Roja Zimanê dayîk ya Cîhanî" Zimanê Zikmakî"- Şêrîn Ebdo
Zimanê Dayîk,yekemîn ziman e ku her mirovek ji me ji zaroktiya xwe de ji
hawîrdor û civaka xwe ve werdigire û herwiha bi rêya evî zimanî nasname,
kiltûr, zanyarî û çanda xwe jî nas dike û bi dewrobera xwe jî dide naskirin...
Hersal li roja bîst û yekê ji meha Reşmehê "Sibatê" tevahiya
welatên cîhanê bi boneya evê rojê ahengan lidar dixînin..
Li sala 1999an de ev roj ji aliyê
Rêxistina Elyonisko ve hate destnîşankirin ji bo ku bibe rojeke cîhanî ji
Zimanê Dayîk re û ev roj jî ji aliyê
welatê Bengiladiş ve hate pêşînyarkirin û ji aliyê Welatên Yekgirto ve
hate pejirandin û wek piştgiriyekê bû ji aliyê wan de ji bo bihêzkirina warên
çandî, zimanî û parastina zimanan ji windabûn û helandinê ve..
Roja zimanê Dayîk ya Cîhanî di sala 2000an de bi şêweyekî fermî ji aliyê
welatên Yekgirto ve hate ragehandin û êdî hemî welatên Cîhanê bi boneya evê
rojê û bi fermî aheng lidar dixistin..
Wek em dizanin Ziman tovika jiyana mirov e û divê ev tovik bi zanînê baş
were avdan heta ku zîl û şiqin bide û gulên bêhnxweş jê bipişkuvin..
Ji ber ku Ziman nasname, hebûn û berdewamiya her miletekî ye, bi ziman û
axaftinê tê naskirin ku mirov ji kîjan welat û miletî ye..
Ziman wek alavekê ye û ev alav cudahiyeke mezin dixe navbera mirov û
ajalan ve, bi alîkariya Zimên jî her mirovek ji me dikare daxwaz, hest û
derbirîna xwe şîrove bike û bi hawîrdora xwe jî bide naskirin û xuyakirin..
Ji destpêka jiyana mirov de ev Ziman bi wî re jidayîk dibe, bi wî re
mezin, nûjen û berfirehtir dibe û wisa xuya dibe ku çendîn mirov lipêş be,
Zimanê wî jî bipêş dikeve û çawa pêwîstiya mirov bi av, ba, xwarin û vexwarinê
ve heye wisa jî pêwîstiya wî bi Zimanekî resen û bi bingeh jî heye taku kanibe
kar, erk û jiyana xwe ya rojana bi civakê re bi rê ve bibe..
Tiştê herî girîng di jiyana mirov de ku dikare wî di civakan de bide naskirin û di nav gelan de wî bidomîne û
taybetmendiya wî biparêze dîsa jî Ziman e..
Em jî miletekî Kurd in, em ji Zimanê xwe hez dikin û erka me ye em
Zimanê xwe biparêzin û li wî xwedî derkevin, ji ber ku yê hiştiye ku em heta
roja îro bimînin Zimanê me ye û ji bo ku ev Zimanê me yê şîrîn winda nebe pir
girîng e ku em di malên xwe bi zarokên xwe re bi Kurdî deng bikin, bilîzin,
bikenin, şad bibin û xemgîn jî bibin, parastina Zimên ji malê de dest pê dibe,
piştra xwedîderketina me li wêje û çanda me xaleke bingehîn e ji bo parastina
wî..
Em jibîr nekin pir Ziman hene di dema me ya niha de heliyane yan ber bi helandinê ve
diçin û gelek ziman jî hene ji zû de heliyane û binyata wan zimanan jî her
nemaye wek Zimanê Hayde, Wînto, Tofa, Cîdîk û hemahema li Afrîqiya nêzîkî 200
Zimanî hatine helandin û jibîr bûne ew jî bi sedema ku wan bi Zimanê xwe deng
nedikirin, hizir nedikirin, nediramiyan û nedixwandin jî û êdî dengê wan li cîhanê nemaye..
Hin Ziman jî hene hemahena liber windabûnê ne wek Zimanê Dûrgeha Man û
Zimanê Kurnîş..
Li Rosiyayê jî hin Ziman heliyane yan ber bi windabûnê de diçin..
Ji ber vê yekê û ji bo ku Zimanê Kurdî
nekeve rewşeke metirsîdar divê em herdem Zimanê xwe Hembêz bikin, wî ji
sarbûnê biparêzin û ji germa dilê xwe wî germ bikin, her tişt bi kurdî xweştir
dibe, axaftin, stran, xwendin, fêrbûn, dîlan
û heta mirin jî bi kurdî xweştirîn û şîrîntirîn e..
Li ber çavan bû û heta berî vê demê bi deh salan di serdema sistema
stemkariya Elbe's de çawa Zimanê me di rewşeke bindestî, helandin, dorpêçkirin
û qedexekirinê de bû, çawa me bitirs û
libin fişarê me xwe fêrî tîp û Zimanê Kurdî kir, nemaze Zimanê me tevî her
tiştî heta roja îroyîn maye û herroj nûjen û berfirehtirîn dibe û heta radeyekê
me kanîbû ku em wî biparêzin, fêr bibin û fêr jî bikin, lê tiştê ku bala mirov
dikşîne û pir metirsîdar e ku malbatên me ên Kurd li dervayî welêt û bi taybet
di van demên dawî de ku gelek malbat bi sedema êrîş, gef, girtin, talankirina mal
û saman û dagîrkeriyê berê xwe dan koçberî û penaberiyê û li welatên biyan bicî
bûn, mixabin ku hin malbat ji van malbatan di hundir malên xwe de bi Zimanên
biyan bi zarokên xwe re deng dikin û her
tiştî bi Zimanê biyan bi zarokên xwe re dikin,ev bûyer pir metirsîdar e, çimkî
malbat bingeha fêrkirin û hînbûna Zimanê Dayîk e..

ليست هناك تعليقات: