Gundê
Benebîlê û Zordarîya Keşê
- Serpêhatî-Yûnis Hemê
Pênûsa Azad:H-21
Berî Şêst
salî, kalemêrekî Xiristiyanî bi navê Circîs Zîno, temenê wî digha 90 salî belkî
bihtir, çîroka gundê xwe yê binavê Benebîlê digot ku ew bi xwe berê nişteciyê
wî gundî bû, keser pey keserê dihatinê dema li ser gundê xwe daxivî.
Digot:
Birazîyê
Ûnis, gundê Benebîlê dikeve bakurê Kurdistanê, ew bi xwe mîna behşteka xwedê li
ser rûyê zemînê bû, bi dar û devî, mêweyên cûrbicûr mîna sêv, hinar, hejîr,
hermî, mişmiş, xox, goz, berû û tirîyê rengereng, bi co û cobra, kanîyên ava
sar demsala havînê, dema ku me xiyar davêtin nav wê avê ew parçe dibûn, hingî ew
av sar û zelal bû.
Û li topiraxa
wî gundî li ser çiyê, belê li wê hermê bi giştî pir ajelên kûvî jî hebûn, wek
ask, pezkûvî, kêvroşk û berazan.
Belê lawirên
durinde jî hebûn, pir caran em diçûne nêçîra wan ajelan, em tev bi çek bûn,
tivingên kurmancî bi xencer û qame bûn.
Belê,
nêçîrvanin rimbaz li gundê me hebûn, li ser pişta hespan bi rimê ew beraz
dikuştin, wek tu dizanî em xiristiyan goştê berazan dixwin, birastî pir bi çêj
û xweş e, lê hûn misilman naxwin, ev şêwe li ba me dibû kêşeyek dema mêvanê me
misilman hatiban mêvandarîya me, lê me ticaran goştê berazan nedidayê ji ber
rûmeta ola wan, bi rastî me rûmeta hev pir digirt, ew cêwazî di navbera me de
nebû, ji ber ku em tev regezek in û bi yek zimanî daxivin, bê guman piraniya me
bi çi zimanê dî nizanîbû, lê di gel xweşîya sirûşt û jîngeha herêma me tişteka
pir xirab hebû ew jî zordestiya keşeyê gund bû, ji ber li herêma me bi giştî çi
xiristiyan û çi misilman kesên zanyarên olî serpereştiya gundan dikirin û li
deverên dî jî axa hebûn û piranîya wan serkirdan dan û standna wan bi desthlata
Osmanî re xweş bû, dema ku nakokî di navbera gundîyan û serkirdên gund de rûdida
artêşa Osmanî piştgirîya wan dikir, û carcaran nakokî û gelacî jî di navbera
xiristiyan û misilmanan de dafirandin, di encamê de şer derdiket holê, mixabin kuştin û talandina hev dihat kirin, lê em jî
hişyar bûn ji ber ku bapîrên me digotin: (Diz û xwedîyê malê bi hev hesan) me
ticarî bi ya wan ne dikir, em tev dost û heval bûn, lê melayên misilmanan peyva
biratîyê di navbera xiristiyan û misilmanan de nedipijirandin, tenê dostanî
dipijirandin, digotin di ola misilmanan de nabe ku misilman bibe birayê xaçperestan,
tenê dostanî dibe.
Carekê xeber
di nav gunde belav bû, gotin keşeyê gund ketiye li ber xirêna mirinê, ew
dixwaze gundî tev li cem wî bicivin û amade bibin, bi rastî ji alîyekî ve em bi
wê daxwazê keyfxweş bûn, lê ji hêleka dî
ve em xemgîn bûn çawa demeka dirêj me bi hev re derbas kiribû, lê tevî weha jî
em tev amade bûn ka keşe wê çi ji me re bêje.
Piştî gundî
lê civiyan keşê ji wan re got: (birano, gundîno, ez dizanim min pir zordarî
derheqa we de bi kar aniye, berî her gotin ez lêborînê ji we dixwazim, lê ez ê temîyekê
li we bikim, piştî ku ez mirim, dixwazim hûn min bidarvekin, dibe ku Xwedê min
bide xatirê we û li min bibore, ji ber Xweda li mafê xwe dibûr e, lê li yê
tawanbaran nabor e).
Birastî dema ku Keşê weha bi xemgînî û bi
dengekê melûl poşmaniya xwe da xwiya kirin, hestekî kovan û xemgîn bi me re
çêbû ji ber wesa me bi êk ra got: (Xweda li te bibore, em li wê dinya heq, hîç
tu dozê li te nakin).
Piştî ku Keşe
mir, wek temîya ku wî li me kiribû me pêk anî, û me ew li nav gastîna (kazîno)
gund ew sêdar kir. Lê mixabin em rastî nişkaveka bi seh û tirs hatin, dema ku dengê
teprepa simên hespên cendirmeyan kete guhê me, û çavên me bi şifqeyên wan
ketin, her yek ji me di cihê xwe de bistiya, ma wek peykerekê bê giyan û ji hêz
ket. Hingî bû gelmegelma devê devê cendirmeyan û gotin: (Hûn bûne disthat û
keşeyê hêja û navdar bizanîn û sincên rew, hûn weha bihêsanî wî sêdar dikin,
gelo hûn li kû ne?)
Gundîyan lav
ji wan kirin, gotin efend im, ev temîya wî ye ku piştî mirinê em wî sêdar
bikin, lê cendirme li me nebûn guhdar û destên gundîyan tevan girêdan û ew
birin qerqolê, û bê dilovanî em tev êşkence kirin, ji ber ku tirk ji berê ve li
me xiristîyanan bi gef û kînin, me bi gawir bi nav dikin.
Birazîyê
Ûnis, em xaçperst bi du cihan têne serjêkirin
1. Ji ber ku
em xaçperest in.
2. Ji ber ku
em kurd in.
Piştî wê
êşkencîya bê ser û ber, gundîya gazî Xwedayê xwe kirin, û gotin:
Çawe Keşe di
saxîya xwe de zînatkar bû (zalim), di mirina xwe de jî em ji zînatkarîya wî
riha (xilas) nebûn.
ليست هناك تعليقات: