GEWREYÊ KURD HUSÊ MÛKIRYANÎ HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ 1883-1947z. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 26 يوليو 2025

GEWREYÊ KURD HUSÊ MÛKIRYANÎ HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ 1883-1947z.

 

GEWREYÊ KURD HUSÊ MÛKIRYANÎ
HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ
 1883-1947z.

SEÎD YÛSIF    Pênûsa Azad:H-21


 

HUSÊN KURÊ, ABDLETÎFÊ ŞÊX ÎSMAÎLÊ ŞÊX ÎSA YÊ ŞÊX LETÎFÊ XIZANÎ

Husên li gundê: BENDE GENDÎ Yê li derdora mehabadê, li rojhilatî kurdistanê dikeve. Di Roja 12 ê êlûnê, sala (1883) ê. Ji dayik bûye, weke ku D. ÎBRAHÎM XELÎL ALLAF. Diayr kirîye. Lê mixabin hinek jêder dibêjin, ku di sala 1893 ê di çêbûye.

Weke hûn dibînin, deh sal, kêşe heye, gello kîjan dîrok a raste...?

Ez nezanim! lê di bawerîya min de, a rast weke D. ALLAF diyar kirîye, ji ber çi Û sedem çî ye?

Li gorî agahiyan ew di sala 1905 de digihêje RÛSYA yê, di wê demê de temenê wî çend sal bû? Ez ne bawerim, ku zarokek, temenê wî /12/salî bi tena xwe dikare here, RÛSYA yê, ev çîrok nakeve, mejî yê mirovan, loma ez jî nêrîna D. Allaf rast dibînim

HUSÊN, di qonaxa jiyana xwe yî pêşîn de, li ber destê BAV Û XALANÊN xwe, fêrî zanistîyên olî bûye

DI qonaxa, jiyana xwe ya duyem de, Husên bi tena xwe dikoşe û dixwîne, xwe bi xwe fêr dike, ji ber ku ew kesayetekî zîrek û jêhatî bû... dest bi xwendina, dîroka kurdî dike bi kûrahî, û tore û ziman û zanistîyên nûjen û modêrn dixwîne

 

MÛKIRYANÎ: weke, kesayetekî evîndar û aşiqê koçberîyê tê naskirin, di hundurê nava wî de kelek germahî hebû, Agirekî vêxistî sar nedibû, weke VOLKANEKÎ çalak û herdem vêxistî. ne dihişt ew raweste, ji ber vê kelê ew bi çolê diket, û rêya rêwîtîyê Her dem li ber çavên wî bû: MARAXA, TEBRÎZ, YÊRÎVAN, Daku li MOSKO. paytexta RÛSYAYÊ rawestîya ...du sal ji jiyanax xwe, di nav bera... Bajarê MOSKO Û BUTRISBORGÊ derbaskirin       

 

Paşre HUSÊN çû turkîye û li bajarê îstanbul niştecih bû. Xwe hênî kolandin û nqşan li ser kevirên giranbuha, dikir ji bo jyana xwe pê debar bike.

Du sal ji jiyana xwe li wî bajarî derbaskirin.

Paşê MÛKIRYANÎ, serdana Îranê kir, û EFXANISTAN... HINDISTAN... SÛRYÊ LIBNAB MISIR HÎCAZ.

Tê gotin ku cillê EFXANÎ li bejna xwe dikirin, nasnama xwe pê vedişart, daku tu kes wî nasneke.

Mûkiryanî li hemû deverên kurdistanê geriyaye, û şopandîye, di wê hingê de ewî hemî dîtinên xwe, bi zimanê KURDÎ dinivîsin, û di Rojnameya KURDISTAN de Dihatin belavkirin ya li Qahîreyê di hat çapkirin. 

MÛKIRYANÎ carekedin koçber bû. lê vê carê ber bi EWROPA yê ve çû, weke dewleta Frensayê Û ALMANYA.

Di sala 1915an de, ew salên xerabî û astengî pirbûn bi Sedema cenga duyemîn ya navdewletî, ber bi BERLÎNÊ ve çû. Loma alava çapxaneykê ya tîpên erebî dibîne û dikire û ber bi HELEBÊ LI SÛRYÊ vediguhêze, êdî li gorî alfebeya KURDÎ ya tîpên EREBÎ çerx dike, ji ber vê yekê. dîroknasê KURD: CELÎLÊ CELÎL MÛKIRYANÎ: weke sazimankarê ALFEBEYA KURDÎ dide nasîn, lê hinek XELÎLÊ XEYALÎ sazimankr dibînin

 

Li HELEBÊ, MÛKIRYANÎ dest bi çapkirina kitêb û rojnama û kovaran dike. Lê bi rengekî veşirtî û bi dizî belav dikirin lê mixabin, desthilata FERENSAWÎ ew qedexe kirin, je ber ku ne dibin sîya bercewendî û sûdên siyaseta wê debûn. ji wan kovar û rojnameyan weke hatiye gotin: ARARAT...KURDISTAN... BOTAN... Çiyayê Kurmênc .... DIYARBEKIR.... SORAN.... lê mixabin, tu hejmar ji wan neman, û nehatine dîtin, ji ber vê yekê hinek kes bawerîyê bi hebûna wan nakin

Çapxaneya Mûkiryanî li bajarê Helebê heta sala /1925/ Berdewam kir

Lê belê dema agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîranê li bakûrê Kurdistanê di sala /1925/ vêket, di wê demê de Mûkiryanî çapxaneya xwe di navbera, Rawendoz û Bexdayê de vediguhest lê piştî nêzîkî /6/mehan careke din wê vediguhêze Rawendozê û navê wê dike zarê Kurmancî

Mûkiryanî weke kesayetekî ensîklopedîye: Lewra ew: torevan, ristivan, dîroknas, rojnamevan, zanyar, Hozan hunermend… tê naskirin.

Mûkiryanî jiyana xwe di bin astengî û aloziyan de derbas dikir. Hem belengazî, bê warî, geh li ber dadgehan, yan di zîndanan de bû

Hîç ew ne bûye xwedî mal û milk û xwedî kevanî, loma jiyana xwe bi giştî ji bo pêdivî û xwestekên millet û welatê xwe terxan kiriye, tenê can Fîdayê Kurd û kurdistan bû

Weke hatîye gotin, ew bi serbestî: zimanê Farisî, Erebî, Tirkî, Rûsî, Hindî, Efxanî, zanî bû ji bilî zimanê kurdî. Û bi zimanê Îngilîzî û Fransî jî xwe dimeşand

Mûkiryanî xwedî dost û heval bû, hemahingiyên wî bi gelek kesayetiyên navdar re hebûn weke: Mihemed Emîn Zekî Beg, Tewfîq Wehbî, Refîq Hilmî, Pîrê Merd Û Kamûran û Celadet Bedirxan beg, û herdu Kurdlociyên Rûsî: Filadîmîr Mînorskî 1877-1966ê de, Û Basîl Nîkîtîn 1885-1960î de.

Rêkeftî sala 1943ê de. Ber bi Bexdayê ve çû, li wir dimîne heta giyanê xwe ji dest da, di /21/9/1947/à de.

Pîştî jiyaneke kurt, lê belê bi xebat û kar û berxwedanê di ber zanistî û wêje û torêya Kurdî de dagirtî bû.

Mûkiryanî çapxaneya xwe, û bi dehan kovar û rojname û kitêb, hemû bi zimanê kurdî li pey xwe hiştin.

Êdî anha, peykerê wî li Rewandozêye, serê wî bilind û hevraz e. Ji bilî muzîxaneyeke bi navê wî avabûye, tê de hemû pêdiviyên wî weke: çapxane û tore û antîke û hemû hejmarên kovar û rojname û berhemên wî ji pirtûkan veşartî ne

            Aştî li giyanê afrandêrê mezin MÛKIRYANÎ be.

                                                                                                                         Hesekê /29/4/2020/   

المراجع باللغة العربية فقط:

١_ أ. د. إبراهيم خليل العلاف. المؤرخ حسين حزني

     موكرياني. مركز النور الإلكتروني للدراسات.

٢_المؤرخ الكوردي الشهير وقصة مطبعة كوردستان في حلب.

     مقال منشور في موقع مجلة آفشين الإلكتروني.

٣_د.مهدي كاكائي, المؤرخ والأديب الكوردستاني الكبير حسين حوزني موكرياني، مقال منشور على صفحته في. f.

 


 

GEWREYÊ KURD HUSÊ MÛKIRYANÎ HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ 1883-1947z. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 26, 2025 Rating: 5   GEWREYÊ KURD HUSÊ MÛKIRYANÎ HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ   1883-1947z. SEÎD YÛSIF     Pênûsa Azad:H-21   HUSÊN KURÊ, ABDLETÎFÊ ŞÊX ÎSM...

ليست هناك تعليقات: