Rêyên Bazirganiyê li Mezopotamiya
Adilê Evdule
Pênasîn: Mezopotamiya gotineke Yonanî ye, ango ew herêma navbera herdu rûbarên navdar, Dicle û Ferat.
Mebest ji
gotarê, nêrînek li ser herêma Mezopotamiya, bajarên kevin, wek: Nisêbîn, Orfa,
Waşûkanî, Heran, Mêrdîn, Nînova û h.d, rewşa gel û miletên herêmê, Wek: Gotî,
Hûrî, Lolo, Soparto û Someran, têkilî û bazirganî piştî têkçûna imperatoriya
Akadiyan, ( 2334-2154 b.z.), dan û standin di navbera milet, bajar û
şehristaniyan de, têkiliyên kevin û nû, rêyên bazirganiyê.
Di dema ku
bajar hatin avakirin, li herêma Mezopotamya, di navbera sedsalên /3-4/B.Z. weku
mînak bajarên Orfa, Heran, Mêrdîn, Orkêş, Şemşat û h.d, mirov li wan bajaran
bicih bûbûn, bi sedan û hezaran kes, pêdiviyên wan mirovan bi kel û pelên
jiyanê hebûn, çinku şehristanî, çaksazî, avakirina xanî û koşkan, tevnên cil û
bergan, ajotina zevî û erdan, xudankirina ajelan, lewra pêdivî bi bazirganiyê
hebû, kirîn û firotina kel û pelan, yan bi hevguhertina alavan.
Ew bajarên ku
li ser xaka Kurdistan hatibûne avakirin, têkilî û dan û standin, pêwendî, kirîn
û firotin, alavên wê demê, weke karwanên bazirganiyê, li ser pişta dewaran, deveh,
hêstir, keran û Hespan, ev karwan di rêyên bejayî re, di çol û beyabanan re, di
nav çiyan re, ji bajarekî derbas dibûne bajarekî din, li ser wan rêyan, gund û
xan hebûn, li wan xanan karwan di rawestan, bêhinvedan û pêdiviyên rêwengiyê,
weke xwarin û avê peydadikirin, dema barên xwe bardikirin, berê xwe didane
bajarekî din, li wir bazar hebûn, kirîn û firotina xwe dikirin, yek ji wan
rêyên bejayî kevnar û navdar, dihate naskirin bi rêya Hevrîşimê.
Rêya Hevrîşimê:
Ev rêya bejayî, ya karwanan bû, di sala /130/B.Z. destpê kir û berdewam kir ta
sala /1453/P.Z. nêzîkî /500/ salî berdewam kir, karwan ji welatê Çînê derdiketin,
berê xwe didane Rojava, di Asiya navîn û Eyranê re, di herêma Mezopotamiya re,
berê xwe didane Anatoliya û di derya Spî re, digihane Ewrupa.
Kel û pelên
bazirganiyê:
Barên karwanan:
alavên hesin, sfir, tûnc, kevirên entîke, hirî, genim, cilûberg, dexiludan, cam
û çingoyên Çînê … h.d.
Rêyên bazirganî
di ser avan re:
Bazirganî di
herêma Mezopotamiya de dema di ser ava rûbarên Dicle û Ferat re pêk dihat, kelûpel,
ajel, saman û mewdan, di nav herêm û bajarên herêmê de, berdewam bû, ser demên
imperatoriyên kevin de, ji beriya zayinê, di warê edebiyatê, çaksazî, avakirina
kelh, pir û koşkan, ciwê avê û çandiniyê, metolocîk û ol de.
Belgeyên ku
hatine dîtin li bajarên kevin, weke: Marî, Ogarêt û Hatûşa di salaên
/1380-1350/B.Z. bi zimanê Horiyan. Bazirganî li ser herdû rûbaran de berdewam bû,
di navbera bajarên Amed, Fariqîn, Cizîr, Meletiya, Heleb, Orfa, Mûsil, Bexda û
Besra de, ta ku rêyên hesin, Tirên û barhilgirên mîkanîkî derketin.
Bazirganiya
Mezopotaniya di demên nû de:
Çend rê yên
qîrê, pir û derwaze, li Mezopotamiya hatin avakirin, hemî gund û bajarên herêmê
bi hev ve girêdan, asta bazirganiyê roj bi roj pêşve diçe, geş û gur dibe,
dewleta Sûriya, Turkiya û Iraqê bi hev ve girêdide,
Rêya hesin,
Berlîn-Bexda:
Ev piroje
berpirsên Elmanan danîne ber çavên xwe, bi mebesta ku Ewrupa û Asya bi hev ve
girêbidin, da di karên bazirganî û leşkerî de bikar bînin, weha ev rêya hesinî
hate pesendkirin, kete bin kar de di sala /1904/ û berdewam kir ta sala /1921/
dema şerê Cenga Cîhanê yê yekê, bi rêya tirênan ew rê kete bin bandora leşker û
cengê de.
Pirojeyên
nûdemî:
Di dema niha
de, zanîn, teknolojiya, mîkanîk û şoreşa agahiyan û têkiliyên mirovan û
pêdiviya mirovan bi agahiyên bilez û rewşên abûrî, kar têne kirin ku rêyên din
bejayî, asimanî, hesinî û deryayî bêne vekirin, ew rê bikevin bin veguhestina
alavên petrol, gaz, elektirîk û agahiyan.

ليست هناك تعليقات: