ÇEMÊ XABÛR Û TILTEMIR, PÊKVE JİYANA PÊKHATEYÊN WÊ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

Nû
الخميس، 13 أغسطس 2026

ÇEMÊ XABÛR Û TILTEMIR, PÊKVE JİYANA PÊKHATEYÊN WÊ

ÇEMÊ XABÛR Û TILTEMIR, PÊKVE JİYANA PÊKHATEYÊN WÊ




  AZAD HACO HEMÊ

Çemê Xabûr çemekî navdar û naskirî ye li Sûryê û li Rojavayê Kurdistanê, jiyana Mirovan ji mêj ve li derdora wê hebû, çinkû pirr gir li beravên wê hene, bê guman ji ber lehî û tofanên ku serdemên berê qewimîne jiyan lê dirawestîya, û dîsan jiyanê xwe lê nû dikir, hêjaye gotinê ku bi hatina Inglîz û Fransîyan ji bo deverên Erebî û Kurdıstanê di salên 20 û 30`an de ji çerxa bûrî ve wan Asûrî an ( Aşûrî ) ji Îraqê anîn û belavî beravên çemê Xabûr kirin, nêzî 20 gundan bi wan hatin avakirin û gundê herî mezin TilTemir bû ( Girê Temir ) ku îro Bajar e, vî bajarî navê xwe ji Temir Paşayê Milî girtîye ku di wê serdema xwe de berî 225 salan dihat vê deverê nêçîr dikir dibêjin xanîyek ji xwe re li ser pala gir ava kiribû lewma vî bajarî navê xwe ji wî girtiye, ev bajar bû navenda herî mezin a Aşûrîyan, ev bajar dikeve navbera parêzgeha Hesekê û navçeya Serê Kanîyê, di serdema hebûna Fransîyan de li vê deverê, di sala 1933yan de pirek hat avakirin li ser çemê Xabûr ku rojhilat û rojavayê çem bi hev re girê bide û bi dever û parêzgehên nav Sûriyê were girêdan, bi rastî Aşûrîyan ev babet keyis kirin di xizmeta xwe de, lewma wan kar û xebateke baş kirin û derdora çemê Xabûr û bajar û gundewarên wê tev kirin bexçe û gulîstan, tev kirin darên sêv, hinar, hirmî, cenarik, tû û zerdeliwan, ji xwe rezên tirî ew pirr pê navdar bûn, wate merev dikare bêje ku buhişteke biçûk li vî warî ava kirin, dûvre Kurd û Ereb  jî hatin TilTemir bicî bûn bi mebesta çandiniyê, ji ber xaka wê bi xêr û bêr bû, bi saba ava çemê Xabûr û Zirganê, van her sê pêkhat an netewan bi hev re wek xwîşk û bira jiyan bi hev re meşandin, êş, azar û şahîyên wan yek bûn, bajar mezin bû û bi hev re avedan kirin. Dema hatina rêjîma Ba's ser desthilata vî welatî, rewş hinekî hat guhertin ji ber rêjîma Ba's dijîtîya Kurdan kir, lewra tevhevî dafirandin, cûdahî dikirin nav bera wan pêkhatan de, Aşûrî û Ereb bi alî xwe de tanîn û ew dijî Kurdan pirê caran bikar tanîn, lê Kurdna bi hişmendîyeke mezin û bi konevanîyeke nerim ev dek û dolab û pîlanên ba'sîyan û desthilatê dişkandin, ne dihiştin ku ew têkilîyên başî di navbera wan de hebûn pûç bibin an rewş ji bin kontrolê derkeve. TilTemir bû bajar û encumena bajarvanîya wê çêbû, geşedan û avedanîkirin bêhtir bû bi saya Aşûrîyan, ji ber wan xwe bi gesthilatê girtibûn, serokê bajarvanîyê ji wan bû, çi ji desthilatê dixwestin bê dudilî desthilatê pêşkêşî wan dikir, wan jî ew şayîstên ku ji desthilatê wer digirtin dikirin xizmeta xwe de, ew beşê bajar ku lêbûn her dem xweş û nûjen dikirin, riyên nûjen saz dikirin, havîngeh, xwaringeh û cihên melevaniyê yên modêrin ava dikirin, xelk ji her parêzgeh, bajarên Sûriyê û deverên Kurdî dihatin serdana TilTemir da ku xweşbûn û ciwaniya wê bişopînin, ji ber av pirr bû elektirîk 24 demjimêran bû, yeqîn gava buhar û havîn dihat ev bajar dixemilî bi keskatî û bi bihna gul û kulîlkan, nexasim darên zeyzefûnê ku hundir û derdora bajar dagirtî bû û bihna wê ya pirr xweş bi ser bajar de difûriya, merev pirr pê dil xweş û vehesîn dibû, îca xelkê me danê esrê derdiketin nav wan dar û berên nêzîkî çemê Xabûr û Zirganê, bihna xwe derdixistin û xemên xwe jibîr dikrin, ji ber jîngeh û xwezaya wê ya xweş, hemî cûrên teyrikan lê peyda dibûn, û dengê çûkan ji vî bajarî qut ne dibû, jin û zarokan ji nav wê şînkayê stirîzerik radikirin û dixwarin, pinçar tanîn malên xwe dikirin şîv yan firavîn û dixwarin, û zarok, law, xort û zilam diçûn çemê Xabûr û Zirganê nêçîra masiyan dikirin, hem ji xwe re difirotin û hem jî tanîn dixwarin, pirr pirr xwarina wan xweş û bi lizet bû, şagirtên dibistanan jî li beravên Xabûr û bexçeyên wê dixwendin, amedebûna ezmûnan dikirin, em dikarin wiha bi gelemperî wesf bikin ku tevî sitem û zordarîya Rêjîma ba's jiyan û rewşa pêjiyanîyê baş derbas dibû, tevî ku pirr ji miletê menî Kurd koçî Şam û Parêzgehên Sûriyê yên din dibûn ji neçarî. Piştî serhildana miletê menî Kurd li Rojavayê Kurdistanê di sala 2004`an de dijî rêjîma Beşar û ba'sîyên faşîst û nijadperest, vêga rewş bi ber xirabûnê ve çû ji ber rêjîmê deverên me kirin tengaviyeke pirr zor û zehmet de da ku tim me lawaz bihêle û em bi ser xwe ve neyên, tevî vê jî pirr ji Kurdên me û pêkhatên dîtrê li vî bajarî man û li ber xwe didan, bi çi halî ba gepa nan peyda dikirin dixwarin û dest ji bajarê xwe ber ne didan, lê mixabin bi despêkirina şoreşa gelê Sûriyê dijî rêjîmê di 2011`an de me pêşbînî dikir ku welatê me dê bêhtir xweş û geş bibe û wê ji stemê xilas bibe, hêminî û aramî wê bêhtir bibe, lê me dî ku rewş berovajî bû, her û her bi ber xirabûn û kambaxîyê ve çû, nexasim li dever û bajarên me bi sedema hebûna sê netewan li vir û ji ber TilTemir bajarekî Kurdistanî ye dikeve xêza temasê de, navbera deverên Erebî û Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji ber afirandina nakokî û tevhevîyê ji layê rêjîmê ve di navbera pêkhatên wê de, lewma şer û pevçûn kete navbera Kurd û birayên me Aşûrîyan de di havîna 2011`an de li despêka şoreşê, lê dirêj nekir bisaya Xwedê û destwerdana Rîspî û Partiyên herdû alîyan ku zû bi zû şer rawestandin û nehiştin ku rêjîm bigihê merema xwe, pişt re şerekî mezin kete navbera Kurd û Ereban de di nîsana 2013`an de, bi sedema kuştina kesekî Ereb, Bajar dorpêç bû nêzî mehekê, hin diz û çete ji deverên dûr hatin dizî û talanî kirin, dewleta Turkî jî ava Xabûr û Zirganê bi yek carî qut kirin wan çeta dest bi xirakirin û rakirina dar û bexçeyên gundên Aşûriyan kirin, teqîn li derdora wan dikirin da tiris bikeve dilê wan û dev ji Gundên xwe berdin, koç bibin, mixabin em karin bêjin ku wek fermanekê bi serê wan de hat dema DA'İŞ di Sibata 2015`an de êrîşî TilTemir û gundewarên wê kirin û Aşûriyên Gundan pirr ji wan dîl girtin, dor sê kesan belkû bêhtir ji wan şehîd kirin, lê piştî dest werdana hin dewletên zulhêz û şêxên Ereban beramberî diravan ew tev serbest hatin berdan, lê nema vegeriyan warên xwe, êdî dest bi koçberîya dervî welat kirin, ne ew tenê hin Kurdên me jî koç bûn, lê bi rêjeyek kêmtir ji wan.

Di halê hazir de gund û bajar Aşûrî pirr lê kêm mane, tenê hin pîr û Kalemêr mane, lewma bi koçberbûna wan Xabûr û Zirgan miçiqî, Xabûrê ku her sal kesek yan du kes di ava wê de dixeniqîn ji ber kûrbûn û xurtbûna ava wê, îca ew babetên xemgîn yên min anîn ziman tenê ne bes bûn, pira çem jî ku TilTemir bi gund û deverên rojava ve girêdidan ya wek mîrateyeke vî bajarî û sîmaya wê bû ku Fransîyan berî 90 salî saz kiribû ew jî di teqîneke ne diyar de beşekî wê rûxiya û ji kar ket, pirr xelk û niştecîyên vî bajarî xemgîn û diltezîn kir nexasim dîmenên rûxandina wê, her weha kolanên bajar jî tev kelekortî bûne, ava serêkanyê ku ji me û parêzgeha Hesekê re dihat ya ji bo vexwarinê hate qutkirin ji layê dewleta Turk ve, elektirîka dewletê nema, xak jî axa sor tenê maye ew sîma, jîngeh û jiyana xweş ya bajar bi koçberbûna Aşûrîyan re çû, wate bera em rastgo bin ku bajarê TilTemir bi wan bû, mîna meteleke me Kurdên TilTemir heye dibêje ( Aşûrî xwêya vî bajarî bûn ), lê tevî van êş û azarên me nişteciyên vî bajarî dîtin em bê hêvî nebûne ku piştî rûxandina rêjîma Ba's û hatina desthilateke nû dê rewş bê guhertin berû başî û hêminîyê ve, şer, pevçûn û metirsî nemîne, rewş aram bibe, destûreke nû ji vî welatî re bê nivîsîn ku ti layen, netew an pêkhat jê bê par nemîne, her yek mafê xwe yê rewa bidest bixe, bi taybet gelê Kurd ku şayîstî bi destxistina mafê xwe ye, çinkû bi sedê sala ye mafê wî hatîye xwarin û bindest e, divê jiyaneke nû bê afirandin, dûrî nijadî û kînê, her kesekî ji axa welatê xwe dûr ketî bi rûmetî vegere ser axa xwe û dîsan Jiyanê nû vejîn bike, em tev bi hev re bijîn, mîna pêkvejiyana berê û xweştir, û ji wan vegera birayên menî Aşûrî dîsan bo bajarê xwe TilTemir ku çi ew pîşe an babetên min behis kir di dema xweşbûna vî bajarî de vegere wek berê, xweştir û ciwantir.

  

ÇEMÊ XABÛR Û TILTEMIR, PÊKVE JİYANA PÊKHATEYÊN WÊ Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 13, 2026 Rating: 5 ÇEMÊ XABÛR Û TILTEMIR, PÊKVE JİYANA PÊKHATEYÊN WÊ    AZAD HACO HEMÊ Çemê Xabûr çemekî navdar û naskirî ye li Sûryê û li Rojavayê Kurdist...

ليست هناك تعليقات: