Helbest dengê
welat û nasnamê ye.
Ebdusemed
Mehmûd
Ji şeveqa
dîrokê ve, mirov xwe di helbestê de dîtiye, êş û azarên xwe, hezkirin, hest û
hizrên xwe, dûrî û têkiliya xwe bi welat û nasnamê re, ji ber ku nasname homana
hebûna mirov e, welat cihê wê nasnamê ye, pêwîst bû ku helbest bibe qada
civandina van herdu babetên giring di jiyana mirovan de, welat ne tenê bi
têgehên ciyografî tê nasîn, lê bi hezkirin û perweriyê, mirov xwe tê de dibîne,
azadî, rûmet, hebûna xwe li ser xaka wî diçesipîne, nasname jî ne bi têgehên
ziwa ye, kesayetî û taybetmendiya mirov nîşan dike, çi nasnama netewî be, yan
çandî û civakî be.
Welat û ziman
di helbestê de bûne neynika nasnama tekane û komî, helbestvan jî man ên herî
bêtir karîbûn vê derbirînê bihûnin û têkiliya welat û nasnamê bikin sembola
helbestvaniyê.
Welat di
helbestê de, ne hew herêmeke sînorkirî ye, ew hesteke hundirî ye di hişmendiya
mirov de ku di helbestê de dibe semboleke mezin, dibe dayik, yar, evîn û
qurbanî, pê re nasname dibe dengê tekoşîn û berxwedêriyê, ji ber ku welat diçe,
ne tenê cihek ciyografî diçe, pê re sembolên nasnamê jî diçin
vêca di
helbestê de serê xwe radike û beramberî zordariyê radiweste, hewl dide xwe û
nasnamê biparêze jiber wisa bi sedan helbestên ku piştgiriya ziman dikin, wisa
jî pîlanên li ser netewê û welat şermezar û eşkere dikin, loma welat dimîne
armanca helbestvan a herî sereke di helbestê de.
Helbestvanê bi
zimanê dayikê dinivîse, ango bi zimanê kurdî berxwedana tekoşîna netewî û çandî
didomîne, taybetiya nasnamê diparêze ji bişaftin û windabûnê, ji ber ku ziman
ne hew alava dan û standinê ye, ew gencîneya bîrdanka hişmendî, wijdan,
folklor, dîrok, adet û destûrên gel hildigire.
Platon
dibêje:(Ziman cewherê hebûna mirov nîşan dike).
Aristot
dibêje:(Ziman hestên mirovan yên hundirî nîşan dike).
Ji ber vê yekê
dema helbest bi zimanê kurdî tê nivîsandin ew ne derbirîna helbestvan tenê ye,
ew piştgiriya bawerî û hestên civakê ye.
Dema peyvên
mîna Çiya, Dar, Çem, Av, Nan, Zarav, Cih, … td. di helbestê de bikartên, ew
sembolên tekoşîna welat û nasnamê ne bi zimanê helbestê, ji ber ku zimanê
helbestê ji yê normal cuda ye, ew zimanek di hundirê zimanekî de ye, bi zimanê
xwe helbest xêza berevaniyê ya yekem e, di lênûsa netewî û nasnameyê de tekez
dike ku welat berztirîn armanc e di helbestê de, wisa jî dibe piştgira hest û
gurkirina wî di hişmendiya gel de.
Di vê mijarê de
bi hezaran nimûne di helbesta kurdî de bi hemû şêweyên xwe hene, yên kilasîk û
nûjen.
Hêja ye gotinê
ku mijarên helbesta Kurdî hemû babetên jiyanê ne, nexasim evîn ku cihekî xwe yê
giring û taybet heye.

ليست هناك تعليقات: