Dr. Farûq Refîq, nivîser, lêkoler û bîrmendê Kurd, li Hewlêr koça dawî kir
Duhî, Sêşemê 28ê Nîsan 2026ê zayînî (8ê banemer 2726ê Kurdî), Navenda Ferheng û Edebiyata Kurdî, yek ji pênûsên diyar û bîrmendên mezinên xwe jidest da.
Farûq Refîq (Farûq Refîq Heme Kerîm) li sala 1961 li bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye.
Beşek ji jiyana xwe li tarawgehê û li welatê Kanadayê derbas kiriye, ji zanîmgehên Kanadayê bawernameya diktorayê di biwarê Felsefê dê bidest xist, û paş maweyekê jiyana li tarawgehê vegeriya Herêma Kurdistanê, û wek bîrmend û şirovekarê diyar di felsefe û hizra siyasî de hatiye naskirin.
Dr. Farûq Refîq, herweha endamê damezrêner û desteya nivîserên kocara fikirî "Rehend" bû, û sernivîserê rojnala me'refî-tîoriya hizrî "Awez" li bajarê Hewlêrê bû, ku heta koça wî ya dawîyê 6 jimare jê derçûn.
Farûq Refîq, tenê nivîserekî asayî nebû, belkû yek ji wan ronakbîrên degmenan bû yê ku jiyana xwe ji bo perepêdana bîra felsefî, rexneyî û rewşenbîrî di nav komelgeha kurdî de terxan kir.
Berhemên wî yên giring:
1- Paks Emrîkana (Serdema heymeneya emrîkî- çavpêketin ligel Farûq Refîq, sazdana Nasik Qadir)-2002.
2- Xemên Civakê (2berg) 2006-2008.
3- Aştkirina e'qil û i'şiq (berwerdeya lîbrral û akara medenî).
4- Dastanên Rojhelat li berdem awêneya zatê Xudê (Helbest) 2006.
5- yek demjimêr ma bû nîvşev 2009.
6- Felsefe û jiyan 2009.
7- Hunera i'şiq 2010.
8- Hunera felsefe (waneyeka mêtafafîzîkî) 2010.
9- Wêstgehek li geşteka felsefî 2011.
Çavkanî: Kurd Channel.

ليست هناك تعليقات: