Hin Rêziman - Ebdulhekîm Muhemed - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 17 فبراير 2026

Hin Rêziman - Ebdulhekîm Muhemed

Hin Rêziman - Ebdulhekîm Muhemed




P Ê N Û S A   A Z A D –  H I J M A R / 23 / 2 0 25

Nav

Nav karê aferîdeyên jîndar (kes, canewer) yan jî tiştan (tiştên şênber, raman, hest, bûyer, reftar, …) destnîşan bikê.

·       Azirîn û birayên xwe li gundê Girêpirê ê ku dikevê rohilatî bajarê Tirbespiyê dijîn.

·       Pêşmerge dixwazin herin qada şer ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Du cureyên navan hene:

1-    Gelempernav: (bira, qad, şer, gund, serxwebûn)

2-    Taybetnav: (Azirîn, Girêpirê, Tirbespî, pêşmerge, Kurdistan)

Navên taybet timî bi tîpeke girs (girdek) destpê dikin, lê navên gelemper bi tîpeke hûr (hûrdek) destpê dikin.

Cureyên navan

Gelempernav

Hemî aferîdeyan (kes, tişt, …) ên ku girêdayî bin bi heman cureyê, yan jî ji heman cureyê bin destnîşan dikin.

Mînak: min rahişt sîwanekê. (Sîwan) ji cureya giştî ye a sîwanan, yanî yek sîwan ji sîwanan teva.

Têbînî: Pir ji lêker û rengdêran karin bibin nav.

Mînak: Armanca me teva hatin e.

Tev li şer in, mêr, jin, biçûk û mezin.

Em karin gelempernav bi sê pîvanên bêlî rêz bikin.

1-    * Hejmartî: navên ku em karibin wan bijimêrin.

Mînak: nan, hêk û bacan pêdiviyê firavînê ne.

 * Çendî: tiştên ku bi kom û kulman bê û newê jimartin.

Mînak: ez çayê şekir û bê şîr dixwazim.

2-    * Saxnav an ku navên saxan (kes, canewer).

Mînak: zarokên taxê pisîk û keroşkan xwedî dikin.

 * Bêcanav an ku navên bê can (tişt).

Mînak: şagirt pirtûk, lênûs û pênûsên xwe diparêzin.

3-    * Razbernav an ku navên razberî, sewdanî û nexwiya.

Mînak: şarezarî û lehingî ji xortan re û spehîbûn û nazdarî ji qîzan re.

 * Şênbernav an ku navên şênberî û jîwarî.

Mînak: cil û bergên min di yane de ne û rûpelên min ser maseyê ne.

 

Zayenda gelempernavan

* Bi giştî navê kit ê nêr ''nêrkit'' bi tîpa ''î'' yê tê naskirin, û navê kit ê mê ''mêkit'' bi tîpa ''ê'' yê tê naskirin, û navê kom ê nêr û mê bi ''an'' tê naskirin. Ev tîp jî (î, ê, an) ji wan re tê gotin ''veqetandek'' ew jî timî li dawiya nav têne nivîsandin.

Şîrî vexwe.

Pênûsê bide min.

Xortan şer dikir.

 

Têbînî: Sebaret bi tîpa ''î'' yê, rastî ev tîp li gelek deveran nema bikar tê, tenê li hin navçeyan mîna devera Badînan ew bikar tê, lewma ezê vê tîpê bikar neyênim ji ber ku bihtirên deverên kurdî nema wê pêk tênin û ez bawer im ku wê di pêşerojê de ev tîp bê avêtin ji navên kurdî, û ev jî tiştekî durust e ji bo pêşketina ziman û rêzimanê.

Şîr vexwe.

Nan dipêjê.

Lê dema ku navekî nêr bi van her du cînavkên şanîdanê (vî, wî) re bê, hingî veqetandeka "î'' bikar tê, û li dawiya wî navî tê nivîsandin.

 -Vî şîrî vexwe.

 -Wî nanî dipêjê.

1-  Hemî gelempernavên ku aferîdeyên jîndar destnîşan dikin Zayenda wan bê guman e, ên nêr nêr in û ên mê mê ne, ku veqetandeka wan jî tu ne bê.

Nêr: bav, kur, bira, …

Mê: dê, keç, xwîşk, …

Nêr: beran, nêrî, keleşêr, …

Mê: mih, bizin, mirîşk, …

Bihtirîn canewerên bej û kedî navekî gelemperî didin bê ku zayend diyar bibê, her yek ji wan jî zayendeke xwe a taybet heye.

Mînak:

Nêr    /         Mê

Rovî   /         kevok

Şêr     /         keroşk

Ker    /         hirç

 

 

Di vê rewşê de em karin bi alîkariya rengdêra ''nêr'' an ''mê'' wan ji hev cuda bikin, bo nimûne:

Roviyê nêr, roviya mê.

Keroşkê nêr, keroşka mê.

Yan jî em karin rengdêrê berpêşî nav bixin an pêşgirekê bi ser nav bixin, êdî dê navekî hevedudanî pêk bê, bo nimûne:

Nêreker, maker.

Nêrekew, mêkew.

2-  Zayenda navên ku tiştine din diyar dikin ji bilî aferîdeyên jîndar.

Li vir, di vê rêzanê de veqetandek rola xwe dilîzê, ''ê'' ji bo mêkit, ''î'' ji bo nêrkit û ''an'' jî ji bo kom bikar tê.

Ji bo van navan emê bi ferehî li ser nêr û mê ên vî beşê navan rawestin.

Navên nêr

Bêguman, li goî rêzanê, veqetandeka ''î'' bi navên nêr re bikar tê û li dawiya nav tê nivîsandin.

1- Hemî navên ku tiştên şênber ên bel û bilind (hildayî) diyar dikin.

Mînak: Kaş, Kendal, ban, çiya, kevir, xanî, kon, dîwar, stewl, axur, sînor,

 kavil, zuxur, … td.

- Şêro kon(î) divedê.

Ji bilî van navên derêzanî: mal, kox, pir, avahî, girav; ev nav mê ne.

2- Hemî navên jimaran (jimarnav), ji bilî jimara ''yek'' ê, ji ber ku ew ji navên duzayend e.

Mînak: Du, sê, çar, pênc, …td.

 

- Di çardehî de meh geş e.

3- Hemî lajwerdên hişk, ji bilî ''cîwe, bafûn, kirom''.

Mînak: Zêr, zîv, hasin, pola, şib (tûnc), sifir (paxir),…td.

- Narê zêr(î) dikirê.

4- Hemî navên ku avên herikî destnîşan dikin, ji bilî ''solav, co, cok ''.

Mînak: Robar, çem, cobar, …td.

- Di vî çemî de masî pir in.

5- Hemî navên rengan (dema ku reng weke navan bi kar bên).

Mînak: Spî, sor, zer, kesk, reş, …td.

- Ez ji reş(î) hez dikim.

6- Hemî navên ku berhemên caneweran destnîşan dikin, ji bilî ''hêk, pirtik, hirî, liva, toraq''.

Mînak: Goşt, hestû, eyar, şîr, mast, penîr, nîvişk, çeqilmast, dew, hinguv, çerm, duhn, firih, tûk, rûn, lorik, …td.

- Tu şîr(î) dikelênê?

7- Hemî navên ku darên hişk destnîşan dikin.

Mînak: Dar, tîrek, dep, çuqlî, şax, …td.

- Vî tîrekî ji banê xwe re bêne.

8- Hin endamên laşê mirov ên derve (ên ku tên dîtin) û ên hindir(ên ku nayên dîtin).

Ên derve:

Mînak: Serî, çav, guh, zik, ling, pî, pê, mil, rehn, çog, sto, dev, zend, …td.

Ên hindir:

Mînak: Diran, ziman, daram, ra, dil, zirav, mêjî, hestû, ceger, …td.

 

-Diranê min şkest.

Têbînî: Di kurdî de hemwateyên bêjeyan pir in, li gorî zarav û navçeyan hemwate bikar tên, hin bêje bi du û sê hemwateyan in, heman bêje û hemwateyên wê hin jî nêr in û hin jî mê ne.

Mînak: ''çog'' nêr e, lê ''kabok'' mê ye, ''pî'' û ''mil'' nêr in, ''ceger'' nêr e, lê ''kezeb'' mê ye.

*Bêguman ev rêzan li ser endamên caneweran jî pêk tê.

9- Hin navên alavên serşok û pêjgehê.

Mînak: Kevçî, çetel, selahî, parzûn, lûfik, cezok, çeydan, qetremîz, kûz,

 şeh, xiştik, dembol, qelpax, gumgum, den, …td.

- Ka wî çetelî bide min.

 

Navên mê

Bêguman, li gorî rêzanê, veqetandeka '' ê'' bi navê mê re bikar tê, û navên mê ji ên nêr bihtir in.

1- Hemî navên ku tiştên kolayî, qul û pehn destnîşan dikin, ji bilî ''lat'' û ''gelî''

Mînak: Zinar, qul, kortik, ax, konçal, çal, newal, deşt, bîr, kanî, gol, derya,

 zerya, tengav, parzemîn, kendav, …td.

- Mişk kete qulê de.

2- *Hemî navên ku êwirgeh (war) û cihê kar û îş diyar dikin, ji bilî ''stewl, axur, xanî, kon''.

Mînak: Mal, kox, şkeft, xwaringeh, çayxane, fabrîke, kargeh, mizgeft,

 dêr, nivîsgeh, …td.

- Ezê di şkeftê de lêkolînan bikim.

 

*Hemî navên hevedudanî ên ku ji nav û paşgirên ''geh'' û ''xane'' pêk tên.

 meyxane, wargeh, …td.

3- Hemî navên ku navgînên siwarkirin û guhestinê destnîşan dikin.

Mînak: Tirên, tirimbêl, balafir, pîkab, bas, otomobîl, teksî, qeyik, keştî,

 gemî, tilifrîk, mitro, erebe, firoke, kelek, kamyon, otobîs, duçerx,

 duçerxe, lorî, …td.

          - Ezê bi balafirê herim Hewlêrê.

4- Hemî navên xaknîgarî (bajar, welat, çiya), ji bilî navên çeman.

Mînak: Kurdistan, Çîn, Qamişlo, Tirbespî, Amed, Mihabad, Kerkûk,

 Zagros, Bagok, Cûdî, Ararat, …td.

- Siruştên Kurdistanê bihna mirov fereh dikin.

Têbînî: Ev navên bihûrî, di xala çaremîn de, divê ku bi tîpên girdek dest pê bikin ji ber ku ew Taybetnav in.

5- Hemî navên ku heyînên ezmanî û tiştên ku jê têne xwar (dadikevine jêr) destnîşan dikin, ji bilî ''ezman, ba, ewr''.

Mînak: Roj, heyv, meh, baran, zîpik, berf, stêrik, çerx, felek, exter, teyrok,

 bahoz, babilîsok, pûk, xûsî, mij, …td.

- Tîrêjên rojê dijwar in.

6- Hemî navên ku dem û çaxan diyar dikin, ji bilî ''çax, dan''.

Mînak: Dem, bîstik, gav, demjimêr, havîn, buhar, payiz, zivistan, ro,

 heyv, meh, sal, sedsal, demsal, serdem, êvar, sibih, nîro, çirke,

 

 xulek, çarîk, şev, êvar, şemi, yekşem, duşem, adar, tîrmeh, …td.

- Di buharê de xweşî û nexweşiyên kurdan pir in.

7- Hemî navên ku bi êş, azar û birînan ve girêdayî bin.

Mînak: Êş, birîn, qemûşk, nalîn, axîn, nikîn, Azirîn, azar, qotik, ta,

penceşêr, …td.

 - Qotikê li sewalên min daye.

8- Hemî navên xwarinên pêjandî û hinek alavên pêjgehê û serşokê, ji bilî ''goşt, nan''.

Mînak: Savar, girar, birinc, hewdel, tirşik, mehîr, şorbe, merge, …td.

 Teşt, piyal, şûşe, qedeh, sarinc, cilşok, serşok, sifre, safok, stil,

 çekmeçe, kodik, beroş, eynik(nînik), tepsik, lalîk, kêr, kêrik, zerik, mersef, legen, mase, …td.

          - Tu tirşikê dixwê?

9- Hemî navên amûrên saz û mûzîkê.

Mînak: Tembûr, ûd, kemançe, bilûr, erbane, dahol, derbek, def, xişxişk,

 cimbiş, …td.

- Bi tembûrê şevbiwêrk xweş dibê.

10- Hemî navên ku nivîskeriste û tiştên nivîsgeh û dibistanê destnîşan dikin, ji bilî ''danîştek (kursî), pel''

Mînak: Pirtûk, pênûs, lênûs, jêbir, biroke, rastkêş, mase, balîşne, cendik

 (çente), kaxez, kedan, ketîre, şîrêz, pênûsdank, ximav, …td.

- Pênûsê ji destên xwe ne deyne.

11- Hemî navên çekan, ji bilî ''çek, şûr, gurz, doqik, bivir,

şeşperî, tivrik, tefşo''

Mînak: Demançe, gule, fîşek, top, tang, bumbe, tifing, mûşek, kêr, xencer,

 Tîr, rim, kevan, …td.

- Bi tifingê, pêşmergan şerê top û tangan dikirin.

12- Hemî navên ku avên aram destnîşan dikin, ji bilî ''delav''.

Mînak: Derya, zerya, gol, çal, bîr, …td.

- Ava golê girik e.

13- Hemî nav û tiştên girêdayî bi rêzimanê ve (tîp, hoker û cînavkan) dema ku wek bêjeyekê an jî weke navekî bikar bên.

Mînak: Rêziman, hoker, lêker, cînavk, tîp, ez, tu, xwe, kî, cem, çawa, a, b,

 f, ji, li, ser, …td.

- Bi tîpa ''r'' yê bêjeyekê pêk bêne.

- Di rêzimanê de her tişt girêdayî ye bi rêzanan ve.

14- Hemî navên ku bi ''yî, atî, tî, ahî, î'' bidawî bibin.

Mînak: Mezinahî, mêranî, keskatî, dirêjahî, hevaltî, biratî, …td.

- Di hevaltiyê de mirov malbateke nuh ava dikê.

15- Hemî lêkerên jêderî ên ku weke navan bikar bên.

Mînak: Birîn, kirin, jîn, vîn, mirin, vemirandin, çûn, …td.

- XWEDA vînê bidê me !

16- Hemî navên dar, geya û darikên tir an ku şîn, ji bilî ''pin, ceh, ra, qurm, geya, genim''.

Mînak: Dar, çîtik, qeram, garis, spîndar, simbil, dexil, pel, …td.

            - Ez darê av didim.

Têbînî: Ji bo libên hişk; dema ku liba genim, garis an jî ceh bê,

 

eger libeke tenê bê ew mê ye, lê ku kulmek bê ew nêr e an ku nêrkit e ne kom e, û bihtirê caran di rewşa mêkitê de bêjeya ''lib'' pê re bikar tê.

Mînak:

-Li vê liba genim binere ! Yanî, li vê genimê binere ! (ji libekê re)

-Li vî genimî binere ! (ji kulmek genim re tê gotin)

17- Hin endamên laşê mirov ên derve (ên ku tên dîtin) û ên hindir (ên ku nayên dîtin), ji bilî "çav, kîr, mû, ling"

Ên derve:

Mînak:

Mijgûl, mijank, birh, argûşk, lam, gerden, sîng, bêvil, difin, lêv,

tilih, navik, sîvanok, anî, qimçik, anîşk, pişt, kabok, finik, gunik,

patik, kabik, pehnî, gwîzek, neynûk, …td.

Ên hindir:

Mînak:

Rovî, kezeb, gurçik, mîzok, zengelor, xarik, bênahî, reşik, xwîn,

spîk, qirik, …td.

 - Pêşmrge xwînê dirijênin ji bo gelê Kurd.

18- Hemî navên mêw, şînî û sewzeyan, ji bilî ''tirih''.

Mînak:

Hinar, sêv, moz, bihok, tivir, sîr, pîvaz, xox, hirmî, mewîj, firing, dolmik, xirtik, bacan, pirteqan, kartol, qernebît, lihane, …td.

- Hinarê bixwe, ew pir bi sûd e.

19- Hemî navên ku hestên netewî, niştîmanî û azadiyê destnîşan dikin.

Mînak:

Niştîman, serhildan, serkeftin, berxwedan, aştî, azadî, pêşketin,

raperîn, yekîtî, serxwebûn, têkoşîn, netewî, netew, …td.

 - Bi berxwedanê emê bigihêjin mirada xwe.

 

Navên du zayend an ku nêtar (nêremê)

Ev jî hemî navên ku em karin wan hem nêr û hem jî mê bikar bênin.

Mînak: Mîr, dijmin, cîran, dost, heval, semyan, hogir, serok, serdar,

 Mamoste, qurban, gorî, yek, balyoz, kargêr, şahyar, beswan, …td.

Hemî rengdêrên ku weke navan bikar tên, ew jî nêtar in.

Mînak:

-       Mamosteyê wane şirove dikir.

-       Mamoste (yî) wane şirove dikir.

-       Ez ji vî hevalî hez dikim.

-       Ez ji vê hevalê hez dikim.

-       Serdarê leşker pişkinîn dikirin.

-       Serdar(î) leşker pişkinîn dikirin.

 

2- Taybetnav

*Taybetnav, kesekî an tiştekî tenahî destnîşan dikê û timî bi girdekê destpê dikê.

 

Mînak:

- Kamîran Bedir-Xan ji bakurê Kurdistanê ye.

- Ez ji gundê Girêpirê me.

*Taybetnav, navên kesan, bajar û welatan, gund û bajarokan, tiştan, … nîşan didê, lê ew navine taybet in ji wan kes û tiştan re.

 

3-  Delamet û cihê nav

 

1-      Karê bibê kiryar ; em karin bêjin ku ew timî dikevê berî lêkerê de.

Mînak:

Perî û Elend li hev dixin.

Alar bi çalepkan dimeşê.

2-      Karê bibê biresereke durust.

Mînak: Ew diçê dibistanê.

3-      Karê bibê biresereke nedurust.

Mînak: Min diyariyek ji Cûdî re kirî.

4-      Karê hokerekê, rewşekê şirove bikê.

Cih: ez dixwazim li dibistanê bixwênim.

Dem: ew vê sibehê giha gund.

Rewş: hino hino daxivê.

Navgîn: tê bi tirênê bê yan bi balefirê.

Armanc: bixwîne ji bo tu biser bikevê.

Encam: karekî serkeftî kirin.

Hegerî: ku xort tev koçber bibin, wê kî berevaniyê bikê !

Sedem: bi sedema hejariyê, ew koçber bû.

Buha: ev bi sed dolarî ye.

Pîvan: dirêjbûna te du mitro ye ?


Hin Rêziman - Ebdulhekîm Muhemed Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 17, 2026 Rating: 5 Hin Rêziman - Ebdulhekîm Muhemed P Ê N Û S A   A Z A D –  H I J M A R / 23 / 2 0 25 Nav Nav karê aferîdeyên jîndar (kes, canewer) yan ...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

هناك تعليق واحد: