Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Y.N.K.S bi hevkariya Ofîsa Çand û Ragihandinê ya P. D. K.S çalakiyek çandî pêk anî.
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Sûriya
(Şaxa Dêrikê), bi hevkariya Ofîsa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a
Kurdistan – Sûriya, li navenda partiyê çalakiyek çandî pêk anî, ku tê de
nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Encûmena Millî ya Suryaniyan li Dêrik,
her weha nûnerên partiyên siyasî û komek ji çalakên civakî, nivîskar û kesên
eleqedar bi zimanê Kurdî beşdar bûn.
Çalakî bi gotineka xêrhatinê ku nivîskar Ehmed Sofî pêşkêş kir dest pê
kir, ku tê de xêrhatin li amadebûyan kir, paşê deqeyek bêdengî li ser giyanê
şehîdan hat rawestand. Dûv re gotareka kurt li ser rola zimanê Kurdî di
parastina nasname û kultûrê de hat pêşkêş kirin, û bal kişand ser girîngiya
destanên stranî weka depoyeka bingehîn a vê kultûrê, her weha li ser têkelbûna
çand û gelên Kurdistanê di nav destana stranî ya «Metran Îsa» de rawestiya.
Piştî wê, fîlmeke belgefîlm a kurt li ser destana stranî ya «Metran Îsa»
hate nîşandan, ku wek yek ji girîngtirîn barhilgirên ziman û mîratê Kurdî tê lêkirin
(hesibandin), û ku ji hêla gelek hunermendên Kurd ve di nav nifşan de hatî
gotin û standin.
Berî vekirina deriyê gotûbêjê, nivîskar Omer Resûl axaftinek pêşkêş kir
ku tê de sembola Roja Zimanê Kurdî, ya ku bi salvegera derketina hejmara yekem a
kovara «Hawar» di sala 1932ê de bi alfabeya latînî ji aliyê Celadet Bedirxan û
komek ji bîrwer û siyasetmedaran ve hat çap kirin, hate şirove kirin. Ew li ser
çar rastiyên bingehîn yên têkildar bi zimanê Kurdî rawestiya:
- Ew zimanê gelekî ye ku zêdetir e ji 40 mîlyonî kes.
- Berdewamîya wê wek zimanek zindî tevî siyaseta paşguhkirin wêrankirinê
bi sedê salan.
- Heta niha nebûna ferhengeka yek pîvan (standard).
- Nebûna nasnameya destûrî bi zimanê Kurdî li welatên ku Kurdistan di
navbera wan de hatî parvekirin, ji bilî Herêma Kurdistanê.
Piştî wê, wî behsa fermana jimare (13) kir ku ji aliyê Serokê demkî yê
Sûriyê, Ehmed el-Şerê, hat derxistin; ev ferman zimanê kurdî wek zimanekê
neteweyî dibîne, ne wek zimanekê fermî. Ev gav wek gavekê di rêya rast de tê
dîtin, lê gaveka kêm e û tenê bi nasîna destûrî ya zimanê kurdîyê fermî wek
zimanê gelê ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn tê temam kirin. Di vê çarçoveyê
de got:
«Her nasîna zimanê kurdî bêyî nasîna zimanên din ên li Sûriyê dê nasînek
kêm û ne temam be.»
Piştre derî ji beşdaran re hat vekirin ku
nêrînên xwe li ser naveroka deatanê bidin, mamoste “Efram”, nûnerê
Encûmena Millî ya Dêra Suryaniyan li Dêrikê, bal kişand ser hevbeşiyên çandî
yên pêkhateyên herêmê, girîngiya nasnameya destûrî ji bo zimanên wan, û
pêşvebirina axaftineka ku hestiyariya peyv û têgehan şaş li cem hev kê bikin da
ku bingehên jiyana hevbeş were xurtkirin.
Di heman çarçoveyê de, Qasim Merîka, endamê Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistan-Sûriya û stranbêjê gelêrî, du şahidiyên mirovî yên bi bandor pêşkêş
kirin; yekem li ser rola diya wî di rizgarkirina sê Ermeniyan de di bûyerên
«Fermanê» de, û ya duyem jî li ser beşdariya serokê Kurd Mela Mistefa Barzanî
di temenê 14 salî de, bi komek şerkerên Kurd re, di rizgarkirina 350 Ermeniyan
ku li çiyan mabûn asê û gihandina wan bo sînorê Sûriyê.
الأربعاء- 14/5 / 2026 ديرك
بمناسبة يوم اللغة الكردية، أقام اليوم 14/5 / 2026، اتحاد كتاب
كردستان- سوريا فرع ديرك، وبالتنسيق مع مكتب الثقافة والإعلام للحزب الديمقراطي
كردستان سوريا، نشاطاً ثقافياً ًفي مكتب الحزب الديمقراطي كردستان- سوريا، حضره
ممثلين عن المجلس الوطني الكردي، وممثلين عن المجلس الملّي للأخوة السريان في
ديرك، وممثلي الأحزاب، ونخبة من الفعاليات المجتمعية والكتاب والمهتمين باللعة
الكردية الكرام.
افتتح الكاتب أحمد صوفي الاجتماع بالترحيب الحار بالضيوف الكرام ومن
ثم الوقوف دقيقة صمت على أرواح الشهداء-شهداء القضية واللغة.
ثم تحدّث بإيجاز عن دور اللغة الكردية وأهميتها في حفظ الهوية
والتراث، واعتبار الملاحم الغنائية مصدراً غنياً لهذا التراث، وعن تداخل الأمم
والشعوب وثقافاتها في كردستان، إشارة إلى محتوى الملحمة الغنائية "مطران
عيسى".
تلت ذلك مشاهدة فيلم فيديو عن الملحمة الغنائية، كإحدى أهم مخازن
اللغة والتراث الكردي، مطران عيسى، التي غناها العديد من المغنين الكرد.
وقبل أن يتم فتح باب النقاش وابداء الرأي حول مضمون الملحمة الغنائية
من قبل الحضور الكريم، تحدّث الكاتب عمر رسول، عن أهمية هذا اليوم للغة الكردية –
الذكرى السنوية لإصدار العدد الأول لمجلة هاوار عام 1932 بالأبجدية اللاتينية من
قبل الخالد جلادت بدرحان وكوكبة من الكتاب والسياسين في ذلك الوقت، وقد وركّز في
كلمته على أربع حقائق حول اللغة الكردية:
- اللغة الكردية هي لغة
شعب يفوق تعداده 40 مليون نسمة.
- رغم السياسات
الممنهجة لإبادة اللغة الكردية لقرون من الزمن من قبل الأنظمة الغاصبة لكردستان،
بقيت اللغة الكردية لغة حية، وفي تطور وازدهار.
- لم ينجز القاموس
القياسي للغة الكردية حتى اليوم.
ثم فُتِح الباب
للمداخلات حول مضمون الملحمة الغنائية، وقد استهل الأستاذ أفرام، أحد ممثلي المجلس
الملّي للكنيسة السريانية في ديرك، مداخلته بالتركيز على الأسس المشتركة بين
مكونات المنطقة، وأهمية الاعتراف بلغاتها الدستورية، والمصير المشترك لهذه
المكونات، وإدراك النخب المثقفة لبعض المفاهيم والعبارات الخاصة التي تخلق بعض
المشاعر السلبية لدى المكون المعني، والعمل الجاد لتصحيح تلك المفاهيم، لتفادي تلك
السلبيات، وترسيخ مبادئ العيش المشترك.
وفي هذا السياق، روى
"قاسم مرعيكا"، عضو اتحاد كتاب كردستان، والمغني الشعبي، قصتين مؤثرتين،
إحداها عن دور والدته في انقاذ ثلاثة أشخاص من الأرمن في الفرمان، والأخرى عن دور
الزعيم الكردي، ملا مصطفى البارزاني في الرابع عشر من عمرة، مع مجموعة من المسلحين
الكرد، في تحرير ثلاثمائة وخمسين ارمنياً معلقاً يسن الجبال، وايصالهم إلى الحدود
السورية.
واختتم علي بافي "ميران" الجلسة بسؤال مفتوح حول أهمية إنجاز قاموس كردي قياسي ليصبح لغة شعب ودولة اسمها كردستان!
ليست هناك تعليقات: