LI WELATÊ ME - Miş'elê Osman - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 20 أغسطس 2026

LI WELATÊ ME - Miş'elê Osman

 

LI WELATÊ ME - Miş'elê Osman



Li welatê me

Tenê li welatê me

Dirinde laperên jiyana me

dihejmêrin

û bersiva lêdana dilê me nadin

Xewnên me yên şikestî

li ser çêtê konan radixin

Bajar dengê xwe vemirandiye

 mal bêxwedî ne

li kolanên bêdeng poşmanî

 ji mirovan diherike

 lê di tûrikên bîranînan de Kelecana oxirê veşartî ye

Cergên wan li hemî welatan

belavkirî ne

Li welatê me

Tenê li Welatê me

Dil bi qaçaxî ji sibehan hezdike

em ji sibehan ditirsin

Stêrkên me pûç û zuwa dibin

diçilmisin

Goristan fireh dibin

Di xirbeyan de em bêhna axê dikin

Û li ber mûzîkeke Xemgîn

warê me kirasê êşê li xwe dike

Li welatê me

Tenê li welatê

Gustîlkên bûk û zava

Ji agir e

Em helbestên xwe

bi gulberojan re dihûnin

Û di çavên me de

çiqas şevên bi êş hene

Li welatê me

Tenê li welatê me

mindal di kolanên kempa de

bi "Awazên Kevokan" re

tevna bêrîkirinê dirêsin

Û berbang ji bêhna lehengan

Mest û serxweş e

Li welatê me

Deriyê xeyalan digrin

û çîrokên bê dawî

di sînga me de dilerizin

Dîrok ew sîbera

di navbera ken û girî de ye

Di kolanên demê de

Li welatê me

Tenê li Welatê me

Gava gendel tî dibe

Ken û evîn sêdare dike

Xwîna me bi germî vedixwe

Lê dilê me şermoke

Pîr nabe

Lê dilê me şermoke

Pîr nabe.

 

 


LI WELATÊ ME - Miş'elê Osman Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 20, 2026 Rating: 5   LI WELATÊ ME - Miş'elê Osman L i welatê me Tenê li welatê me Dirinde laperên jiyana me dihejmêrin û bersiva lêdana dilê me nad...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: