Şoreşa ragihandinê û lezkirina guhertinan Nivîsandin: Ebdulcebar Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 10 مايو 2026

Şoreşa ragihandinê û lezkirina guhertinan Nivîsandin: Ebdulcebar Qasim

Şoreşa ragihandinê û lezkirina guhertinan  Nivîsandin:  Ebdulcebar Qasim


Wergerandin ji zimanê Erebî:

Birahîm Qasim

Pênûsa Azad 24

Şoreşa ragihandinê wekî hêmanek pêkhatî ya teknolojiya agahdariyê ye ku ji hêla komputerê ve hatî vehewandin, tevaya cîhanê wê dibîne ku teknolojiya ragihandinê pêşveçûna xwe ya teknîkî û rola xwe ya sereke û bandora xwe ya berfireh li ser asta cîhanê û mezinbûna xwe di paşerojê de dide diyarkirin, bê goman ev hemû bi saya komputer û mîkroelektronîkê ye.         

Bi karanîna berfereh a ragihandinê hêlişt pêwistiyek mezin bi karanîna komputerê çêbibe li seranserî cîhanê, ew bû alava herî girîng di xizmetgozariyê û diyardeyên civakî û rewşa cîhanî û azmanî.

Eger şoreşa zanistî û zanînê bû egera pêşxistina kompûterê û ferehkirina karînên wê, helbet ew kir ku pêşketinên mezin di warê ragihandinê de çêbibin.

 Her wiha dikarî alîkar be di pêkanîna mercên pêşxistina zanîn û zanistê de li seranserê cîhanê bê ku sînor ji bo wê werin danîn, bê goman rola herî girîng ya Satelîtê di nav van pêşkeftinan de bû û ya herî berbiçav bû, ji ber satelîtan cîhan bi toreke berfireh re di rewşên cihêreng de bi binesaziyek elektronîkî ve girêdide ku bi leza ronahiyê nûçe, dirav û daneyan dişîne her deverekê li cîhanê.

  Wesa van satelaytan sînor bi tevahî ji agahdariyan re derbas kirin.

Her wekî ku tê zanîn ku Satelayt tenê ji qatek nû ya rêbazên zanînê ye ku nirxa wê bi giranî di teknolojiya agahdariyê de ye û ev pêşkeftin di warê ragihandinê de tê berdewam kirin.

Di sala 1956'an de, yekem kabloya jêr derya li seranserê Okyanûsa Atlantîk hate dirêj kirin ku Ewropa bi Amerîka ve girêdide, û di heman demê de karîbû 26 guftogoyan veguhezîne.

Di sala 1966'an de dikarî 128 pêwendiyan di yek dem de navbera Emerîka û Ewropa de pêk bîne.

Di sala 1976'an de, kabloyek binê deryayê hate danîn ku dikare di heman demê de çar hezar bangan bigire û di sala 1988'an de yekem kabloya fiber optîk bi kapasîteya 40,000 di heman demê de li seranserê Okyanûsa Atlantîk hate dirêj kirin.

Di destpêka salên notî de, piştî bikaranîna satelaytan, li dinyayê bi qasî milyonek û nîv şebekeyên ku deng û wêneyan vediguhêzin di navbera parzemînan de çêbûn.

Niha zêdetir ji 2200 satelaytên di bin kontrola welatên rojavayî de hene û 840 peykên din jî dê di qonaxa bê de ji aliyê komek kompaniyên Ewropî-Amerîkî yên bi serkêşiya Teledisk ve werin danîn.

Di hevsengiya pêşkeftina teknolojiya ragihandinê de, binesaziya medyayî ya berfireh di warê berfirehbûna cîhê li seranserê cîhanê an jî di warê berfirehbûna aliyên cihêreng ên civakê - aborî, siyasî, çandî de mezin dibe û berfireh dibe.

Weha ji bilî deyardeyên dîtir

Jêr xana mîdayê sê beşên sereke li xwe digre:

Veguhastin - medya – kompîtur.

Berfirehbûna girîng di karanîna teknolojiya pêşkeftî de, ku rê li ber berhevdana darayî ya mezin vedike.

-  Bêtir tiştê ku jê re sermayeya organîk tê gotin, ango makîneyên ku şûna mirovan digirin.

Nimûneyên dirûnê, traktorên çandiniyê, barhilgir, torên elektronîkî, hwd.

Şoreşa teknîkî bû sedema şoreşek di veguhestina zanyariyan de li ser ezmanan li cîhanê, wek nimûne, veguhestina Pirtûkxaneya kongirisê Amerîkî bo her welatekî cîhanê de pêtiviyê 2000 sal e lê eger bi têlên sifir were veguheztin, dê 24 katijmêran de bi rêya têlên optîk û bînînê were veguheztin.

Yekem tora Înternetê di sala 1969'an de li Amerîkayê derket holê, ku bû gaveke mezin ji bo populerkirina civaka agahdar, herweha wê karî xwe zû bighîne her cihekî û kete rêza yekem a amrazeyê giring û bizwênerê piroseyî cîhangêrî û serhildana doxeya abûrî.

Bikaranîna Înternetê bûye sedema guhertinên bi kalîte di ragihandinên cîhanî de, ji ber ku ev tora zêdetirî 45 hezar torên xwecihî li hemû welatên cîhanê - 190 welat, li gorî statîstîkên kevin - ji bilî kes, kom, rêxistin, dibistanan dihewîne.

 zanîngeh, sazî, pargîdan, torên belaş, hwd.

Piraniya kompanyayan bikaranîna Înternetê xurtir dikin çimkî Internet hejmareke mezin ji pêdawistiyên cîhanê û kompaniyan asankarî peyda dike, di firotinê de gihîştina armancên wan hêsan dike, firoşkar, kiriyar û kiryaran teşwîq dike, rêberiya wan dike û agahdarî diguhezîne, her wiha pirojeyên hevbeş ji bo vekolînên pêşketî da nûkirin û pêşxistina hemû coreyên berheman bikaranîna belgenameyên elektironîk û wergirtina zanyariyan ji bingihên xwe yên taybet, û ferhkirina pêwendiyên bazirganî û seredana bazarên cîhanê û damezirandin û amadekirina girêbestan li ser toreya ragihandinê kengî û li çi  deverê be, wesa çendîn xizmetgozariyên cûrbecor bi hêsanî pêşkêş dike û pêwendiyan bi şêweyê nehevseng diparêze.



wate her du aliyên peywendîdar pêwist nake ku êkser hev ra ango rasterast li yek şêweyan û li yek kateyê de bin, ji ber ku post û agahdarî dikarin bi ferq û cudahiyên dem li gel guherîn di pergalên poste û telefonê welatên cîwaz de werin dîtin û guhastin.

Şoreşa zanyarî û pêwendiyê di heman demê de pêwendiyan li gel her kesî û li her deverê girê bide, bêyî ku pêwist bike binesaziyek ragihandinê ya bingehîn li ser erdê li nêzîk şander û wergir çêbike.

Bê goman Şoreşa pêşesaziyê û teknolojiya agahdariyê, rastiyek girîng derxist holê, lewra pêwiste hemû gelên cîhanê vê êkê binasin ku ew ne tenê bûyeran çîdike, lê belê ew daraştina cîhana xwe li gor daxwaza xwe dike.

Girîng e em zanibin û pê bawer bin ku civaka navneteweyî di pêvajoyek tevlihev û aloz de ber bi damezrandina civakek cîhanî ya nû bi demê re ber guherînan ve diçe.

Hêza vê şoreşa mezin guherandina şêwazên jiyanê, şêwazên ramanê, û sincên serdest, rêbazên praktîka siyasî diguherîne, ji ber ku niha her mirovek dikare bi deng û vîdyoyê ji odeya xwe ya jîngehê bi deng û vîdyoyê beşdarî dibistanan û bûyerên herêmî û navdewletî bibe.

 

 

 

 

 

Şoreşa ragihandinê û lezkirina guhertinan Nivîsandin: Ebdulcebar Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 10, 2026 Rating: 5 Şoreşa ragihandinê û lezkirina guhertinan  Nivîsandin:  Ebdulcebar Qasim Wergerandin ji zimanê Erebî: Birahîm Qasim Pênûsa Azad 24 Şoreşa ...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: