve hat. ji dostê xwe Şerîf re got: birayê
Şerîf, ev rengê karan li bejna me nayê. Şerîf gotina wî birî û got: xuya ye te
şaş fêm kir, ez jî nizanim çi di wan kîsan de ye? Lê, tu kesî nebihîstiye ku
min di jiyana xwe de karekê xirab kiriye!
Bi dilekê şikestî lêvegeran û got: Belê rast e bira, lê wek tê gotin
" me pez nedîtîye lê ma me bişkul jî di guherên xelkê de netîtine"
Birayê delal, em nizanin çi di wan kîsan de ye? lê wek tu didî diyar kirin û me
jî di jiyana xwe de gelek li ser bihîstîye; ev madeyên hişbir in. Keko,
Bazirganiya madeyên hişbir tawanên dijî mirovahiyê ne...bi kurtî, ev kar kêrî
me nayê!
Şerîf cardî nehişt ew gotina xwe biqedîne û got: Ez sozê didim te ku ev
kîsik li Rojavayê Kurdistanê neyên vekirin. Tu dizanî û min berî niha jî ji te
re gotîye; ka çawe gundê we li ser keviya sînorê Başûrê Kurdistanê ye, wisa jî
gundê me li tenişta sînorê Bakurê Kurdistanê ye û hinekî ji yê we nêzîktir e
jî, wek min sozda: ka çawe ev kîs wê dev girtî ji Başûrê Kurdistanê bigihin
destên te, ewê wilo dev girtî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Dawiyê Şerîf bi rûyekê tirş, xatir xwest û ji wê demê ve têkilîyên xwe bi
wî re birîn, tenê car caran birayê wî li Başûrê Kurdistanê yan telefona wî
dikir yan jê silav jêre dişandin. Çaxa birayê wî Lezgînê Heqî, telefona wî
dikir û jêre digot: Her demî behsa camêrî û pirojeyên te yên serkeftî dikim, ji
dost û hevalên xwe re dibêjim; ev camêr tevî derçûyê zanîngehê ye, û helbesteke
ciwan dinivîsîne, pêre jî çandiniyê li gorî sîstemên nû dike, çawe karîye li wî
gundê paşguhkirî, mêşgeheke nûjen a mêşên hingivîn damezirîne û kargeheke çêkirina mast û penîrî veke, û
berhemekê baş ji şîr û goşt bidest ve bîn e.
Sal çûn û sal hatin, bûyerên Sûriyê di sala (2011) ê de destpê kirin û
guhertinên nû li herêmê rûdan. Da'iş destê xwe danî ser bajarê Mûsil û Şingalê.
Ziyanên min gihandin xelkên deverê. Piştî şerekê giran ku çend salan vekêşa
Da'iş hat têkbirin.
Pişre, beryara rêfrandomê hat standin û amadekariyan destpê kir.
Şahî û ahengên rêfrandoma Herêma Kurdistanê lidarin û di nava gera wan
şahiyan de, ragihandin gerim bû û çav man ber bi nûçeyên dilxweşker ve.
Siyasetmedar û çavdêrên siyasî ketin qoşma gotinê û rewş şirove kirin. Hizrên
xwe derbarê rêfrandomê radighandin. Elî, ew mirovê welatperwer gavekî ji
televizyonê dûr nediket, simînar û panêl dişopandin. Ji nişkî ve dît va mêvanê
wan dostê wî Şerîf e.
Şerîf, wek Kewê ribat axivî: ez wek sekertêrê Partiya Rizgarî, daxwazê ji
gelê xwe dikim ku li dora beryara rêfrandomê kom bibin; serkeftina rêfrandomê
çarenivîsa gelê kurd li her çar parçên kurdistanê diyar dike. Ta rêfrandom serbikeve,
me pêwîstî bi serastkirina navmala kurdî heye û gereke partiyên me hev bigirin
û yekîtiya netewî ava bikin. Pêwîstiya me di vê derfeta dîrokî de, bi girêdana
kongirekê netewî heye....û pêde çû pir tiştên xweş diyar kirin. Dema wî
hevpeyvîna dostê xwe ta dawî dît, di ber xwe de got: ev berevanî xewneke xweş
e, lê, tenê rastiya wê di dilê wefadaran de dijene û di hişê merdan de digere.
Hate serê xwe bi tepa: eger serwerên me ev bin, xwelî li serê me gera û
emrê çûyî vale me berda. Ji wê rojê ve, nû têgiha; çima nanê wan timî dibû ceh
û garis?! Du rondikên ziwa ji çavên wî
hatin xwarê, di ber xwe de, bi dengekê şikestî got; îro sûk ya wa ye û xudanên
derewên berketî di bazara me de, bi fiyetekî baş, tên kirîn û firotin. Ji ber
wê yekê jî ji wê rojê ve, dev ji karê rêxistinî di nava refên partiyên siyasî
de berda û di nava qelşên xewnên xwe de gevizî, û wenda bû.

ليست هناك تعليقات: