BERXWEDAN JIYAN E - Yûnis Hemê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 1 ديسمبر 2025

BERXWEDAN JIYAN E - Yûnis Hemê


BERXWEDAN JIYAN E-
Yûnis Hemê

Pênûsa Azad22


Şesed salî berî zayînê, Hîrodot dîroknasê yûnanî di pirtûka xwe de ya dudiwan li ser jiyan û hişmendiya f'îlosofê yûnanî Îsob daxive û dibêje:  Îsob di pêşiya temenê xwe de bende (kole) bû. Lê zanyarî û hişmendiya wî di rojên pêşîn de ji temenê wî hate ber çavan.

Îsob mirovekî forma wî û bêpergaliya wî pir ne xweşik bû, çawa serê wî mezin û dirêj bû, bejn kin û zik tilêr bû, zaman pelt û çav şaş bû, bi hemî awayên xwe bê pergal û bengînî bû û ji ber rengê wî yê reş wek afrîkîyan jê re digotin Îsob ango (esyûbî), dema ku xwewacê wî ew anî firotinê bi du bendeyên dî re, mîrekî bi navê Gizînfon ew bazar kirin û ji xwewacê wan pirsî: Gelo ev çawa ne? û ji herdu hevalên wî re got hun çi karî zanin bikin, gotin em her karî zanin heman pirs ji Îsob kir got: tiştekî nizanim ji ber ku her du hevalên min kar ji min re nehiştin.

Bi vê bersivê Gizînfon naskir ku razek li pey heye.

Jê pirsî: baş e heger keysa te lê bê tê nereve? Ma te bihîstiye ku keysa çûkê rikeyê lê bê wê nereve? Dîse Gizînfon jê pirsî: heger ez karekî bidim ber te tê cihê ewlekariyê û behweriyê be? Got: belê ezê rastego bim, ger tu min bikirî yan na, forma te nexweşike, belê fîlosof mirovan bi hişmendiya wan dinirxînin ne bi reng.

Gizînfon nas kir ku Îsob mirovekî hişmend e, paşê ew kirî, dema çû malê xêzana wî ji forma Îsob ya nexweşik veciniqî û got: ev çi hovê qereçî te ji min re aniye?

 Lê Gizînfon got: na, na delala min, ew bi xwe westiyayê rê ye û pir hişmend e, tê pê re dilniya bibe û emê bi wî destkewlî bin. Îsob hat stûbarkirin bi miqatebûna baxê û bû cihê bawerî û ewlekariyê li ba mîrê xwe, ji ber vê yekê herdu hevalên wî lê bi gir û kîn bûn û çavreşî avêtinê û gelekî hewildan pilanan pê  bikin, lewra faq û davên xerab di rêya Îsob de vedan, navê yekî ji wan Agasobas bû, lê behre û hişmendiya Îsob çawa eşkere bû û derkete holê.

Carekê kodek hejîrên nû derketî ji Gizînfon re hatin, gote bendeyan van hejîran deynin ser masê kêlîkekê ezê dakevim serşokê canê xwe bişom paşê ezê hejîran bixwim.

Dema Gizînfon pişt da wan herdu bendeyên ku ew hevalê Îsob bûn hemû hejîrên di kodikê de xwarin, dema Gizînfon ji serşokê derket da ku hejîran bixwe, dît kodik vala ye, li wan nerî pê re herdiwan tiliyên xwe ber bi Îsob ve kirin û bi hev re gotin wî hejîr xwarine û bi qamçiyan li Îsob dan, derfet nedane Îsop berevaniya xwe bike û rastî bibêje, hema bi lez xwe avête ser herdu pêyên Gizînfon û maç kirin û got: kêlîkekê derfetê bide min, Gizînfon got: bêje bi lez, Îsob kodikek vala anî û tiliya xwe xiste qirika xwe û verişiya, got temaşakin, ka hejîr tê de hene ya na? Tiliya xwe ber bi herdu gelacan ve kir û got: bera ew jî mîna min bikin lê wana di pêşîn de erê nekirin li ser daxwaza Îsob, lê Gizînfon ew neçar kirin û got pêwîst e hun jî mîna wî bikin, dema ku ew jî verişiyan Gizînfon dît çawa perçê hejîran ji devê wan têne xwarê, wê gavê hişmendiya Îsob hat diyarkirin li ber çavan û bû mîna şêwirdarekî zîrek û zana ji bo mîrê xwe û navê wî deng veda.

Wisa Îsob bû fîlosofekî navdar ne tenê li ser asta bajêr, lê belê li tevahiya welêt bi giştî.

Carekê Qiralê Lîdya Krosis bi rêya şandekê gef li nişînên bajarê Samos xwarin û doza dana bacê li wan kir û got: Heger hun bacê bi aştiyane nedin min, ezê welatê we dagir bikim û rûspiyên bajêr tevan bikim dîl li ba xwe.

Wê hingê Kubox û zanyarên bajêr tev lev civiyan ta ku bigihin biryareke giştî çawa berevaniyê di ber welêt de bikin û arîşeyê bi aştiyane çareser bikin, yan bi çi awayî!

Bi giştî tevan dîtin ku artêşa wan lawaz e û nehemberî artêşa qiralê Lîdya ye, dîtin ku pêwîst e bi aştiyane welêt radestî qiralê Lîdî bikin.

wê hingê Gizînfon axivî û got: Çi raya we ye ku bendeyekî min heye pir hişmend û zana ye, danê sibê ezê wî bînim bera ew jî raya xwe bêje, ew dibe ku çareseriyeke din ji vê pirsgirêkê re bibîne, tevan erê kir li ser raya Gizînfon, roja dudiwan Îsob hate civatê di nava wan de rawestiya û got: gelî zanyaran kubox û rûsipiyên bajarê samos îro du rê li pêşiya we hene, yek jê di pêşîn de pir fireh hêsan û aram e, lê dawî tev xar, kelem û azarî ye, ew jî rêya ku em xwe bi aştiyane radestî neyar bikin, rêya din di pêşîn de tev zirav û teng e, tev zor û aloz e, lê li dawî firehî û xweşî ye, ew jî rêya berxwedan û berevaniyê ku em di ber welatê xwe de bikin, wê hingê raya tevan hate guhertin û berevanî di ber qada xwe de kirin biryar, bi mêranî êrîşkar şkandin, bi vê pilana hişmend Îsob deng pê ket, hat azad kirin ji bendayetiyê û bû şêwermendê qiralê welêt bi giştî. 

BERXWEDAN JIYAN E - Yûnis Hemê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 01, 2025 Rating: 5 BERXWEDAN JIYAN E- Yûnis Hemê Pênûsa Azad22 Şesed salî berî zayînê, Hîrodot dîroknasê yûnanî di pirtûka xwe de ya dudiwan li ser jiyan...

ليست هناك تعليقات: