Yadî duyem koça dawî ya nivîskar û helbestvanê mezin Mehmûdê Sebrî(Evîndarê Xemgîn) ahingek berfereh hat lidarixistin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya - Şaxê Hesekê û Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûriya
Despêkê Pêşkêşvan Mişi'elê Osman bixêrhatina Hemû kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û Encûmena Niştimanî Kurdî li sûriya, Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriya, Nivîskar, Helbestvan û civaka sivîl, kir.
Piştire Kêlîkeke bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.
Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya nivîskar Se'îd Yûsiv pêşkêş kir û dipêre nivîskar Miş'elê osman li ser kurtejiyana Mehmûdê Sebrî axivî.
Beşê mûzîk ligel humermendên bejinbilind Mehmûd Ezîz Şakir û Ma'sûmê Şikakî û Azad Şikakî bi gotin û awazên xwe yên zêrîn aheng xemilandin.
Evîn Şemdîn û Salih Xelef du helbestên seyda pêşkêşkirin û li pey wan helbestvan Imranê Menteş helbestek pêşkêşî giyanê seyda kir
Gotina malbatê ji aliyê Pijîşk Şehnaz Sebrî hat gotin û li ser bavê xwe ligel kesên beşdaebûyî, axivî.
Ibrahîm Qasim xelata Mehmûdê Sebrî wergirt û di pey wergirtina xelatê de li ser rêhevalê xwe Seydayê nemir Mehmûdê sebrî axivî.
Di dûmahiyê de Spasiya herkesê beşdarbûyî bû.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya - Şaxê Hesekê û Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûriya
ليست هناك تعليقات: