Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya peyamek pîrozbahî şiyand ji bo Yekîtiya Nivîserên Kurd Leqê Duhokê
Yekîtiya Nivîserên Kurd – Leqê Duhokê,
Bi helkefta 55 saliya damezrandina Yekîtiya we, em we pîroz dikin û serkeftin û pêşketinê ji we re dixwazin.
Bêguman, dîroka Yekîtiya Nivîserên Kurd li Duhokê balkêş û dewlemend e û roleke mezin di xizmeta çand, ziman û wêjeya Kurdî de heye.
Berdewamiya we di vê pêvajoyê de, û parastina nasnameya Kurdî ya rewşenbîrî, tekez dike ku nivîskar wijdan û dengê gel e.
Em hêvîdar in ku têkiliyên me berdewam bin û berfirehtir bibin di bin sîwana Kurdayetiyê de .
Careke din we pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo, 12.8.2026
ليست هناك تعليقات: