ŞEQAM-ÇIROK-BEHZAD QADIRÎ
- Ew
şeqamane heta niha jî di min de zîndî ne. Kolan di min de bûne demar û hin
caran serhildêrek tê de ji dayîk dibe û hin caran jî şehîdek tê de tê veşartin.
Di min de, di canê min de, di ruhê min de û ji wan çirkeyên ku jiyanê dikim, bi
hezaran hêvî jiyane û bi sedan jî mirine, niha jî dijîn û dimirin, dijîn û
dimirin.
Şeqam
ew kiribû bi helbestvan. Kolan ew kiribû bi çîroknivîs. Birîn ew kiribû bi
pola. Gelek bi rindî peyv dihatine ser devê wê, lê ew peyvane wizeya rawestanê
li ser kaxezê nebûn. Dixwast kesek peyda be da ku peyvan ji bo wê ram (kedî)
bike da ku di mêjiyê wê yê aloz de wunda nebin. Digot:
- Ew
peyvane tijî ne ji axavtin û behs. Dinyayek xeyal û wêne ne, wek nîştimanê ku
tenê peyvek nîne. Wek dayîk. Ez dibêjim şeqam, dibêjim kolan, tu jî wan bîne
nav mêjiyê xwe. Tu wan binivîse. Vebibêje. Bila bixwînin û xeyal bikin. Bila
bixwînin û di wan şeqaman de bijîn ku min tê de jiyan kiriye. Bila di wan kolanan de bimirin ku ez tê de hatime kuştin.
Hin caran min hest dikir ku berpirsayetiyek gelek mezin xistiye ser milê min û min şiyana hilgirtinê nîne. Peyvên wê hêşta germ bûn, wek dilê ajelekê ku ji nû ve hatî serjêkirin. Hilm jê radibû, wek xwîna nûrijiyayî ya qurbaniyekê. Peyvên wê wekî “ba” tu bi xwe re dibirî. Min çend caran di nav şeqaman de bi wê re kevir avêtin. Ez bi wê re reviyam û keftime xwarê. Heta ez çend caran
jî
birîndar bûm. Min seh bi germahiya xwînê dikir ku ji aliyê ranê min ve dihate
xwarê û diçû nava pêlavê min. Carê wisa jî hebû min seh bi germahiya destekê
dikir di nav destê xwe de. Digot:
-
Ruhê min di wan şeqaman de bi cih maye. Niha jî hestên min di wan kolanan de
evdal in. Qedeman lê nadin, li pey min digerin. Ez bi xwe jî niha li wir im,
nizanim! Belkî ez wunda bûbim yan ez wunda kiribim. Wek çawa min jî hin kes
wunda kirin yan ji min wunda bûbin. Yan ji me wunda kirin, em ji hev
veqetandin.
Şeqam!
Dinyayek hêvî xistibû hembêza xwe. Dinyayek hawarên bidîlgirtî tê de hatibûne
azadkirin. Êdî ewa şeqam bû ku nîştiman li ser zarê wê bû. Ewa şeqam bû ku bibû
çiya û hemase tê de dihate afirandin. Ewa şeqam bû ku bibû bi hêma û nîşane û
li ser zaran bû. Digot:
-
Şeqam ne tenê hêviya şax, belkî hêviya nîştimanê jî bû. Erê şeqam! Dengê me
bilind bû, me hest dikir di lûtkeya çiya de ne. Pêngavên me bihêz bûn, me hest
dikir nîştimanek di demarên me de ye. Dilê me xweş bû û pişta me gerim bû, çiya
û dol û deşt bi me re hevdeng bûn. Şeqam hem hevçeperê berevanî bû û hem jî
qada helmetê bû.
Piştî
axaftinên wê, ez fêr bûm ku hez ji şeqam bikim. Wek çiya. Fêr bûm ew ê ku
keviran diavêje, hejê bikim, wek pêşmerge. Kolan, avero, tirimpêl û ewa ku
bikare kesekî veşêre, ez jê hez dikim, wek nîştiman. Digot:
- Berê ew çetane tenê ji çiya û darên Kurdistanê ditirsiyan, lê niha ji şeqam û kolanên wê jî ditirsin. Ji dirûşman behecîbûn, ji “Jin, Jiyan, Azadi”yên me behecîbûn. Me kevir bi ser wan de dibarandin û me digot: “Kurdistan, Kurdistan, goristana faşîstan”. Hawar û dirûşmên me roj li pey rojê zêdetir ew rastî tirs û nigeraniyê dianîn. Dar û kevirên şeqam rabibûn.
Min
hest bi hêz û germahiya dirûşmên serhildêran dikir. Min hest bi tirs û
nigeraniya nav dilê dagîrkeran jî dikir. Min dianî ber çavê xwe: Komek kur û
kiçên serhildêr, rûyên wan ên veşartî û destên bi mist, di şeqaman de rû bi
rûyê dagîrker dibûn. Dirûşmên wan di guhê min de deng vedida: “Em xortên Pêşewa
ne, ji bo nîştimanê canfeda ne.” Ax Pêşewa li kuderê yî! Xortên te rabûne û
navê te di nav şeqam û kolanan de belav bûye. Digot:
- Ez
û ew, sibêzûyan digihîştine hevdu û me heta dawiya şevê şeqam û kolan
dadixistin, me agir hil dikir, me dîwar dixemilandin û me bi yên dinê re dirûşm
digotin: “Jin, jiyan, ranewestan, azadî bo Kurdistan.” Ey Xwedayê min, em çiqas
kêfxweş bûn. Herçiqas ji me dikuştin û birîndar dikirin, lê em bi kerb û kînên
zêde ve dirijiyane ser şeqaman û me hawar dikir: “Heta Kurdek bimîne, Kurdistan
jî dê bimîne.”
Ax
Kurdistana min! Kîjan ax (xak) bi qasî te xwîna xortên wê li ser hatiye
rijandin? Kîjan şeqam bi qasî şeqamên te berxwedan tê de hatiye kirin? Axo tu
kengê aram bigirî da ku ew xortên te yên newestiyayî bi te re aram bigirin? Ax
felek! Em heta kengê her ax hilkêşin û dayîkên me yên cergbir ax hilkêşin?
Digot:
- Me
sibêdeheke dinê dîsan hev girt da ku em şeqaman bihejînin. Ji nişkê ve li cem
min keft. Xistiyan. Min bi destê xwe şûna gulleya nav çavê wê keftî girt, da ku
xwîn nepeşke. Ax hevala min! Wê rojê li ser gora wê bûm, min bi xwe bi axê
spart û min ax avête ser termê wê. Me reş li xwe nedikir, me
tole hildida. Roj nebû caş û pasdar neyêne kuştin. Me goristan kiribû qada
lihemberderketin li dijî dagîrker, rast wekî şeqam.
Min bi wê re kevir avêtin. Min hawar kir. Min agir hil kir û li ser dîwaran nivîsî. Bi wê re reviyam û min êrîş jî kir. Bi wê re jiyam û mirim. Lê gelek dijwar bû bi wê re hevalê xwe yê wek bira bi axê bispêrim! Êş û xemên wê bo kesê nedihatine hilgirtin.
Tevahiya
laşê wê reş û şîn bibû û saçme (gulleyên tifingê) pê ve diveriyan. Digot:
-
Cudahiya seyê reş û spî nîne. Min çend rojan xwe bo wan veşart û min yek ji wan
ji malê anî derê. Min rast li şûna gulleya navçavê hevalê xwe, kevirek li eniya
wî xist. Ax tolehildan çiqas arambexş e. Herçiqas bi sedan gulleyên saçmeyî li
ser laşê min xistin, lê min hest pê nedikir. Ax ku tolehildan çiqas arambexş e.
Dûrwelatî
bibû, lê ruhê wê her li şeqamên Rojhilatê bû. Ew rojên borî her di nav bîr û
xeyalên wê de bûn ku şeqam di destên wê de bûn. Dirûşmên wê demê her li ser
devê wê bûn. Digot:

ليست هناك تعليقات: