SINCÊ KURDÎ Û
YÊN DÎTIRTewfîq Sînan
Kesayetiya derûnî ya
Kurdî ji kok û sirûşta xwe ya zikmakî hezkerê mirovahiyê ye û dilovîn û xwegirê
nasname û zimanê xwe ye.
Hezkirinek
bêsînor radestî hemû gelan dike û bi taybet yên ligel wan dijîn û nerîna
biratî, mervantî, cînarî, pêkvejiyanî bi şêweyekî kûr dibîne û pêwendiyên
mayinde di têkildariyên xwe de diterxîne.
Di dirêjahiya
dîrokê de nehatiye serziman ku Miletê Kurdî destdirêjî daye ser miletekî din
yan miletekî din talanek kiriye, helbet ev jî
ne tiştekî ku ji valabûnekê hatiye û ev sincê han cihê serbilindî û
şanaziyê ye ji ber ku di jiyanê de nirxek
nagihêje nirxê mirovahiyê. Doza miletê Kurdî jî ew e ku dewletek Kurdî
serbixwe ava bibe û mafê xwe serast bike û ew dewlet xwedî zagon û destûreke ku
mafê her hemwelatiyekî tê de parastî be û pêkvejiyanî bingeha sereke be ku
pêkhatiyên din biparêze û ew tiştê bi serê wan ji aliyê desthilatdaran hatibû
naxwazin ku miletekî din ewê kampaxa zordar bibîne.
Wekî me diyar
kiriye ku gelê Kurdî hezkerê pêkvejiyaniyê ye lewra ji berteka gelên li hemberî
xwe herdem matmayî dimîne, sincdayîna gelê Kurdî li gor sincê xwe yê zikmakî ji
hezkirin, biratî û dilnizmî radestî
gelên hemberî xwe dike û ew gelina bi berûvajî ji nefret, zikreşî û kîndarî li
wan vedigerîne, bûye xala pirsyariyê ku gelê Kurd çi sûc kiriye yan gunehê wî
çi ye ku bi vî awayê hovane bi wan re didinûdistînin yan çi sedema ku ev çande
di mejiyê miletên din de dijî me çandine taku ev çavsorî li me tê kirin.
Çavsorî li dijî
me kurda bi şêweyekî rêbazkirî di serê miletên xwe de, dixwînin û kînê diçînin
û her nifşkî nû derdikeve ew nifşê berî wan avê li destê nifşê nû dike.
Tatûla nayê daqurtin ku dijminê Kurdan bi kûrbûn alîkariya hevdu dijî gelê Kurdî dikin û hev bi coşî fêrî rêgeh û pilanên peng û genî dikin, ji ber ku pêwîstirîn armanc li ba wan ew e ku gelê Kurdî bêzar, dilgiran û tune bikin.
Rêgeha
navdewletî ya nû ku li ber çavan diyar dibe ew bi bivaştina netewa Kurdî re ye,
daku di nava her çar dewletên ku tê de hatibûn dagirkirin, werin bivaştin bêyî
ku miletê Kurdî biheste ku dewletên
navdewletî vê pilana qirêj birêve dibin. Di şerê kevin de dewletên ku kurdistan
dagirkiribûn dixwestin me qir bikin û dewletên navdewletî jî ji me re diyar
dikirin ku ew rizgarkerê miletên bindestin û armanca wan rizgarkirin û
serkeftina hemû gelên çewsandî ne mu jiganeke azad bijîn, lê anha di serdema nû
de û ji ber toreyên ragihandinê yên pêşketî û teknolocî ji me re diyar bûye ku
hevbendiya navdewletî ji dewletên ku Kurdistan dagirkirine bêtir şerê me dikin
û berjewendiyên wan ji xwîna miletan buhatire û ew dewletina xwe diyar dikirin
ku dîmoqrasî û azadî bernameya wan ya sereke ye û di eynî demê de xwe eşkere
kirin ku ew gotinina tenê durişme ne ta
ku berjewendiyên xwe bi cih bînin û ne xema wan e ku bi sed hezar kes bimirin
yan sax bimînin û bi taybet anha di vê serdema nû de ji wan re pêwîstirîn
armanc ew dahatiyên Wizeyê ne. Û nervîna
kurdî jî ku Xwedê cihê me di movika ku
Ewripa, Asiyayê bi hev tê girêdan çêkiriye û em bi evê nervînê razî ne û
netewa Kurdî ewê her berevaniyê di ber xak û mafê xwe de berdewam bike ta ku
çareserî ji doza me kurdî re were dîtin.

ليست هناك تعليقات: