SERHILDANA BEYANDÛRÊ 1923-1924z - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 25 يوليو 2025

SERHILDANA BEYANDÛRÊ 1923-1924z


SERHILDANA BEYANDÛRÊ
1923-1924z

pênûsa Azad:h-21

LUQMAN YÛSIF


Gundê Beyandûrê li rojavayî bajarê Qamişlo dikeve, û bi 5 kîlometran ji sînorê ku Turkan sazkiriye dûr e.

Ew gundekî ava ye; bi gir û çem e û riya giştî ya ku Qamişlo û Dêrikê dighîne hev di ber re derbas dibe, û her weha xêza hesin ya tirêna ku ji Tirkiya diçe Îraqê di bakurî wê re derbas dibe.

Gundê Beyandûrê rûpelekî sereke di dîroka Kurdistana rojava de digre, û di arşîva dewleta Firansa de jî hatiye tomarkirin, û yek ji gundên eşîra Hacî Silêmaniya ye ku malbata Ûsivê Hiso xwediyê wîne, û gelek şaxên eşîrên kurdî yên cûrbicûr ta niha jî gelek malbet tê de niştecîne wek: Seydan, Elîkan, Abasan, Dorikan, Zaxuran, Dilmemik, Mihelemî, û h.d.

piştî di sala 1920an ku Sûrya kete bin desthilata ferensî de, Firensa biryar sitand ku navendên xwe damezirîne, û yek ji wa yên sereke li ser girê gundê Beyandûr avabike, û bi vê bafîkê qesra Ebenê ji navenda xwe re hilbijart, û ev gund wek qaymeqamî ragihand û kesayetek ji bajarê Şamê wek qayimqam jê re da destnîşankirin, lê di bin serpereştiya evserê firensî liyotnan Rogan de bû.

Piştî qûnaxekê ji bicihbûna desthilata firensî li gundê Beyandûr, roj bi roj nakokî di navbera leşkerê ferensî û gundiyan de derketin ta radeyekê nema gundiyan dikarîbûn barê xwestekên wan hilgirin, û li hemberî kiryarên wan yên ne rewa gundiyan xwe li hev dane hev û biryar sitandin ku ew hewara xwe bighînin gundên derdora xwe ji bo kar û bara rûdana bi firensiyan re ku di encamê de wan ji gund bikin der, û gundên derdoran li ser vê babatê bi erkê xwe rabûn û bi wan re bûne beşdar.

Li ser serhildana Beyandûr ya ku di sala 1923an de rûda, kesayeta civakî ya hişmend û navdar û her weha xwedî hiş û bîrewer ku di demek ne dûr de çûye ber dilovaniya Xweda Ehmedê Hecî Îsa weha gotiye:

Piştî firansawiyan navenda xwe li gundê Beyandûr ragihandin û li deverê bûne desthilat di demek e ne dirêj de soz û biryarên xwe paşguh kirin,û li dijî gundiyan sitemkarî ji xwe re kirine armanc,wek mînak sepandina baceyên bihtirî ji pêkarînên gundiyan.Binçavkirin û işkenceya ne rewa,û ya herî balkêş û  sereke ku bû çirûska ragihandina serhildanê hewildana destdirêjiya li ser jinan, û di heman demê kuştina Ebasê Mihemed, û binçavkirina mamê wî Silêmanê Ebês ku serokê eşîra Dorika bû,û her weha kuştina Xelîlê Ehmê,û ziyana bi giranî gihandin birayê wî Evdo,evan kiryaran teva hiştin ku di sala 1923an de kar û bar ji serhildan û êrîşkirina li ser navenda Firensî bibe û di encamê were şewitandin,û qaymeqmê Şamî ku li gel çend leşkeran bê kuştin.

Li vir hêja ye gotinê ku bavê Ûsivê Hebûsê ku yek ji nişteciyên Beyandûr û ji eşîra Elîkan bû ku di destpêkê de agir berda navenda Firensawî.

Di dema rûdana şer de li gundê beyandûr, serleşkerê firensawî Rogan ji gera xwe ya nîgarkirina sînor li gorî rêkeftina Saykis-Pîko ji Eyn dîwerê vedgeriya, û li ber çemê Qîro ku dikeve başûr û rojavayê Tirbespiyê de rastî berxwedêrên eşîran hat, û piştî şerekî giran, Rogan û hijmarek mezin ji leşkerên wî hate kuştin.

Piştî evê têkçûna mezin desthilata firensawî biryar sitand ku navenda xwe veguheze Qamişlo û qijleya xwe li wir li ser mitikekî li hemberî bajarê Nisêbînê bi cî bike.

                            

HIN RONÎKIRIN LI SER VÊ BABETÊ

Gelek helwest û axftin li ser serhildana Beyandûr hatin ragihandin û bihtirên wan ji hev ciyawaz in.

MÎNAK:

-Derbarî dîroka rûdana serhildana Beyandûr hin dibêjin di sala 1923an de bû û hin jî dibêjin di sala 1924an de bû.

-Hin dibêjin Haco axa di gel hijmarek mezin ji çekdarên xwe beşdarî serhildana 1923a bûye, û li gor dîroka malbata Haco ew di sala 1926an de binxet bûne.

-Eşîra Cewala û her weha ya Hacî Silêmanan kuştina rogan bi xwe digrin, lê ya rast ew e ku ew bi destê Emerê Hesê Berekêt serok eşîra Bûtikan hatiye kuştin, û ji ber ew li Binxetê ji ber desthilata osmanî bazdayî bû, ewî nexwest kuştina wî bi xwe bigre, lê di vê dawiyê de ev rastî hate tekezkirin û meteryoza Rogan ku Emer bidestxistibû radestî mûzexana bajarê Nisêbînê kir.

Serhildana Beyandûr yek ji berevaniya gelê Kurd bû di ber xaka xwe de û ev serhildan bi xwe jî dibe dokîmentek li dijî regesperstan ku Kurd ji demek ne dirêj ve li vê deverê bi cîbûne.   

                                

    

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

SERHILDANA BEYANDÛRÊ 1923-1924z Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 25, 2025 Rating: 5 SERHILDANA BEYANDÛRÊ 1923-1924z pênûsa Azad:h-21 LUQMAN YÛSIF Gundê Beyandûrê li rojavayî bajarê Qamişlo dikeve, û bi 5 kîlometran j...

ليست هناك تعليقات: