Hemîd Şengê:
Pesin
Ez qurbana te me
Were li ser gora min
Û rihê min hembêz bike
Ji ber ku ez di
Gora xwe de gerim bibim
Hişkatî ya jiyanê
Ez kuştim
Hema tenê kêlî yek
Were ji bo tu
Hest bide miin
Û bizanim jiyan xweşe
Wêne yê min
Li ber çavên min
Şikestî ye û min
Divê tu min biparêze
Lê ez hêvî dikim
Ji te li ber çavên min
Neke girî û nexweş
Nekeve ji bo
Dilê min neşewte
Û xwînê nebarîne
Ji bo kezeba min
Ne ye xwar
Xwidê tu çêkirî
Ji bo tu her dem
Şad û bextewr bibe
Û çavên te çêkirî ne
Ne ji bo tu rondika
Bibarîne lê ji bo
Birûska wan li pêş
Min ronahî bike
Û gava tu di meşe
Gul û rîhan û beybon
Di bin linigê te ve
Şîn dibin
Bi esmer ya te
Ya xwîn şîrîn
Te li dil vekerin
Sed birîn
Lê heman demî de
Te li dil kire dîlana
Eşq û evîn ye
Min daxwazî kî
Li cem te heye
Çinkû tu xwîn şîrînî
Min navê tu
Xemgîn bibe
Û tu nehêle çi kes
Bandorê li te bike
ليست هناك تعليقات: