TU HEYÎ - ŞÊRÎN EBDO
Gava ku çiyayên pozbilind pişkovên xwe ji agirê te re vedikin..
Gava deşt û newal bîrîkirina xwe ji destê qeşayê rizgar dikin, tu
heyî...
Gava çavikên kaniyan di sîngê axê de dixulxulin..
Li kenê xwe binêre, çawa tarîtiya penagehan dixemilîne!
Li dûrbûnê binêre, çawa strana bi navê te wek fîstanekî gulgulî li
bejna xwe dipêçe!
Tu heyî...
Di destana Mem û Zînê de tu çîroka min î..
Li bin siha darên zeytûnê, tu çavên min î..
Li asoyê pir ewr û birûsk tu baran î û bi ser zeviyên hezkirinê de
dibarî..
Tu heyî..
Di êşên min de, tu aştgeha xemên .in î..
Di windabûna hizirê de, tu sînga xwe ji pênûsa min re radixînî...
Li sivdera deriyên girtî, tu hembêza xwe ji penaberiya min dikî
evîngeh û vekirî dihêlî..
Erê tu heyî û her heyî..
Li kêlekên
rêyên nenas, gavên te min ber bi xwe ve radikêşînin û bi yadgariyan hişê peyvê
li min vedigerînî..
Tu heyî..
Gava bêhna te hinaseya bîrîkirinê mest dike..
Di piyala demê de, li buharan tu meyxaneya pinpinîkên dil î...
Gava bayê dûriyê di guhê kolanan de vîzevîz dike, tu heyî.

ليست هناك تعليقات: