Imranê Menteş-Helbest- Jiyana qeşeng - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 26 يوليو 2025

Imranê Menteş-Helbest- Jiyana qeşeng

 

JIYANA  QEŞENG

pênûsa Azad:H-21


 

Imranê Menteş

 

Eger hûn bixwazin jiyanek qeşeng

Divêt raperînek  bi rext û tiveng

Şeva reş bi dûmn, divêt roj hilê

Bi kar û xebatê bi top û bi tang

 

Bi sed partiyan ev  xebat maye şaş

Emê her bimînin bi êşên ne baş

Li binya beraşan  gelê Kurd dijî

Di bin dest neyarên bi hêrs wek qeraş

 

 Çima  em bi sed deng? çima ezezî?

Li jînê dimînin xwezî û xwezî?

Çima em xulam bin ji bo pîsneyar?

Dibin kalemêrê mişext  hizhizî

 

Ji zanan bixwazin felata  gelan

Ji dil hûn derînin şikefta kulan

Birayên bi rûmet, beranên leheng

De yek bin, çeper bin bi hevdin milan

 

....Neviyên şepalan, bi rextan û çek

Kurên Ristem ê  Zal  li Rexşê belek

Li kar bin, siwar bin li  Zîl û Hemer  

Ji nav xwe hilînin  xwedî  rîp û  dek

 

Kesê dexs  û sîxur  mejî bûye zeng 

Hevalên neyar in bi sed reng û reng

Xwedî rûmet û rêz bibin pêşewa

Milet zû şiyarkin li gel bû dereng.

2024

 

Imranê Menteş-Helbest- Jiyana qeşeng Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 26, 2025 Rating: 5   JIYANA  QEŞENG pênûsa Azad:H-21   Imranê Menteş   Eger hûn bixwazin jiyanek ...

ليست هناك تعليقات: