Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civîna xwe ya pêşî lidar xist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 24 يوليو 2026

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civîna xwe ya pêşî lidar xist

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civîna xwe ya pêşî lidar xist


Îro roja înê 24, 7, 2026, li Qamişlo, navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, civata pêşî ya desteya birêveber piştî Kongirê çarê, bi amadebûna hemû endaman hat lidarxistin. rêzgirtin li ser giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê
Civînê bi xuleyek rêzgirtin li ser giyanê pakê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpê kir , êdî mamoste Ebdulhekîm Muhemed bixêrhatina andaman kir, her wiha pîrozbahiya wan kir derbarê lidarxistina kongir û endametiya wan di desteyê de û civîn birêve bir, ji ber ku civîna pêşî ye piştî kongir gelek xalên girin hatin gengeşe kirin, rewşa rêxistinî, avakirina komîteyan, nirxandina kongir, cîbicîkirina biryarên kongir, tekezkirina pêşniyarên endamên Kongir di seraskirina reşnivîsa peyrewa navxwe, û konfiransên şaxan.
Hêja ye gotinê ku bi berpirsyarî û rengekî pak û bi biratî civet birêve çû, û serok û cîgirê wî jî hatin destnîşankirin: serokê yekîtiyê nivîskar bû Ebdusemed Mehmûd û cîgir bû nivîskar Ebdulbaqî Tahir.
Bê guman, di kongir de 16 endamên desteya birêvebir hatibûn hilbijartin, ew jî ev in:
Ebdusemed Mehmûd, Ebdulbaqî Tahir, Ebdulhekîm Muhemed, Zehra Qasim, Luqman Yûsif, Izedîn Mela, Fêsel Qadirî, Ebîr Dirê`î, Ibrahîm Qasim, Ehmed Sofî, Wezna Oso, Hewas Bişo, Tewfîq Sînan, Behcet Şêxo, û herdu serokên nûneratiyên yekîtiyê, Sebrî Resûl (Ewropa), Vanês Mîranî (Kurdistan).
Dawiya civatê jî serokê yekîtiyê Ebdusemed Mehmûd spasiya endaman kir û soz da ku dest bi dest bi hemû endamên yekîtiyê re vê stûna ku yekîtî li ser hatiya avakirin biparêze, û yekîtiya me bimîne mala hemû nivîskarên Kurd wek dezgehek ji bo parastina wêje û zimanê kurdî. 
Komîteya Ragihandinê
Qamişlo, 24. 7.2026





Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civîna xwe ya pêşî lidar xist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 24, 2026 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civîna xwe ya pêşî lidar xist Îro roja înê 24, 7, 2026, li Qamişlo, navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurdis...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: