Dawetên Herêma Torê - Adilê Ebdulah
Nifşên me, xort
û keçên nûhatî, dizanin ku her dem û wextên bihûrî, dawetên şûbûnê bi şêweyekî
pêk dihatin, lê nizanin û tu agahî li ber destên wan nîn in, bi rêveçûna wan
dawetan, heger hin dîmen û wêne jî peyda bibin, lê hemî bûyer û şêwe, reng, û
alavên wan dawetan diyar nakin, weku
pêkdihat, ev gotar, taybet e bi herêma Torê, li serxet û binxetê, çinku yek
herêm e.
Di demên berê
de, dayik û bavê xort dema didîtin ku kurê wan jiyê wî pazde sal derbas
dikirin, ji hev re digotin: kurê me mezin bûyê, êdî dema şûbûna wî ye, ango
dema hevjîniyê ye , destpêkê çavên xwe digerandin li nav xizman, weku keçên
maman, pismaman, xaltîk û metan, û li nava hozê û gund, piştî keçek li gor
daxwaza xwe didîtin, bavê keçê weku xwazgînî bêyî haya xort ji tiştekî hebe,
erê yan na, ew jî ne di destê xortan û
ne keçan de bû, lê carnan bavê xort kurê xwe bi xwe re dibir û du dostên xwe jî
bi xwe re dibirin, û berê xwe didane
mala ku çavnêr bûn ku keça wan bixwazin, piştî ku diçûne mala bavê keçê
dirûniştin, keçê qehwe li ber wan mêhvanan digerand û vedigera, wî wextî nû
xort çavên wî bi keçê diket, pîştî vedigeran mala xwe, xort ji bav û dayika,
xwe re digot: Min divêt, yan na min navêt.
Hin caran bav
berê xwe dida serxetê, ango Bakur, diçû cem bira, mam yan pismamên xwe, keçeke
wan ji kurê xwe re, bi xwe re tanî binxetê, bêyî ku xort û keç hevdû dîtibin.
Dayik û bavê
xort roja dawet û guheztina bûka xwe, diyar dikirin, ji dost, nas, çîran û
gundiyan re, sazvanê dawetê hayedar û amade dikirin, sazên wan jî ev bûn:
Dahol, zirne û kemançe bûn, bavê bûkê nexta xwe divebirî û paşê next distand, nema bûk û zava hevdû
didîtin, şîranî dixwarin, xort gustîlk û gerdenî ango zêr dikirîn û bi bûkê ve
dikirin, malbava bûkê, pêdiviyên bûkê
dikirîn, hin xelat ji dayik, xwîşk, bira, xalet û metên bûkê re dikirîn, sebet
û cihnivîn û pêdiviyên bûkê dikirîn, weha mala bûkê amadebûn. Dema şîraniyê
dihat, ew jî mala zavayî beroşek şerbet amade dikirin, ew şerbet av û şekirê
spî bû, dibirin mala bûkê hemiyan ji wê şerbetê vedixwarin, bi yek kodikê,
mezin û biçûkan, şekir belav dikirin,
dawet, sema û govend li ber mala bûkê dibû, çend roj derbas dibûn, dema
guhestina bûkê dihate xwiyakirin, malbava zava, roja hinê diyar dikirin, êvara roja hinê du keç û jinek û zilamek,
hemiyan berê xwe didane mala bavê bûkê, êvarê hine amade dikirin, li dest û
serê bûkê dikirin, hinan ji gundiyan jî ji wê hinê dibirin, wê şevê li wir xew
dikirin.
Roja guhestinê:
Danê sibehê xêlvanî li ser hespan, berê xwe didane mala bavê bûkê, xortên gund
diketin rêya wan de, daxwaza xelata xwe
dikirin, hin pere distandin, birayê bûkê di kete pişt deriyê malê de, ne dihişt
bûk derkeve ta xelata xwe distand, paşê bûka xwe siwar dikirin li ser pişta
hespekî û berê xwe didane mala zavayî, jineke bi temen ji xizmên bûkê pê re
diçe, wê şevê li malbava zavayî dimîne, weku dîdar û zêrevan, da tu bêbextî li
bûkê nebin, dema xêlvanî bi rê ve tên bûka wan bi wan re ye, bi rê ve pêrgî
şivanekî tên, şivan berxekî yan kehrekî dide ber singa xwe, û berû xêlvaniyan
ve diçe, yek ji xêlvaniyan kêra xwe ji berîka xwe derdixe, guhê wî sewalî xwîn
dike û li şivan vedigerîne, hin pere dide şivanî, dawet lidar dixistin û xwarin amade dikirin.
Hevalên zavayî
berê wî didane cem berber, rih û pora wî kur dikirin, paşê berê wî didane ser
banê malê, bûk bi xêliyan ve dighin ber dergehê mala zavayî, hin zarok kitek
pêlava bûkê ji lingê wê der dixin, ji zavayî re dibin, û hin pere werdigrin, bûk
ji ser pişta hesp peya nabe ta xelata xwe ne wergire, ew jî hin pere ne, paşê
tête xwar, derbasî hewşa malê dibe.
Dema bûk û ew
kesên pê re, digihin ber dergehê mala zavayî, hingî zava û çend dost û xizmên
wî pê re li ser serbanê malê rawestane, zava bi tenê li ser kursiyekî
rûniştiye, li pêş wî darek çikilandiye, darika zavatiyê, ew darik xemilandiye
bi şekirokan û mirîşkeke serjêkirî, ew hemî xort û xizmên li dora zavayî,
rawestane, çepikan diqutin, stranan dibêjin, serî zavano… xortek ji xizmên
zavayî şerbikek di dest de ye, di nava şerbik de, hin şekir û pereyên hûr hene,
ew xort wî şerbikî dide dest zavayî, li pêşiya bûkê li erdê dixe dişkîne, zarok
xwe tavêjin şekir û peran, zava tê bûkê
ji ser pişta hesp peya dike, herdû bi hev re derbasî jûra malê dibin, zava
serrûka bûkê - ew jî epriyeke kesk e - radike, hemî keç û jin didin ber
tilîliyan, li pêşiya wan semayê dikin, ew
keçên li wir amade, ku hîna şû nebûne, xwe nêzîkî bûkê dikin, lingên xwe bi
lingê bûkê ve tînin, da derî li pêşiya wan jî vebe, bibin bûk û bên şûkirin.
Dawet li pêşiya
mala zavayî destpê dike…
Zava diçe nik
hevalên xwe demekê, paşê berê xwe dide jûreya ku bûk lê dimîne, ango jûreya
xewê, dema roj li ber ava ye, du hevalên birazavayî li ber deriyê jûrê radiwestin,
piştî zava riwê bûkê distîne, herdû hevalên xwe yên li ber derî hayedar dike,
ew bira zava sê lib fîşek berdidin, paşê zava û bûk ji jûra xewê der dikevin,
berê xwe didin govend û semayê, çend xulekan semayê dikin, paşê vedigerin jûra
xwe, xortên zigurd, zavayî tînin, dibin jûrekê li ser du doşekan dirûnênin, îro
ew zava dadwer e, xortên hevalên wî hemî dibin polîs, zava du xortên hevalên
xwe, yekî dike wezîr û şêwermendê milê rastê, yê din dike wezîr û şêwirmendê
milê çepê, herdu wezîr li cihê xwe dirûnin, ew xortên ku bûne polîs li kolan û
zikakê nava gund digerin, çi mêrê şûkirî dibînin, wan desteser dikin, girêdidin
û tînin ber destê dadwer, dadwer fermana xwe dide, hin pere, berxek yan kehrek
jê distîne, heger nede wî têr lêdan dikin, ji berya ku wî azadbikin, dema polîs
wan mêran girê didin, lingên wan ber jor dikin, bi daran û qarîşan li wan
didin, hawar û qîrînên wan bi ser gund dikevin, çinku ew mêrên xudan hevjîn bi
hesanî li ber fermana dadewer nayên, weha hemî mêrên gund têne sizakirin.
Roja din sibihê
zû, zava xwe vedişêre, yan xwe tavêje pişt bûkê, çinku ji dadeweriyê dikeve, bi
egera ku ew jî şû bûye, ew mêrên ku xudan hevjîn ku roja berê hatibûn sizadan û
lêxistin li wan hatibû sepandin, hemî li hev komdibûn, li wan xortên zigurde ku
xwe kiribûn polîs digeran, wan xortan jî ji tirsa lêdanê hin ji gund direvîn û
hin ji wan li gund xwe diveşartin, ew xortên ku dikete dest mêran de, lêdan lê
dihate kirin.
Ew êvara ku zava derbasî jûreya bûkê dibû, du xortên hevalên zavayî, ji derveyî jûrê, li ber derî dirawestan, bi mebesta hin pêdiviyan, ku zava ji wan bixwaze, ta wextekî dereng, paşê berê xwe didin malên xwe, lê dawet, govend û sema, heft roj û hevt şevan berdewam dibû, tevlî mêhvanên vexwendî, xwarina mêhvanan rojê sê caran dihate danîn, paşê mêhvan û xizmên vexwendî, hemiyan diyarî û xelatên xwe pêşkêşî bûk û zavayî dikirin û her kes diçûne malên xwe.

ليست هناك تعليقات: