ÇETEYÊN ŞIKEFTÊ -Yûnis Hemê
Ev serpêhatî sala 1064`an min ji devê kalemêrekî kurd bihîst, wî jî
ji bavpîrê xwe bihîstibû, got: di heyamên berê de, keleş, çete, diz û keysebaz
jî hebûn, lê her yek ji van qatan terezûyeke wî ya taybet di nava civakê û hozan
de hebû, û hinan ji keleşan serê xwe bi vî karî mezin dikirin û didîtin mêranî ye!
Milet jî wilo didît!
Ji ber Keleşê ku rûmeta xwe bigirta herkes tazî nedikir ango talan
nedikir weke karwanên biçûk, hejaran, jinan û hozên kêmjimar.
Pir şerm bû ku destdirêjî jinan bikirana, lê diz ne wisa bûn,
hatiye gotin ku Evdî Paşayê hoza Milan ya binas ew bi xwe Keleş bû, lê çawa
paşê bû paşayê vê hoza mezin û giranbûha ku gelek êlan li xwe digire û bêtir ji
nijadekî.
Çawa dema ku bazirganekî dewleta osmanî talan kir ku jinek jî di
nava bazirganiyan de hebû, ew jin hevjîna efserekî payebilind ji dewleta Osmanî
bû, herdû destên wê jinê tijî bazinên zêr bûn, peyakî ji koma keleş Evdî dest
dirêjî wê jinê kir.
Ta zêran ji destên wê derxîne, lê jin ji wan ve ne binase, wê hingê
keleş Evdî bi peyê xwe re xeyidî û gotiyê em jinan talan nakin û hozên kêmjimar
jî em wan talan nakin, tenê bazirganên mezin bi taybetî ên desthilatê, paşê wê
jinê xeber gihande hevjînê xwe yê efser. Derhal hevjînê wê hewildan kirin ku
pileya paşatiyê bi keleş Evdî veke û ji serkeleş bû paşayê hozeke mezin û giran.
Belê emê vegerin li ser van gurûpên ku bi talanan û diziyê jiyan
dikirin, ji van rêbirran li Çiyayê bakurê Kurdistanê di demsala zivistanê de
seqa sar û berfê girtiye ser riwê zemînê, li wan Çeteyan bû şev, ketin hundirê
şkeftekê, nava daristanê û hinek, pûş, qirş, siturik û qurmik dane hev û kirin
kom, li hundirê şkeftê kevirê xwe sêkuçik danîn heste û kevirê arbeşkê ji berîkên
xwe derxistin û lihev dan, agir vêket û xwarina rêwîtiyê ku bi xwe re hilanîbûn
xwarin, êdî hinekî şirove kirin ka wê siberojê çi bikin, paşê gotin sibe tê xêr
pê re û her yekî cihek ji xwe re dît ku lê raze, belê hîna dem êvar e û barîna
berfê jî rawestiya, dîtin jinek derbasî hundirê şkeftê bû, buxçikek ser pişta
wê ye, jinikê çikçikandî bi cilan got: êvara we bi xêr be birano hun mêvanan
nahêwirînin, ez rêwî me li min bû şev û di berfê de tebayê dirinde pir bi liv û
ger in, wek hûn dizanin li van çiyan gur, keftar, hirç, şêr û piling jî hene ji
ber wilo dema min çirûska agirê we dît min xwe lê girt, ta sibê ez ê bi riya
xwe de herim .
Lê deng û rengê wê jinê nîşan dida ku xeyidî ye, çeteyan gotin:
xema nexwe tu xweha me yî, îşev li vir binive û sibê bi riya xwe de here, paşê
tev de razan, jina mêvan jî li rex wana di hundirê şkeftê de cîk ji xwe re dît
û buxçika xwe jî xiste bin serê xwe û raza, pir hindik şev qarbû.
Piştî nîvê şevê biqîrîn û gaziya wê jinê çete tev şiyar bûn, dîtin
ku şêrekî serkundir mîna gamêşê hêç bi qirika jina mêvan girt û kişande nava daristanê,
çete tev de ji tirs û sawa şêr ji mêranî ketin dema ku ev dîmena nedîtî û zor
dîtin, matmayî man, bê hiş û sewda man, çawa şêr ew jina hejar ku ji nakokiyên
malbatî reviyabû lê li tebakî dirinde bi hêz û saw dil kevir rast hat.
Ji tirsa çete wê şevê raneketin û man dilşkestî û xemgîn çawa
bi çavên serê xwe dîmena kesa nedîtî
dîtin.
Sibehê zû bi dîtina şêrekî ji çêr mêrtir nişiyan, çawa mirovekî
pêçayî ji çekan bi şal û şapik çarox û gorê hirî, xencera soranî li kêleka
rastê û şûrê şamî duber li aliyê çepê, di destan de gurzekî Ristemî, bejneke
bilind, dêmekî zîvîn, bêvila kulingî, zend û bendên badayî, mirov hizir dike ku
mûyekî Izra`îl pê re ye.
Derbasî hûndurê şkeftê bû silav kir û got: birano jineke bi van
nîşanan doh êvarî ji malê xeyidî gelo we nedîtiye?
Min şopa wê li ser berfê ajotiye ta bi şkefta we.
Herçar çete ji sawa wî mêrxasî û xemgîniya şeva bûrî dîtin ne
axivîn.. û serê xwe pêl kirin, xistin ber xwe, mêrxas gote wan birano bêjin çi he ye?
Bersiva wan gotin: riwê me ji te reş be şeva bûrî wilo, wilo, wilo …
Şêrekî ser încik dijwar ew ji nava me kişande daristanê, em nizanin
çi pê hat! Hevjînê wê got: heyfa mêran ku herkes dibêje ez mêr im ……
Bi lez berê xwe da nava daristanê, dît ku hîna şêr li ser termê
hevjîna wî ye dixwe, bang lê kir; teres tu li devê bizdok û tirsoneka rast
hatiye mane ezê îro tola kevn û nuh ji te hilînim xîzîn bi şûr xist ji kalan
kişand, dema ku şêr dengê wî xweşmêrî bihîst
û şûrê duber di destan de dît bi lez serê xwe pêlkir ji ser termê wê jinê
reviya, paşê wî mêrxasî buxçik û paşmayên hevjîna xwe dane hev û dîsa li çeteyan
zîvirî û got: pêwîst e ku hun bibin bendeyên jinan piştî ku hun bêne xesandin,
şerme ku hûn dibêjin:
Em mêr in…

ليست هناك تعليقات: