Jiyannameya
awazsazê gewre Mihemed Elî Șakir-
Mes`ûd
Dawwd
Mihemed Elî Șakir hunermend
û awazsazekî bi nav û denge٫
di sala 1946z de li bajarê Dirbêsiyê yê dikeve Rojavayê Kurdistanê jidayik
bûye, û piştî bawernameya qonaxa lîseyê (amadeyî) bi dest dixe, li gel malbata
xwe berê xwe dide bajarê Serêkaniyê û li wir niştecî dibe, Serêkaniyê weke
bajar û siruşt bandoreke mezin li ser jiyana hunermendê gewre Mihemed Elî dike
û behreya wî ya hunerî geş dike û roleke serke dilîze di pêkhatin û bihêzkirina
dahênana wî ya hunerî de, çunkî Serêkaniyê xwedan siruşteke balkêşe û
ciwaniyeke dilgîre, dewlemende bi av û kaniyên xwe yên ku xêr û xweşiyê
dibexşînin li her cihî. Di nav wê siruşta bedew de behreya wî ya hunerî geş bû,
û bi demê re bû weke sitêrkeke hunerî û yek ji gewretirîn sembolên hunerî li
seranserî Rojavayê kurdistanê.
Hunermend Muhemed Elî Şakir yek ji berztirîn sitûnên huner û mûzîka kurdiye ji beşê duyemîn yê sedsaliya bîstan de û ta destpêka sedsaliya bîst û yekê de ji ber kar û ked û xebata wî di xizmeta gelê wî de û di vî warî de gelek berhemên bi nirx
pêşkêşkirine, bi kurtî em dikarin bêjin
kaniyeke hunerî bû. Ji destpêkê de jiyana xwe terxandibû di
xizmeta huner û mûzîka kurdî de, tevî êş, azarî, girtin û bardoxên sext ên ku
jiyana wî û xelkên herêm bi giştî tê re derbas dibû ma berdewam di karê xwe de,
û van bardoxan nikarîbûn îradeya wî lawaz bikrana, ma wefadar û dilsoz ji wê
rêka ku ji xwe re helbijart bû di xizmeta sitiran û kelepûra kurdî de.
kesayetiyeke bejinberz bû berdewam bi geşbînî li jiyanê dinerî û bi demê re bû,
xwedanê dibistaneke hunerî bû ku rehên wê ji kaniya kelepûr, mêjû, û hunera
resen av vedxwar, û herweha ji bîr û baweriyên mirovatiyê yên ronak û pêşketî.
Lewra berî ku helbestavan, goranîbêj, û awazsaz be ew mirov bû, hest bi hemû
rûdan û bûyerên ku li derdora wî diqewimîn dikir, û herdem bi bandor bû di wan
de û bi roleke erênî û bi awayekî aktîv di wan de beşdar dibû.
Jiyana wî ya hunerî û
berhemên wî
Hunermend Mihemed Elî Şakir jiyana
xwe ya hunerî di salên şêstî de yên sedsaliya bûrî de destpêkir, helbest
nivîsand, karê mûzîkê, goranbêjiyê û awazsaziyê kir, û li kêleka wan guhdana wî
bi gelek arezûyên dîtir jî hebûn wek nîgarkirinê, xweşnûsiyê, û herweha karê
mamostayetiyê maweyekê kir, û wî piştî bawernameya lîseyê (beşê zanistî)
tewawkir, xwendina xwe di (Ehliyet El-ta'lîm) an sefxas de berdewam dike li
bajarê Helebê, û piştre li zankoya Helebê (beşê zimanê Engilîzî) tewaw dike, û
dest bi dersdanê dike maweya çend salan, û di sala 1975 an de xêzandar dibe û
bi tewawî li bajarê xwe Serêkaniyê bi cî dibe.
Û eger em dîsa vegerin jiyana wî ya hunerî, emê bibînin ku di sala1968 an de dest bi nivîsandina sitran û awazsaziyê kiriyê, yekemîn berhem ku nivîsandiya û awazkiriye û sitiraye (ZEYNEBÊ) ye. Û pişt re berdewam dike û bi sedan sitiranan distirê û awaz dike heta berî koça dawî bike, gelek hunermendan jî ew sitiran bi dengê xwe gotine, û di pêşiya wan de birayê wî
hunermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir,
û berî ku koça dawî bike nêzîkî sed sitiranên ne hatine gotin li cem birayê xwe
danî bûn, ev tişt jî vê gotinê tekez dike:" kesê hunermend namire, bi
cestê xwe bar dike, lê hizir û ramanên wî dimînin".
Lewra, ji ber ku kesekî berhemdar û
dahêner bû, birayê wî Mehmûd şakir pir sûd wergirt ji piştevaniya wî û karîbû
bi saya wî û bi dengê xwe bigêje gelek civatên dervî Sûriyê, û herdûyan li gel
hev karîbûn dibistaneke hunerî ava bikin û mîrasekî mezin û dewlemend pêşkêşî
pûrtûkxana kurdî li sûriyê bikin.
Hejmara berhemên wî yên hunerî û kelepûrî
gihiştin (265) berheman, awaz û mûzîk ji gelek hunermendan re pêşkêş kiriye
wek: nemir Mihemed şêxo, Xoşnav tîlo, Şehrîbana kurdî, Gulîstan, Mistefa xalid,
û Zoya û h.w.d, û heweha helbestên gelek helbestvanê navdar
awaz kiriye mîna: Cegerxwîn, Seydayê tîrêj, Bêbihar, û hêjaye gotinê ku di hemû
babet û teweran de nivîsiye wek: civakî, netewperwerî, welatparêzî, mirovayetî
û bi taybet li ser jinê, evîniyê, welat, pêşmerge, şehîd, û hin bajarê ku li
ber dilê wî delalî bûn wek: Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Amed û Hewlêr. Û
heweha tevî ku awazsaz bû li gelek sitiranên wî yên bi navûdeng hene wî bixwe
ew sitirane wek: Rêwiyo, Gewrê,Yara zor ciwane, ber dilê min pir şêrîne, lolo
lawiko, ez keçikek kurdî me û h.w.d. û wek me amaje pê kir di pêşî de zêdetirî
(100) sitiranên wî ku hîn nehatine gotin mane li cem birayê wî Mehmûd Ezîz.
Hêjaye gotinê٫ hunermend Mihemed Elî Șakir yek ji damezrênerên komên NEWROZê bû di salên heștêyî de di sedsaliya bûrî de٫ zêdey wisa jî herdem di çalakiyên ku dihatin li darxistin li Rojavayê kurdistanê an ta li hindirê Sûriyê beşdar bû٫ di 2019 an de dezgeha ART Ya ragihandin û geşpêdanê xelata (bexşîn û dahênan)ê danê ji ber kar û keda wî ya pîroz di ber hunera kurdî de.
Pêkhatina kesayetiya
wî ya hunerî
Gelek hoker gihişin hev û pev re
kesayetiya hunermendê nemir Mihemed Elî Şakir ya hunerî avakirin û behreya wî
geș kirin٫ ew jî evin:
• Jîngeha
olî ya ku tê de jidayik bû û çavê xwe li jiyanê vekir: bapîrê wî melê mizgeftê
bû٫ Mihemed Elî di nav malbateke oldar de rabibû٫ rojane guhdarî li qurana pîroz dikir٫
û herweha hazir dibû li helkeftên olî yên gotin û herweha helbestên gewreyên
kurd ên kilasîk mîna Melayê Cezîrî di wan de dihatin xwendin.
• Hezkirina
wî ji mûzîkê re ji çûkaniya wî de: jê re bibû arezûyeke li gorî gotina wî٫ di riya Radiyo de an rûniştina wî bi dayika wî re li civatên
jinan, û wek em dizanin jina kurd ji sitiranan hezdike û herdem distirê eger li
hindirê mal be an li ser kar be nexasim wextên çinîn û paleyîyê.
• Ciwaniya
siruștê û cadûya wê ya dilgîr: bajarê wî Serêkaniyê yê ku lê niştecî bibû ji
destpêka xortaniya xwe de li gel malbata xwe pir balkêş û ciwane bi siruşta
xwe, çi bi kaniyên xwe an bi cihên geşt û gerê٫
ev tabloya han bû cêderke serke di dahênana wî de.
• Hokerên
azariyên jiyanê yên qurs û dijwar: Mihemed Elî wek kesekî kurd hemû bûyerên ku
li deverê çê dibûn dișopand٫
nexasim xebat û têkoşîna kurd li perçeyên kurdistanê yên dîtir٫
û heweha êş û azariyên gelê xwe û bê parbûna wî ji mafê netewî û mirovayetî٫ van hemû hokeran hișt ku hunermendê gewre Mihemed Elî pabend be
bi doza gelê xwe û bihêle ku hunera xwe têxe xizmeta doz û mafê wî yê rewa.
Koçkirina wî Hunermendê gewre Mihemed Elî Şakir di sibeha roja 24 kanûnayekê de sala 2020z de koça dawî kir û li bajarê Amûdê hate veşart in, jiyana xwe hemû bi danê û dahênanê
derbaskir, bi peteya korona li
nexoşxaneyeke Qamişlo jiyan xwe ji dest da, û di koçkirina wî de zimanzanê kurd
Diham Ebid Al- fetah got: " tiştê ku hunermend Mihemed Elî Şakir ji
hunera kurdî re kiriye wê her bimîne, tiştê nemir li gel birayê xwe hunermend
Mehmûd Ezîz şakir pêşkêşkiriye neyê ji bîrkirin, wek li Libnanê herdû bira
AL-Rehban hebûn em karin bêjin ême jî Al-Şakîran an AL-Ezîzan hene, li gel hev
xizmeteke mezin ji hunera kurdî re pêşkêş kirine". Û herweha
hunermend Omîd Silêman dibêje:" gotin nikarin wesfê wî
bidin, rehmetî dibistaneke bi rêkûpêk bû wek helbestvan, awazsaz û herweha
dengbêj û berî her tiştî wek mirov, hestê netewî û civakî her berz û balkêş bû
li cem wî, û ya herî giring hunera wî bi nirx û armanc bû"
Berî ku koça dawî bike pir êş û
azarî dîtin, nexasim piştî tirkiyê û çeteyên nandoz ên Sûriyê yên girêdayî bi
ser wê ve bajarê wî Serêkaniyê dagîrkirin, neçar bû û li gel malbata xwe dev ji
bajarê xwe bigerin û niştecîbibin li bajarê Amûdê, pir xemgîn bû ji ber tiştê
ku bi serê bajarê wî hat, li ber çavên xwe dît bê çawa xelkên bajarê wî bi
çolan ketin, beşek ji wan li kamp û bajarên Rojavayê Kurdistanê belawela bûn, û
beşê din sînor derbaskirin û berê xwe dan paşerojeke nediyar
Wêne-Mihemed Elî Şakir: Xelata 23yemîn Mihrecana Helbesta Kurdî sala 2017ê de


ليست هناك تعليقات: