Çîroka Hemdûnê-Yûnis Hemê
Diyar e ku
gelek çem ji çiyayên bakurê Kurdistanê berjêr de derbasî herêma Cizîrê dibin.
di heyamên
berê de piraniya van çeman diherikîn di herçar demsalên salê de û piraniya van
çeman masî, req û kêvjal jî li xwe
digirtin, lê di demsala payizî de berî baranan hinekî ava van çeman kêm dibû,
nişînên gundewarên çeman piştî ku av
şelû dikirin masî bi destan ji wan digirtin, mixabin îro tev de miçiqîne, wek
çemê Zirganê, Circib, Aksoy, Tilêlûn, Hemdûn
Amûdê û Hirmas--Ceqceq û hinin
din li dawî tevlî çemê Xabûr yê naskirî dibûn, Xabûr jî li dawî li bajarê
Qereqîsya yê dîrokî tevlî çemê Feratê mezin dibe, ji van çeman du çemên navdar hebûn ku ev
mînaka watedar ji bo wan hatiye gotin Hemdûnê û Tilêlûnê.
Herdû çem dikevine navbera bajarê Amûdê û bajarê Dirbêsiyê de, çemê Hemdûnê dikeve rojavayê bajarê Amûdê de nêzî çar, pênc kîlometran û çemê Tilêlûnê rojhilatî bajarê Dirbêsiyê bi dûrbûna du kîlometran, ev herdu çem ava wan ne pir zelal û rewa bû, bi taybetî çemê Hemdûnê.
Hatiye
gotin dema ku çûçikên balindeyan ava wî çemî vedixwarin dimirin, lê bi
behweriya min ev nûçe ne pir hûrbîn e, neşteciyên gundewarê herdu çeman ava
bîran vedixwarin û li ser qadeke ketî li wan deveran bi kûraya mitrokê kêmtir
zêdetir avek şêrîn û zelal derdiket, ew bîr bi Açme binav dikirin, dibêjin
beşek ji hoza Deqoriyan ên ku bi Alkina têne binavkirin li gundewrên çemê
Hemdûnê akincî bûn sala 1819-1820, tûşî
janeke bêderman hatin, ew jan Hal binav dikirin, tev de qir bûn tenê çend mirov
ji wan hatin ferestin, heştê û pênc xortên wan ji hilgirên şûr, rim û mertalan
giyanên xwe jidest dan ji bilî kal, jin û zarokan belê ji ber di wê heyamê de
xortên çekdar û şervan pir bi rûmet bûn ji ber wilo çîroka bûyerê bi vî şêweyî
hatiye gotin û wilo jî tê gotin Hemdûnê bang kir Tilêlûnê got: ez bi tayê tu jî
bi çavkulbûnê.
Tê zanîn ku nişînên gundewarê Tilêlûnê jî çavên wan kul dibûn.

ليست هناك تعليقات: