Mamosta Qerenî Qadirî koça dawî kir (1962-2026) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 20 أبريل 2026

Mamosta Qerenî Qadirî koça dawî kir (1962-2026)

 Mamosta Qerenî Qadirî koça dawî kir (1962-2026)


Duhî, roja yekşemê 19ê Nîsana 2026, nivîser û rojnamevanê diyar yê Kurd Mamosta Qerenî Bayîz Axayê Mameş yê navdar bi "Qerenî Qadirî" piştî milmilanêkî dirêj digel nexweşiya penceşêrê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Mamosta Qerenî kesekî şoreşgêr û kurdperwer bû, hemû jiyana xwe li dijî rêjîma Îranê ya terorîst û ji bo azadiya welatê xwe terxan kiribû, lê bi daxewe rûxana axundan nedît û nikarî vegerê warê bav û bapîrên xwe.

Mamosta Qerenî nivîser û rojnamevanekî xudan ezmûn bû, ku çendîn salan di biyavê felsefî û siyasî û rojnamegeriyê de xizmet kiriye û di biwarê corawcor de nivîsên wî hene, herweha wek şirovekarê siyasî kar kiriye û gotarên wî li ser pirsên siyasî yên Rojhelatê Kurdistanê di dezgeh û torên mîdiyayî de hatine belavkirin.

Mamosta Qerenî li sala 1962 li bajarê Şino yê Rojhelatê Kurdistanê hatiye dinîyayê û hevserê xanim Sewsen Mihemed Mîrxan, endama Perlemana Kurdistan bû.

Ruhê wî şad bêt û cêgehê wî beheşt bêt.

Mamosta Qerenî Qadirî koça dawî kir (1962-2026) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 20, 2026 Rating: 5   Mamosta Qerenî Qadirî koça dawî kir (1962-2026) Duhî, roja yekşemê 19ê Nîsana 2026, nivîser û rojnamevanê diyar yê Kurd Mamosta Qerenî Bay...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: