RÊWÎ
FERÎD MEHMÛD EBDULA
Rêwîtiya ber bi cîhana bîranînê ve di jiyana min de bûye her tişt.
Ez êdî xema xwe nadim.
Ez ji her tiştê li dora xwe nefret dikim, ez ji xwe bêzar im ji ber
ku ez êdî nikarim rêya jiyana xwe li ser rêya rast diyar bikim, ez ji xwe bêzar
im ji ber ku ez ji rastiyê veqetiyam û ez di tariya siyê de bi tenê dijîm.
Ez ji xewnên xwe yên ku di kêliya jidayikbûna xwe ve dimirin
bêxeber im.
Ez êdî nikarim li bendê
bimînim.
Sal bi şevên xwe yên dijwar, bi kêliyên xwe yên dijwar ên bi êş derbas
bûn, dûrî welatê min û qonaxên zarokatiya min, dûrî bextewariya min a ku ji
dema ku ez hatim vî welatî, min tev winda kirin.
Di wê şeva sar de, ez bi tenê rûniştim, westiyayî û aciz bûm piştî
ku min roja xwe di nav keştiyan de derbas kir, tiştên ku ne yên min bûn li
bendera Lazkiyeyê hilgirtin, ji keştiyekê ber bi keştiyeke din ve diçûm, di nav
odeyên wê yên tarî û şil de.
Gewrîya deryayê û pêlên bilind ew hest di min de şiyar dikin ku ez
nikarim biryarekê bidim ku rehetiya min misoger bike.
Ez ne bi tenê bûm li wî welatî, ez bi xortekî Efrînî re dijiyam, ew
xortê dilrehm, esmer bû û çavên wî yên reş û geş bûn.
Ez bi tesadufî di kolanên Lazkiyê de rastî wî hatim, wî jiyana min
a dijwar bi min re parve kir, ew her şev li kêleka min rûdinişt, ji min re qala
bedewiya Efrînê, darên zeytûn û hinaran û ciwaniya xwezaya Efrînê dikir.
Carinan dema ku ji min re qala bîranînên xwe yên li Efrîn û evîna
xwe ya yekem li wî gundê biçûk ê herêma Efrîn dikir, digiriya. Ew ê zû bikeve
xewê, û xewnên xwe di nav dengê bajar û qirêjiya wî ya tirsonak de bi tenê
bihêle.
Ez ji te venaşêrim, hevalê min, ku ez jî digiriyam dema ku Qamîşlo
dihat bîra min, bîranîna wî xaniyê gundewarî ku ez lê mezin bûm û çawa min zarokatiya
xwe bi wê keça bedew a çavşîn re derbas kir.
Û dema ku cîhan li dora min teng dibû, te didît ku ez ji dîwarên
odeyê derdiketim, nizanim biçim ku derê. Ez di kolanên Laziqiyê de winda dibûm,
heta ku ez divegeram odeya xwe û hewl dida ku dorpêçê bi rûniştina li ser kursiyê
kevin ê li pişt maseya tepî û binvîsandina rojnivîskên (bîranînên)
xwe yên bi gotinên ku ber bi welêt ve direvin bişkînim.
Min hinekî birehetîyê dihîsam ji ber ku ew kursî bûbû mîna
hevalekî dilsoz ku ez xem û kulên xwe jê re bibêjim.
Biryara vegera welêt demek dirêj bû pê mijûl bûm, lê min newêrîbû
berî ku ez tiştê ku min dixwest bi dest bixim, ragihînim.
Carekê, dema ku em ji kar vedigeriyan, wî xortê Efrînî dema ku hin
tiştên xwe kom dikir ji min re got: Ma tu dizanî ku min biryar daye ku vegerim
welatê xwe, Efrîna xweşik?
Hûn difikirin ku helwesta min piştî bihîstina vê biryarê dê çi be?
ليست هناك تعليقات: