KEÇA ROJÊ (MIZGÎN HESKO) Miş'elê Osman
di bahoza sirgûniya qeşagirtî de
şîn hat
Ronahiya helbestê hîn jî
di çavên wê de weke stêrkekê
di şevê de diçirûse
Ew çavên ku sî û du salan
Li ser pencereya welêt vekirî ma
Gelek caran di nav tîpan de
hêsrên xwe vedişart
Da ku name ji xemgîniya wê netirse
Gelek caran ji elendê re digot
Zimanê min jibîr neke
Biyanî dilê hişk
fêrî hezkirinê dike
Wê çaxê bi tîpên evînê
welatekî piçûk avadikir
...Mizgîn
vegeriya
Û di destên wê de
Arîya helbesteke nîvçe
Û gulek hîn ne çelmisiye
Keça rojê vegeriya
Ax li Şelhûmiyê xwe diçimîne
Keseran di nav tirabêlkê de
Dadiweşîne
Helbest li pey wê tên
Mîna çûkên bê hêlîn
Di nav bayê de li dengê xwe
Yê herî dawî digerin
Mizgîn tu bêdeng hatî
Darbesta rengîn di navbera me de
derbas dibe
Sivik mîna helbesteke razayî
Li ser baskên berbangê
Mizgîn mane te digot
Hêdî hêdî werin
Serê xwe deynin ser gora sar
Mane te digot
Hêdî hêdî find û şemalokan vêxînin
Me serê xwe danî
Lê me tu find û şemalok vênexist
Tenê helbest li ser gorê bibarin
Seydayê Cegerxwîn li ezmanê bêdawî
dinivîse
Tarî ye . tarî ye
Heyfa kirasê qedîfe

ليست هناك تعليقات: