Ebdulsemedê Babekî û Helbesta Buharê - Merwan Berekat
Ebdulsemedê
Babekî helbestvanekî Kurd e, lê mixabin di nav Kurdan de ewqas nayê naskirin, di
hin jêderên erbî de bi navê `Ibnu Babik - Kurê Babik` tê naskirin, navê wî wek
helbestvan di bêhtirî jêdereke dîrokî de hatiye, lê jiyan û helbestên wî baş
nehatine lêkolînkirin.
Ebdulsemedê
Babekî di sala 362 an koçî hevberî 972-973 zayînê de ji dayîk bûye û di sala
410an koçî 1019 -1020 an zayînê de çûye ber dilovaniya Xweda. Mele Enwerê mayî
dibêje: ``Di sala 1932an de, li gundê Şêlanê gelek hozanên (helbestên) Melayê
Cizîrî, Remezanê Cizîrî, Mîr Amadînî, Feqê Teyran û Şah Pertoyê Hekarî di
keşkolê (tûrikê) feqe Mihemedê Dirêj de bûn. Digel hin helbestên Ebdulsemedê
Babekî`.
Sadiq Behadîn
dibêje: `Van roja Xweda jê raziyekî yê ku binyatkurd li roja 26. 01. 1961ê
keşkolekê hozanan ên ji hozanên Farisî û Kurdî têkel bi nivîsîna kevin dav min
da ez xwe pê ji bîr vekim, dema ku min ew keşkol vekir, min dît çend hozanên vî
hozanvanê Kurd (Ebdulsemedê Babekî) tê de nivîsîne, hindek kêm, min di nav wan
hozanan de (6) hozanên Ebdulsemedê Babekî dîtin`.
Li gor Mele
Enwerê Mayî diyar dike, Ebdulsemedê Babekî di helbesta kurdî de şehreza û
pisporê dema xwe bûye. Helbestên wî kilasîk ango terezûkirî ne. Di helbesteke
xwe de pesna buharê weha dide:
Dilo şad be!
Xweş dem hat bihar e
Reşemeh çû
terazin bûn diyar e
Nihal der bûn,
xişa hat av û cûbar
Befir kerker bûbû
kevtî nizar e
Kulîlk û gul bi
ken derçûn ji kajan
Sivik hat
nêrgiza mest kofîxwar e
Belalîz
liwêleper çend kepbilind
Di şahenişînê
da wek Xusrew bi kar e
Binevş û
gulşelîl û sunbulên ter
Di lat û
berbena bestin ciwar e
Heliz qewşen
veda wek koçerê boş
Silav kir çevr
û kerkûl û sinar e
Bi ken bû
gelgeloka filîbaz e
Zinar û sorî ji
xwe ra kire sitar e
Li ser tayê
kevotê bû yê mest e
Kevok û
xendelîs bade vexwar e
Ji hemyan
bilbilê dîn dilbixwîn e
Gula min kanê?
Sed car li min hewar e
Li min xweş
têta dengê berx û kara
Li êvara dema
dibit karekar e
Were pêş bêriya
sikwêre di dest da
Dihejînin
parziwîna li ber û war e
Bi sema çûn
distirin ev şox û şeng
Humîn û zimzima
kevtî guhar e
Bimêze, van
çiya tev xemlîne
Bi hezar renga
xuya nevş û nîgar e
Li Kurdistan
binêre ey Perîxan!
Li ser dil dê
biçit jeng û temar e
Li min xweş hat
nesîmê vê sibê zûyî
Hijandî
şengebî, leyzî çinar e
Hero Newroz e
ey dil sed tebarek!
Were geştê,
sema ye li çarnikar e.
I****
- Jêder: Sadiq Behadîn, Hozanvanêt Kurd. Ev pirtûk bi devoka Kurmancî û tîpên erebî hatiye nivîsandin, di sala 1980 yî de, li çapxaneya Koyî Zanyarî, Îraq, Bexdadê çap bûye. Di vê pirtûkê de lêkolîn li ser jiyana 19 helbestvanên Kurd ên kevn hatiye kirin.

ليست هناك تعليقات: