Qefdek Ji Gotinên Nemir Mele Mistefa Berzanî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 5 مايو 2026

Qefdek Ji Gotinên Nemir Mele Mistefa Berzanî

Qefdek Ji Gotinên Nemir
Mele Mistefa Berzanî

 

Berzo Mehmûd

Pênûsa Azad24 
Berzanî kesayetîyeke giring e di dîroka Kurdî de di sedsala bîstan de, ku yekem kes bû ala Kurdînîyê û şiyarkirina Kurdan di mijara netewî de hilda bi mebesta bidestxistina mafê netewî ku Kurd jî wek her miletî li vê cîhanê serfiraz bijîn, ji ber ku dewlet mafê miletbûnê diparêze, eger dewlet çê nebû fîdralî yan otonomî. Vî qehremanî tucarî serê xwe ji dijmin re netewandiye, herçende tûşî gelek helwestên dijwar û kujende hatîye, lê çavên wî ji dijmin neşkestîye.    
Ev gotar komek ji gotinên nemir Mele Mistefe Berzanî, rehmeta Xudê lê be, yên ku di govar û rojnameyan de belav bibûn. Ev peyv di têvajoya şoreşê de derbas bûne ku her yek ji wan helwêsteke siyasî nîşan dike, ku dewletên biyanî herdem berjewendiyên xwe di ser çarenûsa gelên bindest de digirin. Ya dîtir jî kêmasiyek di xwendina siyasî ya tevgera Kurdî de dubare dibê ku ev ji qelsiya fikirê siyasiyê Kurdî ye di danîna pêwendiyan de. ji ber ku danîna pêwendiya di rêkeftineke siyasî de ku li gel berjewendiyên herdû aliyan de yeksane birêve biçê, ne ku xûna şehîdên Kurd bibe xizmeta berjewendiyên dewletên mezin bike.
Têbînî
1.     Ev gotin heval Remzî Kerîm sala 1985an da dest min dema ku ez û wî me pevre govara Gelawêj derdixist 
2.     Li dawiya her peyvê, navê jêder di nav du kevane de tewandî hetiye nivîsîn
1.   Em di van çûl û çiya ra berevaniyê ji mana xwe dikin û çu hêz nînin serdarê vê cîhanê bişên me ji ser axa me bavêjin . çinkî rihên me di vê axê ra ne (Di govara Gelawêjê de li Sûriya, jimar 9) .
 
2.     Desthilata Iraqê divêt evro me bişkînêt, lê Îran piştî deh salêt dî (Ji niviştoka Rêka Bizava Azadîxwaza Kurd  29.06.1966)
 
3.     Pêşmerge ciyawaziyê naêxite navbera xainî û harîkar û xudankerê wî. (belavoka Partî li bin nav û nîşanêt diyarname derbarey hêrişa li ser xaiina).
 
4.     Pirs jê hate kirin ji mezintirîn çewtîyêt kirîn di jiyana xwe de, got: bi hizira min derbarey Amrîka ya xiyanet li me kirî. (Rojnama Xebat, hijmar 539)
 
5.     Berî mirina xwe li Amerîka got:
Jiyareka ne xoş e li vêre beramberî jiyara dijîm belê jiyê min û êşa min ew in egerêt dî  yêt fer di vî babetî de. (sereçaviya berê)
 
6.     Pirs jê hate kirin ser nivîsîna bi bîrhatinêt xo, got:
Heke ez biser ketim ew dabêşek e, eve min tiştek bo miletê xo bidest êxist, belê ez keftim.  (sereçaviya berê)
 
7.     Min cilkêt xo yêt Kurdî ne înayine vêre, ew cilkêt min yêt şerî ne, ez nehatîme vêre bo şerî. (sereçaviya berê)
 
8.     Amerîka ew jî wekî desthelata Iraqê ye, kes ji wan nîne sozêt xo bicih bînin. Min hizir dikir miletê Amrîka dê li layêt miletêt biçûk rawestît. Heka baweriya min bi Amrîka neba, da hindek helbijartinêt dî hebin. Û hemî tişt bi dîmahî nedihat bi vî rengê bûy (sereçavîka berê)
 
9.      Em 52 roja birê çûyin ji Îranê û li ser me bû em şerê leşkerê Îranî û leşkerê Turka bikeyn . . . em 650 kîlomitira birê çûyn, û di vî karwanî de me 9 şer kirin û li hemiya biser keftîn ser dijiminê xo, bi tinê 3 ji me hatin kuştin ji 650 şerkera. Gelek tengavî hebûn, têra xo xwarin me nebû. (sereçaviya berê)
 
10.  Herdemê hûyn çûne gundekî, bizanin xelkê gundî çi pê xoş e wê biken, ji ber hindî karekî wesa neken ku xelk ji we dilreş bîtin.  (ji raporta Ramyarîya kongira 9)
 
11.   Heke tu dijî Impiyalîzma Birîtanî bî, rê nadet nînokêt te bîneve ku bişêy leşî xo pê bixwerînî.  (ji niviştoka Rêka Bizava Azadîxwaza Kurd)
 
12.   Endamê partî çi lêpirsyarker bît yan ne, divê nimûna rewuştî baş bît, û rastî nexuyatiyê û xebata drust ji bo xilmeta miletî û rast û drustî di gotina xwe de û herdem pîkolî biket û giriftarêt miletî yêt qinyatî tê bigehît û kar biket bo çarekirina ewên çareya bibît. Herwesa li ser me ye harîkariyê di nav xo de mukum bikeyn û xo bi rwuştêt harîkariya êkûdû diyar bikeyn û harîkariya yêt dî bikeyn. Û kar bkeyn bo avakirinê jibo xomalkirina berjewendêt miletî û herdem li karêt xo bizivirîn da kêmasî û çewtiyêt xo nîşan bikeyn û pîkolî bikeyn ku çare bikeyn bêy gîro bîn.  (govara Kadir, hijmar 10, sala 3, çirya duwê, 1971)
 
13.   Em dihijmêrîn ku Ereb û kurêt kêmatiyêt dî bira ne bo me û hevpişkêt me ne  di xoşiya û nexoşiyada. Em ûmêdewarîn ku hemî kom bibin bo mukumkirina vê biratiyê, ne bo pelate kirina wê. (ji niviştoka Vêre Dengê Kurdistana Iraqê ye, hijmara êkê, gotina serokî ye bi helkeftina vekirina îzgey li 30. 04.1974
 
14.    Şûreşa me ya Kurd hemî dema ligel xebata xo jibo mafêt miletê Kurd  yêt neteweyî  armancêt nîştimanî Iraqî hebûn û li pêşehiya wan kar diket jibo nehêlana derfetêt neçak, û bicihînana dîmoqiratiyê û rêzgirtina yasay, herwesa mukumkirina êkîtiya nîştimanî û biratiya li navbera Ereb û Kurd û kêmatiyan, çunkî bizava rizgarkirina miletê Kurd pişkek e ji bizava miletê Iraqî ya nîştimanî. (sereçaviya berê) 
 
15.    Min pê nexoş e wekî êk ku Erebek yan Kurdek  bîte kuştin, eve çavê min yê rastê ye, û yê dî çavê min yê çepê ye. Ma mirovî pê xoş e çavekî wî bête der.  (govara Birûskê Kurd di hijmara 3 dîmahiya Nîsanê 1981 ya parta Birûskî Kud li Sûriya.
 
16.    Milet rizgar nabît heke bi rêka bi rêkxistia partî ne bêt. (Şagird, belavoka î. X. k liqa dihok / Nînewa li çirya êkê 1981)
 
17.    Mirovê şûreşgêr sê rewuşt yêt heyin:
1)     Dilsojî
2)     Fêrbûna şûreşgêrî
3)     Nebezî
(sereçaviya berê)
 
18.    Piştî pêkola kuştina wî li sala 1971 got: 
Heke Pîlan gehiştiba armancêt xo bi kuştina min da şîreta min ya  dîmahiyê bo kurêt miletê min ew bît bi hemî hêzêt xo parastina tenahiyê û biratiya Ereb û Kurda biken.   (govara Metîn, şubat 1982)
 
19.     Barzanî di şûreşa 1945 da got: Ez şerî li gel miletê Iraqê nakem, ew miletê me ye, belê ez şerî li gel impiryalîzm û kevneperista dikem.  (Dengê Qutabiyan, hijmar 10)
20.    Dûr nîne ez azadiya Kurda nebînim, belê  min bawerî ya hey ku bara pitir ji we dê gehne vê armancê û dê zivirne  welatê xo (wînî Barzanî  bi helkeftina koçkirina wî ya sî / lijna navciha Azadî ya parta me li Îranê. 
Qefdek Ji Gotinên Nemir Mele Mistefa Berzanî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 05, 2026 Rating: 5 Qefdek Ji Gotinên Nemir Mele Mistefa Berzanî   Berzo Mehmûd Pênûsa Azad24   Berzanî kesayetîyeke giring e di dîroka Kurdî de di se...

ليست هناك تعليقات: