DÎLBERÊal
DÎLBERÊ- Maral Xezal
Min dî carek,
çavxezalek xwe rê min da û bezî
Derba xencer da cegerê, ez kuşt im herdû kezî
Li ser bircan, şewqê da can, min go horî an mercan
Brûsk li dil, ew çavên kil, min go ya min be xwezî
Şubhê Leyla, dêm û le'la, dil mecnûn kir dîlberê
Çok lerizî, mil derizî, helî bûm ta û derzî
Hey dîlberê, wer hemberê, em bibin rîs û teşî
Binoşînin mey û bade, min dil divê te hezî
Horî da bû, hate jêrî go te xêr e efendî
Bê destûr û bê nîyazî nabe dêbî vî rezî
Min go yarê, kehrîbarê, bal ji dara çinarê
Ez bi gorî, ez bi dorî da fida kim nod pezî..
Serêkanîyê (Ceylanpınar)

ليست هناك تعليقات: