Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya abûrî li ser wê herêmê. Mas`ûd Dawûd - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 17 مايو 2026

Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya abûrî li ser wê herêmê. Mas`ûd Dawûd

Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya abûrî li ser wê herêmê.
Mas`ûd Dawûd

 


Pênûsa Azad 24

Derwazeyeke sînorî ye, dikeve Rojavayê Kurdistanê di navbera Sûriyê û Turkiyê de, dikeve bakurê navenda bajarê Dirbêsiyê û yekser bajar bi turkiyê an bi bakurê kurdistanê ve girê dide, navê xwe ji navê bajar biriye, berî kirîza Sûriyê destpê bike ev derwaze dihate bikaranîn ji bo karên ewlehî û veguhestina agahiyên istixbaratî di navbera herdu hukûmetan Sûriyê û Turkiyê de, derwazeyeke stratejî ye bo Rojavayê kurdistanê bi taybet û herweha bakurê rojavayê sûriyê bi giştî, çunkî vekiriye li ser herêmeke jiyografî berfireh, dibe jêdereke giring di abûriya herêmê de ji ber ku erda wê gelekî bi xêr û bêr e, û berhemdar e, piraniya cureyên çadiniyê lê çêdibin, û herweha ziyatirî wisa jî jîngeheke guncaw e bo berhemdana samanên ajelî (heywanî), ev derwaze eger hat û bê vekirin wê rûbereke berfireh bide ber xwe û wê vebe li ser navenda parêzgeha Hesekê.

Lewra vekirina wê dê roleke giring bilîze di geşepêdana herêmê de bi giştî, û wê kirîza bêkariyê ya ku ev parêzgeh ji ber azariyê dibîne bi dehên salan ji ber sedemên tunebûna derfetên kar ji alîkî de û guhnedana stemkar ji aliyê dewletê ve bi bihaneyên ewlehî ji alîk dîtir bi dawî bike.



Piştî kirîza Sûriyê destpêkir di sala 2012 ev derwaze bi şêweyekî fermî ji aliyê turkiyê û rêveberiya xweser ve hate vekirin ji bo karên hawarçûnê û alîkariyên mirovî, lê ev tişt bi cî nehat wek tê xwestin û karê vê derwazeyê hate çarçewekirin ji aliyê turkiyê ve ku tenê ji bo ew kesên wê ji turkiyê ve dakevin Sûriyê û yên dixwazin seredanê bikin û herweha derbasbûna hindek nexweşên ku rewşa wan awarte be bo turkiyê û ew jî li gorî mercên dewleta turkiyê, ev derwaze maweyekê hate birêvebirin û pişt re hate rawestandin, lê hêja ye gotinê pêngaveke baş bû, bo nimûne çûn û hatina kesên ku regeznameya turkiyê hilgirtibûn asan kir, û herweha destûrdana derbaskirina kemiyatên sînordar ji kelûpelên bazirganî bo bazarên Rojavayê kurdistanê٫ lê mixabin berdewam nekir û hate qapatkirin ji ber hin sedemên siyasî yên naskirî. 

Sûdemendiyên vekirina vê derwazeyê bo hevwelatiyên herêmê çine?

Eger qewimî û hate vekirin bi şêweyekî fermî ev derwaze wê bandoreke wê ya giring hebe di geşepêdana herêmê de bi giştî, û wê bibe jêdereke abûrî ya sereke bo xelkên bajarê Dirbêsiyê û derdora wê, ev sûdemendî jî ev in:

  • Çalakirina karên bazirganî û ev tişt wê roleke serke bilîze di aktîvkirina bazarên xwecihî û dabînkirina wan bi hemû kelûpelên pêwîst û hewcedar.
  • Peydakirina derfetên kar yên nû bo xelkên herêmê û ev tişt wê bibe sedem ji bo geşepêdan û pêşxistina herêmê û di heman demê de kêmkirina pileya bêkariyê " betaliyê" li herêmê.
  • Çûn û hatin di nevbera bakur û Rojavayê Kurdistanê de yekser û asan dibe, û gelek pirsgirêk çareser dibin û sûdemendiya vî derî li herdû aliyan vedigere.

Bêguman, baceyên ku wê bên ferzkirin li ser kesayetiyan an kelûpelên bazirganî wê dahatiyên wan vegerin gencîneya giştî ya herdû aliyên hevbeş di vê piroseyê de.

Hêja ye amajekirnê ev piroje wê binyata jêrîn ya bajarê Dirbêsiyê pêş bixe, û di heman demê de wê jîngeheke abûrî nû peyda bike ku wê rola wê giring û berçav be di pêşxistin û geşepêdana herêmê de bi giştî.

  

Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya abûrî li ser wê herêmê. Mas`ûd Dawûd Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 17, 2026 Rating: 5 Derwazeya Dirbêsiyê ya sînorî û giringiya wê ya abûrî li ser wê herêmê. Mas`ûd Dawûd   Pênûsa Azad 24 Derwazeyeke sînorî ye, dikeve Ro...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: