BILÛRA BÛ KÊR
Baran Sindî (Omerê Resûl)
Pênûsa Azad 24
Zivistan e…
Û taka gulê dîna rojê ye.
Tûrê şivên,
Çemek ji hêviyên pezî ye.
Çav hemî lê ne …
Şivên bilûr ji tûrî kişand,
Pezî çav jê neşikand.
Bilûrê kul gotin …
Leylanan ji bajarê xwenê bar
nekir!
Û daran di keseran de şîn
neda!
Şivanî şah kire mat,
Û negiha biharîya,
Û pezî jî kire kalên,
Dema zanî tûr vale ye!
Girtîgeha Seydnaya,
1994

ليست هناك تعليقات: