Bi boneya sêyemîn salvegera koçkia dawî ya Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî YNKS- Şaxê Hesekê çalakiyek lidarxst.
Bi boneya sêyemîn salvegera koçkirina dawî ya Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya- Şaxê Hesekê çalakiyek bi evê boneyê lidarxst.
Di despêkê de mamosta Selman Cewher bixêrhatina hemû kesayetiyên beşdarbûyî ji Encûmena Niştimanî Kurdî Li Sûriya, tevgera siyasî, rêxistinên sivîl, Nivîskar û kesayetiyên rewşenbîrî kir.
Piştre Nivîskar Şerîf Elî gotina yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêşkêş kir. Gotina Encûmena Niştimanî Kurdî Li Sûriya mamoste Hejar Mi'o xwend û spasiya YNKSê û malbata nemir kir.
Di pey wan re D. Şehnaz Sebrî gotina malbatê xwend û spasiya herkesê beşdarbûyî kir.
Selman Cewher kurtejiyana Nivîskarê nemir Mehmûdê Sebrî xwend û hemû berhemên wî anî ser ziman.
Hunermend Me'sûmê Şikakî bi saz û awaz û stiranên ji helbestên Mehmûdê Sebrî çalakî vejand..
Dipey re Helbestvan Ridwan Yûsif helbestek terazûkirî li ser rêbaza Mehmûdê Sebrî xwend.
Nivîskar Miş'elê Osman di derbarê jiyana mehmûdê Sebrî axivî.
Imranê Menteş helbestek terazûkirî xwend û behsa mamosteyê nemir Mehmûdê Sebrî kir.
Helbestvan Xelîl Alûcî û Evîn Şemdîn helbestên mamoste Mehmûdê Sebrî bi awayekî hevbeşî xwendin.
Di dawiya çalakiyê de xelata malbata nemir Mehmûdê Sebrî ji aliyê malbatê ve radestî Helbestvan Imran Menteş hate kirin.
Di dûmahiyê de Selman Cewher bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya spasiya herkeskê beşdarbûyî kir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
20.07.2026
ليست هناك تعليقات: