Daxuyanî
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa
Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û
Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne
encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan
bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi
binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva daxwazên xwepêşanderan dide, bi
taybetî li dijî Gelê Kurd, ku bi kîn û dilreqiyek zêde wekî tolvedan komkujiyan
li dijî xelkê sivîl pêktîne, ku nûçeyên gelek xemgîn û nexweş hene li ser
kuştin û birîndarkirina hejmarek zêde ji xwepêşanderên Melakşa û kirmaşan û
Îlamê bi destê hêzên ewlehiya rêjîmê hov û stemkar.
Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriyê, di demê ku van komujiyên hovane û nejadperês li dijî Gelê Kurd şermezar
dike, hevdem hevxemiya xwe ligel binemalên şehîdên Loristan û Îlam û Kirmanşan
radigehînê û piştgiriya xwe ya bêsinûr bo Gelê kurd li Rojhelatê Kurdistanê
piştrast dike, hevdem ku rêjîma Îranê bi kuştina xelkê sivîl gunehbar dike û
bang li komelgeha navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku destê alîkariyê
bo Gelê Kurd dirêj bikin û siyasetên qirkirin û serkutkirinê li hember Gelê
Kurd bi dawî bikin.
Herweha em banga xwe digehênin tevaya hêz û partiyên
Rojhelatê Kurdistanê ku di nav xwe de yekîtî û hevkariyê bihêz bikin, herî li
pêş kar û xebata xwe ji bo parastina Gelê kurd û bidestxistina mafên neteweyî
yên Gelê Kurd terxan bikin.
Sersaxî bo malbatên Şehîdên Loristan, Îlam, Kirmanşan
Bijî Kurd û Kurdistan
17ê Befranbar 2725k (07.01.2026)z
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa

ليست هناك تعليقات: