BIHNA TE
Pênûsa Azad23
Tu zanî çi?
Tu bîrîkirina min a herî pîroz î!
Bîriya bihna bejna te, tiliyên te
Û porê te yê spîgewr jî dikim..
Canê min li her rojekê
Berve wan xewnên cangulî
Ji min dûr, dûr dikeve
Û mîna parsekjiya welatên pîr
Li ber rawestgehên hilmsar
Banga bihna te dikim
Parsa bihna te dikim, ey dînê min..
Her ku roj pîr dibe
Li ser destên şevê, hêviyên xwe kedî dikim
Û bendemanên keserkêş
Li rêçeriyên her stêrkekê diçêrînim..
Hemû kolanên stûliyan
Berê xwe didin rawestgeha bendewar
Û ez
Ji her rêwiyekî pirsa bihna te dikim..
Ku baran barî
Ji her dilopekê pirsa bihna te dikim
Ku şev pîr bû
Pirsa bihna te ji quncikên xewnan dikim
Û dibim rêwiya warê te yê ne naskirî
Berve rêçên bihna te gav
dikim
Carekê
Mîna mestên vî bajarê sar
Têwer bîranînên hevdîtinê dibim
Hemû alî dipelînim û dipelînim
Û careke din
Li rastiya nemafdar şiyar dibim
Hemû sozên xapînok
Ji buxçika xwe vala dikim
Û di nava lêvên bîrîkirinê
Tenê bihna te ya her zindî nenî dikim
.jpeg)
ليست هناك تعليقات: