Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 17 أبريل 2026

Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

 Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê


Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî ve, Nexweşxaneyên Silêmaniyê dergehên xwe li pêş çareserkirina wê girtin bê diyarkirina sedemên rasteqîn, û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Herweha bi awayekî ku bi hîç awayî nahête qebûlkirin, Di heman demê de, Mizgeftên Şarê Silêmaniyê jî termê wê ji bo şûştin û kefenkirinê wernegirt.


Di heman demê de, hejmarek ji pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhelatê û sivîlên bêguneh şehîd bûn, ji encama êrîşên tund yên ji aliyê rêjîma Îranê û paşmayên wê yên terorîst ve li ser Herêma Kurdistanê.

Di demê ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serxweşiya xwe pêşkêşî Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê û bo Herêma Kurdistanê û bo malbatên Şehîdan dike, hevdem van êrîşên terorîstî şermezar dikin, ku sivîlan armanc dikin û  dibine sedemê zêdebûna ne aramiyê li ser Herêmê.

Herweha em bang dikin bo Gelê Kurdistanê ku digel Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê û ligel Herêma Kurdistanê bibin alîkar û palpişt li hember zordarî û siyaseta stemkarî ya rêjîma Îranê.

17.04.2026

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europa

برقية تعزية لائتلاف القوى الكردستانية في إيران

في هجوم بطائرة مسيرة في مدينة السليمانية مؤخراًُصيبت المقاتلة الكُردية غزال مولان، البالغة من العمر 19 عاماً بجروح بالغة، وذلك رغم إعلان وقف إطلاق النار بين الولايات المتحدة الأمريكية وإسرائيل من جهة، والنظام الإيراني من جهة أخرى.

والغريب والمٌقلق أن مشافي السليمانية، رفضت استقبالها لأسباب غير مقنعة، وفقدت حياتها متأثرة بجراحها.

والأمر المستهجن أنّ جوامع السليمان لم تستقبلها لغسلها وكفنها.

كما استشهد عددٌ من بيشمركة إقليم كردستان، ومن المدنيين نتيجة قصف همجيّ من إيران وذيولها الإرهابية.

في الوقت الذي يعزّي اتحاد كتاب كردستان سوريا ائتلاف القوى السياسية لكردستان إيران وإقليم كردستان وذوي الشهداء، يدين بشدة هذه الهجمات الإرهابية التي تستهدف المدنيين وتخلق حالة من عدم الاستقرار في المنطقة.

ندعو الشعب الكردستاني إلى التضامن مع ائتلاف القوى الكردستانية في إيران ومع إقليم كردستان في وجه طغيان النظام الإرهابي في إيران.

17.04.2026

ممثلية اتحاد كتاب كردستان – سوريا في أوربا




Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 17, 2026 Rating: 5   Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên pena...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: