Daxuyaniya Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa
Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û
nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên
Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn "6ê Befranbar 2725"
li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.
Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina beşdaran
kir, piştre xuleyek bêdengî li ser canê şehîdên Kurd hate rêzgirtin, digel
sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb).
Nivîskar Marya Ebas li ser navê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan li Ewropa gotarek pêşkêş kir, têde bal kişand li ser girîngtirîn
qonaxên girîng û çalakiyên Yekîtiyê hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welêt
ji damezrandina wê di 13ê Cotmeha 2013an de û heta roja lidarxistina konfrenas,
her wiha got ku 23 hejmarên kovara "Pênûsa Azad" hatine weşandin.
Piştre, Mamosta Sebrî Resûl, serokê nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan,
gotarek kurt pêşkêş kir û bal kişand li ser rola nivîskarên Kurd di bihêzkirina
hişyariya neteweyî de, her wiha piştgiriya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ji bo
Konferansa Yekîtiya Kurdî ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamîşloyê hatibû
lidarxistin û girîngiya çalakiyên hevbeş li gorî bendên Belgeya Qamîşloyê tekez
kir. Piştî vê yekê, gotarek pîrozbahiyê ji Birêz Şîfa Barzanî, serokê Revenda
Kurdistanî hate pêşkêş kirin û piştgiriya xwe ji bo nivîskarên li dîasporayê
diyar kir.
Her wiha, di konferans de, çend peyv ji aliyê van nivîskaran ve
hatin pêşkêşkirin û di nav de:
- Peyva Nivîskar Guhar Mamo, seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd li
welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê, di peyva xwe de pêdagirî li ser hevkariyê û
têkiliyên dualî yên di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê û Yekîtiya
Nivîskarên Kurd li welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de kir.
- Mamosta Husam Ehmedî li ser navê Navenda Lêkolînên Tîşk gotarek
pêşkêş kir û banga lêkolînên zanistî û hewldanên hevgirtî ji bo parastina
zimanê Kurdî kir.
- Mamosta Seyîdxan Kurej bi zaravayê Zazakî yê Kurdî gotarek giring
pêşkêş kir.
- Mamosta Sadiq Şarnaxî li ser navê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û
Rojnamevanên Kurd li Sûriyê gotarek pêşkêş kir û behsa danûstandinên di navbera
her du Yekîtiyan de û çalakiyên hevbeş kir û got ku hêjî xwest heye li ser
berdewam çalakiyên hevbeş.
- Mamosta Serdar Caf, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanî li
diyasporayê, li ser navê Federasyona Nivîskarên Kurdistan li penahendiyê
gotarek pêşkêş kir û bal kişand li ser girîngiya yekkirina rol û çalakiyên
nivîskaran.
- Nivîskar û zimanzan Cahîd Kaplan li ser navê Komeleya Feqeyê Tîran
gotarek pêşkêş kir.
- Dr. Caso Wazîrî jî gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya nivîsandinê
û rola wê ya çandî kir.
- kurtepeyvek ji hêla Dr. Tahir Şerîd ve, profesorê zanîngehê hat
xwendin, têde bal kişand li ser girîngiya avakirina navendeke çandî ya Kurdî ku
ji bo lêkolînên zanistî û zimanvanî bixebite û tekezî li ser rola girîng ya
zimanê Kurdî di parastina nasnameya neteweyî de kir, pêdagirî li ser pêşkêşkirina
çareseriyên pratîkî li şûna gotina gotar û dirûşmên vala kir.
- Mamosta Şemal Pîran, nûnerê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), li
ser navê partiya xwe pîrozbahiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan kir.
Di dawiya çend peyamên pîrozbahiyê ji hejmarek partî, rêxistin û
kesayetiyên Kurd hatin xwendin, di nav de:
- Partiya
Demokrat ya Kurdistanê - Liqê Şeş
- Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê
- Partiya Demokrat ya Kurdistanê - Sûriyê
- Partiya Demokrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
- Partiya Demokrat ya Kurdistan - Îran
- Birêz Sebahttîn Aras, Serokê Komeleyên Komkar
- Komîteya Mihrecanê Helbesta Kurdî li Wolfsburgê ji aliyê Helbestvan
Hişyar La'lê.
- Navenda Lêkolînên Tişkê
- Komîteya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê- Qamişlo
- Konfederasyona Revenda Kurdistanî- Birêz Nader Doxatî
- Nivîskar Îbrahîm El-Yûsif
- Malpera Welatî Me
- Çend peyamên din yên pîrozbahiyê ji hejmarek kesayetiyên civakí û
siyasî.
Li dawiya konferans, civînek taybet bi amadebûna endamên Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistanê li Ewropayê, digel endamên nû, hate lidarxistin, bi
beşdariya Cêgirê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê helbestvan
EbdulSemed Mehmûd bi rêya înternetê, di civînê de, desteyeke rêveber ya nû hate
hilbijartin.
Biryar wisa ye ku di rojên pêş de, yekem civîn bo desteya nû bê
lidar xistin û têde Serok, cîgirê serok
û sekreter, û her weha ofîsên rêxistinî yên nûnerayetiyê, di nav de ofîsa
ragihandinê, ofîsa têkiliyên giştî, ofîsa çalakiyan û ofîsên din yên têkildar,
bêne destnîşan kirin.
Çileyê Pêşîn,27ê 2025
Befranbar 6ê 2725
Konferansê Çarê yê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanli Ewropa

ليست هناك تعليقات: