KEÇIKA QEREÇÎ - LUQMAN YÛSIF
Piştî
ez di karmendiyê de gihiştim temenê xanenişînê,nema
êdî bi destpêka rojê re min kar û bara xwe ji çûna ser kar re dikir,û bê guman
roj bi roj bi valabûna demê hestiyar dibûm,û pê re jî fişarek derûnî li min
dihat kirin,lewra min da ber cavên xwe ku bi çi şêwe û rengî be pêwîste ez vê
dema xwe ya vala dagirim û rê ne dim reşbîniyê ku riya xwe di min re bibîne,û
piştî ramyariyek ne pir dirêj min da ber çavan di her dema xwe ya vala de herim
li çayxenekê de rûnim ,û dibe li wir ez û hin dost û hevalan rastî hev werin, yan na ezê dema xwe
li wir bi vexwarina çayê û qehwê û kişandina hijmarek çixare derbas bikim,û di
heman demê de ezê ji xwe re li tevgera nişteciyan temaşe bikim,nexasim ew
çayxaneya ku min dabû ber çavan,û destnîşankiribû ku ez dema xwe lê bibhûrînim
li ser kolana giştî diket û gelek hêsanbû ji min re ku bi zelalî li tevgera
kolanê temaşe bikim.
Bi
rastî û piştî demekê ku ji min re bûbû wek gerdîşek e rojane ji rûniştina li
çayxanê gelek wêne û dîmen di ber çavên min re derbasdibûn û car caran bi
rengekî neçar ez rastî hin pirsgirêkan dihatim,wek mînak ku her kêlî yekî
paresek li hember min dirawesteha, xwe dikûzand jibo ez hin dirav bidim dest û
ji xwe di vê dema dawî de li bajarê Qamişlo parsek ji hijmar diketin û parsekî
ji xwe re kiribûn karê rojane û her yekî ji wan bi şêweyekî ciyawaz parsdikir.
Hinan
ji wan parsekan didan ber riwên xwe ku ew dayîkên sêwiyane,yan jî bavên wa ne.Hinan
digot ku ew bi nexweşiyên giran in û ew hewcedarên çareseriyê ne.Hine din
digotin ku penaber û bê xwedî ne; û ji xwe şêweyê parsekiya wan ku hin kesan ji
wan xwe ker û lal dikirin,yan jî xwe seqet û kulek dikirin,û her weha yên xwe
dîno mîno dikirin nayên pesinandin!.
Ev
tev li rexekî û keçika qereçî ku berî du rojan di ser min re rawesteha û bi
şêweyekî ciyawaz doza diravan li min kir!.
Di
destpêkê de ez ne behwerbûm ku ew keç parsê dike yan jî wê derkeve qereçî,lê
piştî dan û sitandina di navbera min û wê de ji min re hate diyarkirin ku ew
parsê dike û qereçiye.
Bi
rastî piştî min baş lê temaşe kir û bejin û bala wê da ber awiran ew qiyafetê
wê ma di hiş û ramanê min de û ta evê kêliyê ji ber çavên min naçe:
Keçek
ziravî dirêj.Noq zirav.Çav in xezalî li ser.Rû girover û bi hin xalan xemilandî.Du
ebriwên mîna du kevanan.Biskên badayî di ber keviya desmalê re derketî.Du
keziyên hûnandî wek du reşmaran bi ser memikan re berdayî,û berstika nîv vekirî
ku dihişt coka herdu sing ji hev diveqetandin ne tenê li çavan dixist,lê belê
yek mest û gêj jî dikir,û ji xwe ew pozê bilind di ser wî dev masiyî re te
digot bi pirtikê şêwekarê navdar Davinşî hatiye nîgarkirin!.
Ji
ber pesnê li ser wê keçê ango ya qereçî zû bi zû bi dawî nabe ji lewma pêwîste
êdî ez gengeşa di navbera xwe û wê de bînim ziman:
-Navê
te çiye?.
-Navê
min Xifşê ye.
-Gelo
tu ji perîşanî dike parsê,yan ev ji yên wek te re li rewîşt û tîtalan vedgere?.
-Gumana
te çi be ne pirsgirêke.Ya giring ji min re dirav in.
-Başe
metirsî bi te re çênabe ku rastî hin Xwêdê ne nasan werî û destdirêjîyê li te
bikin?.
-Bi
hizaran jin li vî welatî destdirêjî li wan dibin.
-Başe
keça kubar,hîn tu di destpêka ciwaniya xwe deyî ku tu ji xwe re karekî bi rûmet
hilbijêrî ne paktire ji parsê.
-Hemî
kar bi parsê ve girêdayî ne.Karmend hemî dixebitin bi armanca bidestxistina
geza nan,û yê min jî bi heman armancê ye!.
-Ji
bîr neke ku cidabûn di navbera karê te û wan de gelek e.
-Ez
dixebitim jibo bidestxistina diravan,û ew dixebitin jibo heman armancê.Tenê ta
ew dibin karmend pir diwestihin û karê wan ne karekî azad e.Sebaretî min bi
hesanî ez diravan werdigrim û karê min di destê min de ye ango karekî azad e.
Piştî
çixarek ji nav pêsîra xwe derxist û pêxist û dûyê wê bi ser çavên min de berda
weha ji min re got:
Te
dema min gelek bir.Zû dana min bide min û min birêke.
Piştî
min dana wê da dest û ewê pişta xwe da min û bi rê ket,min weha ji xwe re got:
Xwezî
tu ne qereçî ba û temenê min jî çend salan bi şûn de vegerehaba.
2025

ليست هناك تعليقات: