Ala Kurdî-Ehmed Sofî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 14 مارس 2026

Ala Kurdî-Ehmed Sofî

Ala Kurdî


Pênûsa Azad23

! !, - - ! !, - - ! !, - -! !

Rengê te ji qews û qezehê hate rijandin

Deh renge li ezmanî li hev hate werandin

Pişt taviyê reştarî li min qîr û hewar e

Derbû, li me rû roj e bi tîrojê livandin

Sê reng e di çar tên e bi şahî û bi dîlan

Mestim te dibînim, li ber ba tête firandin

Reng sor e ji xwîna, me ez û bavê xwe qurban

Sed şoreş û hêlan, ku ji bona te gerandin

Sippî ku ji dil pakiye gelmerd û perîşan

Zernav di dilê min de bi şahî we diçandin

Keska, ji Xudê aleya her mîr, û egîdan

Rengê, niştîmana gelê kurd hate weşandin

Sed aferî min bo te ye ey aleya kurda

Mizgîn, li te va ey, Reqîb j`bo na te stirandin

Hêwa, te binûsê, tu ji mêj hêviya kurda

Cara, yekemê bû, li Mihabad tu hejandin

Qazî, ku ji ber te, xwe kirî gorî û qurban

Sed êl û eşîr leşker ji bûna, te bezandin

Bawer, tu li bavê netewa kurd, bûyî mêhvan

Dastane bi mêranî bi qurban nivîsandin 

Ala Kurdî-Ehmed Sofî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 14, 2026 Rating: 5 Ala Kurd î Pênûsa Azad23 ! !, - - ! !, - - ! !, - -! ! Rengê te ji qews û qezehê hate rijandin Deh renge li ezman î li hev hate wer...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: