KURTEYA HIN RÊBAZÊN WÊJEYA CÎHANÎ - Birahîm Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 28 أغسطس 2026

KURTEYA HIN RÊBAZÊN WÊJEYA CÎHANÎ - Birahîm Qasim

KURTEYA HIN RÊBAZÊN WÊJEYA
CÎHANÎ


Birahîm Qasim



Doktrîna Klasîkî:

Piraniya wêjevanan pêbawer in ku derketin û belavbûna klasîkolojî ji doktrîna edebiyata herî kevnar e, derketin û belavbûna wê li Îtalyayê di sedsalên panzdeh û şazdehan de piştî zayînê û li Fransayê di sedsala hevdehan de piştî zayînê derket-iye.
Ev nayê wê wateyê ku girêdanek di navbera derketina edebiyatê û jêdera klasîk de heye, ev aşkere dike ku wêje ji hemû dok-trînên wêjeyî kevintir e.
Sedema navlêkirina celebeke wêjeyî bi vî navî, ango jê re dibêjin Wêjeya Klasîkî ye, tê bi wateya ew edebiyateke bi demê re zindî dimîne û di perwerdeya edebî de hêza xwe heye û xwe tekez kiriye.
Cara yekem, ew ji hêla nivîskarên arîstokratî yên ku ji bo gel û rewşenbîrên xwe dinivîsandin hate binavkirin. Li serdema Re-nasansê, tenê têgîna Klasîk li ser karên Yewnanî û Romanî dihate sepandin, li ser bingeha ku ew yekane ye û dikeve asta mîrateya mirovahiyê, piştre bû rêbazeke wêjeyî ku nûnertiya xwesteka mirovahiyê di aliyê qenciyê de dike, herweha çendî dem û cih werin guhertin ew qet nayê guhartin.
Em dikarin di riya kevneşopiya kevnar re taybetmendiyên dok-trîna Klasîkî diyar bikin, ku ew edebiyateke peyrewîn û kev-neşop e, di şêwaza pêşberên xwe de tête birrandin û mijarên xwe ji çavkaniyeke kevnar derdixe.

Dildarî (Romantîzm):

Jidayîkbûna doktrînek di wêjeyê de helbet ta ku çêbibe demeke dirêj jê re divê, ji ber ku di her demek an çerxekê de guherînine nû çêdibin, herweha pêwîstiyek li gel bingehên berçav ji bo der-ketina wê gerek in, ev derketina dibe kurt an jî dirêj be, em dikarin bêjin ew şerekî wêjeyî ye, giyanê serdema serdest bi ser dikeve û ji ber vê yekê diyar dibe romantîk wek şoreşekê li ser bingehên klasîkî bi hemû taybetmendiyên xwe rabûye.
``Jêdera romantîk vedigere gotina Romanius a Fransî`` Dr. Nebil Raxib-Doktrînên Wêjeyî, bi wateya “Çîrok, ramanên xeyalî û rasteqîne, dûv re di wêjeya Inglîzî de li ser tiştên bi xeyalan ve têne girêdan dihate bikaranînˮ D. Muhemed Xenamî- Romantîkî, R37.
Herwisa ji aliyê çend rexnevan û lêkolîneran ve romantik xistin dijberê klasîkê.
Dema Burjuwazî derkete holê û desthilata Eristokratî ruxand wê çaxê bîr û raman jî hatin guhertin û li seranserî Ewrupayê bû dema hêzbûna zimanê netewan, ev yeka bû sedema ruxandina bingehên klasîkî, herwisa hêzbûnek da wêjevanan ku çawa der-birînên xwe rave bikin û binivîsînin.
Em dikarin bingeha felsefî ya doktrîna Dildarî yan "Romantîk" wisa rave bikin: Ew baweriyê bi hestên mirovahiyê dike, her-weha romantîzm di nav şêwazê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û xemgînî, êş û evîna di nivîsandinê de diyar in dibînin, ew nivîsandin li xwezayê vedigerin û hestên wan bi hestên subjektîv
re derdikevin, ji ber ku pêvajoya afirîneriyê li ser bingeha xeyal û dildariyê ye, em dikarin jê re wêjeya Hestiyariyê bibêjin, Dr.Izedîn Esma`il: "Rizgarbûna hestiyariyê û reva ji rastbûn û tunekirina koka edebî û edebiyata romantîkî ya orîjînal giyan temsîl dike" D.Muhemed Xenamî- Romantîkî .
Hêjayî gotinê ye ku di nîvê çerxa hejdehan de ev şêwey berve windabûnê ve çû.

Rasteqîn (Reayalîzm):

Peyva realîzmê weke doktrînekê di wêje û hunerê de peyveke nû ye, em bawer dikin di navbera sedsala nozdehan de ketiye qada wêjeyê, ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û aşkerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî em bigihin têgehên zanistî hatine aşkerekirin, derketina li ser qada wêjeyê bibû romana nûjen û di heman demê de şerine tund di navbera klasîk û romantîkê de derdiketin holê, herweha têgihiştina terminolojîka peyvan bi tevahî ji girîngiya wê ya zim-anî nayê veqetandin, ew nêrîneke taybet e ji bo formên jiyanê bi pîvanên rewşenbîrî yên ji cihekî ta cihekî din cudatir in, ev tê wateya ku em bêtir rastî yekçemî tên, wek "Realîzma Krîtîk" hin dibêjin:
Bingeh, baweriya Ewrupî yan jî Realîzma Rojavayî ye, di heman demê de em rastî realîzma sosyalist û rastparêziya xwezayî jî tên, her çiqas nakokî di navbera wan de hebe lê hemû bi hev re li dijî Îdealîzmê radiwestin.
Ji ber hêza reayalîzma rasteqîn em dibînin gelek bûyer hiştine qelsbûn têkeve doktrîna Romantîkê, derbasî rewşa civaka Ewrupiyan bibe, ji xewn û xeyalan rizgar bibe, tevlî pêşketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî bibe.

Realîzma Diravî:

Dibe li ser asta edebî, Chanflori (1821-1889 mîladî) yê yekem bû ku di bin bandora hevalê xwe yê nîgarvan "Courbet" de, ra-mana realîzmê veguhestiye edebiyatê, lê "Balzac" û "Flaubert" di realîzma rexnê de ji nivîskarên herî mezin bûn.
Realîzma Diravî berê xwe da edebiyata objektîv, pexşan û ro-man jî bi ser xist, rave û wêneyên edebî li şûna xewn û xeyalan danî, gelek guhdan da kêşeyên civakî û taybetmendî da bîr û ramanan da ku guherînên bê çareser di riya wêneyan re werin danîn û ne di riya şoreşan re bin.
"Realîzma Rexneyî di asta cografîk de bi tevgera aktîf a di navbera mijar û hizrê de bawer e, ji aliyê wênekêşî û dîrokê ve" D. Nebîl Raxib-Doktrînên Wêjeyî". Herweha guhdaneke zor
daye mijara rewşan, hişyarî daye kesayetiya canî û hemû me-tirsiyên li ser tunekirina taybetmendiyên dilsoz ên dikevin mijara berjewendiya rastiyê çareser kir û herweha diyar dibe.
Realîzma Rexneyî bi ciwaniya çîrokên ku rewş û kêşeyên miro-vatiyê tê de rave dibin dilxweş e, her çiqas di wan çîrokan de reşî û tarîtî, zor û stemkarî hebûn ji bo çîna desthilatdarî û realîzma rexneyî li çîneke taybet negerî, bi Existentialistê razî bû û didît berjewendiyên mirovahiyê bêyî ku navbera çînan de alozî derkevin holê wê pêk bên, D. Muhemed Xenamî- Romantîkî, R37.Ji bo vê yekê hebûnparêzî û realîzmê bi hev re li dijî realîzma Sosyalist rawestîn.

Realîzma Sosyalist:

Em tovikên wê yên pêşîn di felsefeya "Saint Simon 1760-1825.z" D. Nebîl Raxib-Doktrînên Wêjeyî- ya ku banga wî ji bo pêşxistina hunera civakî bû û di felsefeya "Joseph M. Proudhon 1809-

1865.z" ya ku banga wî ji bo huner di xizmeta bingehên civakî de be dibînin, lê piştre bû materyalîzma Sosyalist.
Di derbarê derketina Realîzma Sosyalist de, her wek tê zanîn prensîp û taybetmendiyên wê hene, jiyana civakî ji du bingehan, binesaziyek û banesaziyek pêk tê, di nav de pergalên çandî, siyasî û hişmendiya di wêjeyê de cî digrin, herweha bandora binesaziyeke bikêr li rewşa banesaziyê pir heye, ji ber vê yekê eger guherînek kete binesaziyê helbet ew dike ku guherînek bikeve banesaziyê jî, mixabin fîlosofan ti girîngî nedan rola neynî ya çanda hişmendiyê û ev tişt li nik wan nehat diyarkirin, lê di vegotina MARKIS de diyar bibû:
Ew hişmendiya mirovî ku hebûna wan diyar bike nîne, berevajî hebûna wan a civakî ew e, ku hişmendiya xwe nû dike.
Têkoşîn û pevçûna çînan di navbera Feodalîzm û Burjuwaziyê de, girîngiyek di derbirîna edebî de da ziman ji ber ku ti rêzgirtin ji mijarê re tune bû û ew tev di berhemên edebî de diyar bûn û serkeftina naverokê bi mezinahiya formê û form bi rexnedayîna rasterast hatin meşandin. ``8`` D. Mihemed Hîlal-Rexneya Wêjeya Nû.

Realîzma Xwezayî:

Taybetmendiya herî girîng a Realîzma Xwezayî ew e, ku rave-kirina cewherên mirovî û rastiyên jiyana xwezayî ye, bi veguherîna wê li hunerê têkildar e, dibe taybetmendiya herî girîng a vê dîtinê ev be.
"Divê çîrokbêj çîrok an romana xwe bi pêşveçûna zanistî biqedîne, ji ber ku ew bawer dike encamên çîrokê divê bi zanistî bi tiştên ku gihiştiye baş diyar bibe, eger ew bipejirîne ku ne hemû ezmûnên edebî dikarin li gorî zaniyariyên demê bi-nivîsînin, hingê

divê armanc ev be, nivîskar têkeve nav wêjeyê û rêbazên zanistî yên xwezayê bipejirîne"D. Mihemed Hîlal-Rexneya Wêjeya Nû.

Doktrîna Prensîb:

Di sedsala nozdehan de gelek raman, huner û edebiyat ketin bin bandora Prensîbê, wek komeke hunerî, wêjeyî û ji yek ramanî ji xwe razî bû, lê pir berdewam nekir ji ber ew kesên ramanên wan hatine cudakirin ji xwe re şêweyekî serbixwe dîtin, herweha kesên serkêşiya wan ramanên nûkirî dikirin mîna Bobodlîr, wêjeya êkser li ser doktrîna Wêjeyî ya Sembolîk vedigerand.
Em dikarin bibêjin hebûna doktrîna Wêjeyî ji mêj ve ye û bingeha xwe ya felsefî li dijî Realîzm û Romansiyê ye.
Referansa wê ya ronakbîrî ji berhevoka felsefeyên îdealîst û ezmûnbar e, li dema Emperyalîstê li Ewrupa di nîvê sedsala nozdehan de serdest bû.
"Huner li nik Birnasiyan merem e, ne alava ravekirina hestên hunermend e, lê bedewiya berhemên wê ew e, ku wêneyên ci-wan û bedew ji zimên werbigre û dema helbestvan xwe ji kul û hestan dûr dixe, mijarê serkeftî dike û yekser berê xwe dide wêneyên di naverokê de yan bedewiya naverok û wêneyan bi êkre û divê raman ne êkser bin, herweha ev şêwaza bedewiyê çêdike". Îliya Elhawî-Princess

Realîzma di wêjeyê de bi Bernesê re jiyaye, lê dema ku bernesî helbesta stranan vedihewand, Realîzm berê xwe da çîrok û şa-noyê ji ber ew di wê de firsendeke mezin dît ku xewn û xapînokan derxîne holê û eger çiqas rexne lê bibin daku di navbera wêje û jiyanê de were birrandin, ew bi ser nakevin. Ma dibe nivîskarek afirîner be, ji jiyan û ji xwe bi dûr keve? Ev ji hêla gelek rexneyên ku li ser doktrîna Prensîb hatine rexnekirin û ev yeka jî bû sedema kêmhêzkirina wê.

Doktrîna Sembolîk:

Sembolîzm wek doktrîneke edebî di nîvê duwemîn ê sedsala nozdehan de xuya bû, orjînala wê ya felsefî ji wê pir kevintir e, em dikarin bibêjin ew digihe Îdealîzma Platonî, dibe ji ber ku Îflaton bawer dikir rastiyên tûj ên dunyayê êdî ne tenê sembolên rastiya Îdealîstiya dûr in.
Herweha wêjeya herî bi hêz li cîhanê ew e, ku wêjeya bi sembol e, nemaze piştî biserketina helbestên stranî ser romansiyê û ew ji rastiyê dest pê dike ku ziman bixwe sembolên cîhana derdor û derve ye û hem jî sembolên cîhana Psîkolojîk e, karê wê di bilindkirina dîmenên derûnî de ye û mirov ji derve werdigire û wan dîmenan dike pir wêneyên hinardî yên bingehên hebûna tevaya cîhanê ne û piştre ew dibin alavên nîşan û amajeya lê ne wek veguhestina rasterast in.
Ev di derbarê destpêk û taybetmendiyên giştî yên doktrîna Sem-bolîk de wekî doktrîneke gerdûnî bû.
Helbestvanan karîn guhartinan di helbestê de çêkin û ji şêweyên kevneşopî rizgar bikin, da ku tevgera mûzîkî bikare bi ronîkirina hunermend re raweste, herweha Sembolîzmê pêşkêşî serfiraziyeke berçav di helbestê de kir, lê wekî vegotinê, serkeftina wan sînordar bûn lê birastî wan çîrok û lîstokên şa-noyên balkêş pêşkêş kirin, herweha wan karîn di navbera hest û rengan de li gel nediyarbûna alavên ravekirinê têkildariyekê çêbikin, loma Sembolîzan bihtir guh dane xeyalan, ew bi karkerî û darazê bawer in û tewra ramanên wan ên yekem bi ramana hunerî re mijûl bûne.

Surrealîzm:
Bêguman Surrealîzma Wêjeyî bi nêrînên Freud ve tê girêdan, wek ku ew jiyana mirovî ya derûnî di navbera hest û nehestan de dabeş dike ye.
Herweha di navbera têgihştina mejî, hest û hêrsan de ew hemû dibin jêderên Surrealîzmê û raveya hunerî bihtirî hestan bi ne-hestan ve tê girêdan, ji ber vê yekê dibêjin nehestî di heyecanê de berdewam e, ne wek hestan aram e, wek hişmendiya mirovan dema dikeve nav karê hunerî winda dibe û wê çaxê mirov di nav xewn û xeyalan de dimîne.
Surrealîzm dike ku formeke nû di helbestê de bafirîne û guhdanê nade naverokê. Surrealîzmî dibînin ji bo destpêkirina afirandina helbestê, ji dêvla mijarek, ramyariyek an hestekê, bi gotinan dest pê bikin.
Xeyala wan xeyaleke mîtolojîk û bêhempa ye, ji bo afirîneriya wan di naveroka helbest û şanoyê de, zeviyeke bijûn ji efsanan mişt bibû.
Dadaîzm:
Dadaîzm bi bingeha referanseke felsefî yan rewşenbîrî ve nehat girêdan û nijadên edebî ji bilî helbestên qels derneketin, loma helbestên wan bipêş neketin, di kolan û quncikên tarî de man.

Absurdism:
Piştî bidawîbûna Şerê Cihanê yê Duyem, ji mirovan re hate xuyakirin ku tiştên hatine avakirin dibe di demek û kêlîkekê de werin rûxandin û hilweşandin, loma ew bêbawerî û ne rastî bûn û bûn beşeke sereke ji bîr û ramanên mirovan tev bêhntengî, hovîtî û nebûna wateyê jî bûn beşa herî mezin a fikir û tevgera mirovî, ji ber vê yekê nav lê hate kirin Wateya Wêranî, çimkî ew wateyên rast û hevgirtî yên hemû kiryarên mirovan napejirîne.
Helbet ev dibistana ne ji valahiyê drekete holê, çimkî rehên wê diçin ta kaniya doktrîna Surrealîzmê, bi rûyên xwe yên bind-estkirî û xeyalkirî ne.

Hebûnî (Existentialism):
Dema em li ser felsefeya Hebûnî baxiv-in nexwe em li ser felsefa herî wêjeyî ya xweragir li rojavayê cîhanê

di çerxa bîstan de daxivin, em dikarin vê felsefê di gotin û bîrûbaweriyên "Surin Kirkkjord" 1813-1855 de, dema dibêje: "Rastî subjektîf e û mirov damezrênerê wê rastiyê ye" bibînin.
Bingeha gelemperî û berbiçav a vê felsefeyê ew e, ku înkara hebûna tiştekî kevin û ne diyar dike, tenê hebûna mirovî dipeji-rîne.
Eger em li ser bingehên wê baxivin emê bibînin ku ew li ser baweriyên azadiyê ye û berpirsiyariya xwe radigihîne, lê ew dibîne her mirovek di kiryar û hastên xwe de ne azad e, tenê azadiya wî dibe dema karibe bikeve bin bandora hestên xwe yan jî hewil bike da ku nekeve bin bandora hestan, di vir de em hestên dijwar û ne aramî ku ew di vê felsefeyê de yên sereke ne dibînin.
Xwediyên şêweyê Hebûnî bawer in mirov nikare di kiryarên xwe de mîna mercên bûyîn û zayîna wî, girêdanên malbat û faktorên mîrîtiyê azad be, azadiya mirov li nik wan "Azadiya ku ew bixwe rawestîne, dema mirov azadiya xwe hilbijêre, ew ji helwestên xwe re berpirsiyar be û bi vî rengî morala gel û baw-eriyên siyasî red dike”.
Herweha Existentialism li dijî Sosyalîzmê radiweste, dibîne mi-rov li gorî xwe tevdigere û eger çiqas ew felsefe carina bi hev re parve dikin jî, tercîh dike rastiyê biguhêre.
Existentialism, wekî doktrîneke edebî û navdewletî ye, bi serket-ina pexşan li ser helbestê tê kifşkirin, di vê wateyê de peyv di pexşanê de tenê amûreke ji bo danasîna wateyê ye, ew aşkere ye lê di helbestê de peyv bixwe dibe gava helbestvan hestên xwe bi pexşanê re vedibêje, ew bêtir aşkere dike lewra wan helbestên wekî peyker û mûzîkê ji peywirê derkirin û cudahî nekirin navbera form û naverokê, bê nirxeformê, bê nirxebedewî û bêyî naverok, her nivîskarek hestên xwe ji hebûna xwe ya rasteqîn dinivîsîne lê ne hema tenê ji xeyala ne.
Lêveger
Kopî ji Pirtûka Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî
Vekolîn
Birahîm Qasim

 

KURTEYA HIN RÊBAZÊN WÊJEYA CÎHANÎ - Birahîm Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 28, 2026 Rating: 5 KURTEYA HIN RÊBAZÊN WÊJEYA CÎHANÎ Birahîm Qasim Doktrîna Klasîkî: Piraniya wêjevanan pêbawer in ku derketin û belavbûna klasîkolojî ji dok...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: