LOZAN
– Sedsaliyeke zordar (Bi kurtahî)
Tewfîq
Sînan
Di sedsaliya bîstan de, gelek
çewsandina siyasî û çandeyî ji hêla deshilatdarên dagîrker bi serê netewa Kurdî
ve hate kirin, bo mînak; Guhertina civakî û binpêkirina nasnameya Kurdî ji
aliyê dagîrkerên Kurdistanê hevkarekî hevbeşî bû, xeynî bi dehan komkujî,
koçkirin, Enfal û dijberiyên xwînrêj, zor, zindan،
birçîbûn, disergirtina nijadî û piştguhkirina giştî bi serê gelê Kurdî
ve hat anîn.
Di despêka sedsaliya bîst û yekê de asoyên guhertina navdewletî di derbarê rojhilata navîn de diyar bûn û bi ber nexşekirineke nû birêveçû. Bingeha pirojeyê ji rûxandina barûya bazirganî ya navdewletî hate danîn, ew rûxanidin, bû mihane ku di bin navnîşana tîror û çekên etomî û kîmyawî de derbasî her devera ku berjewendiyên wan biparêze, bibin. û rêjîmên dewletên ku wan destnîşan kirine biguherin û ji nû de ligorî armancên xwe kontirol bikin û pêre pêre netewên bindest jî rizgar dibin û netewa kurdî
xweş mînak e (kampaxên netewekê li
cem neteweke din sûde ne ). Pirojeya guhertinê Ji Îraqa zorperest destpêkir û
Herêma Kursiatanê nûbara yekemîn ji pirojeya guhertinê bû.
Kurdan li Sûriyeyê rewş bi awayekî
durist wergirtin tevî astengî û êş û azar jî lê xweragirtin, heya ku gihiştin
hin armancan piştî şer û dijberiyan.
Di dirêjahiya pazdeh salan de
dagîrkerê Kurdistanê dizanîbûn ku roja Kurdî dê werê hilat û pêşeroj ji bo gelê
Kurdî ronîdar e, lewra şerê Esed li aliyekî bû û şerê ku hêza Kurdî û siyasî li
Sûriyê bişkînin li aliyekî din bû.
Dagîrkerên kurdistanê bi hev re
dixwestin lihevhatinekê di navbera hev de çêbikin ji ber ku ewan bi pirojey
pêşerojê dizanîbûn. Bi dehê caran serokê hikûmeta tirkiyê dixwest bi Esed re
lihevbên û pêre pêre Esed bi ser riya Emrîkana werbîne û aloziya Sûrî çareser
bibe, ji ber wan dizanîbûn ku ew jî di lîsteya pirojeya guhertinê de ne.
Ewan dizanîbûn pelika Kurdî xwedî
nerîneke wekhevî û aştî dûrî
nijadperestî, olperestî û şofîniyetê, dê biserbikeve. Lewra kar û xebata
lihevhatinê dikirin, ji bo hêz, siyaset, moral û istiratîciya Kurdî lawaz bikin
û dipêre pirojeya navdewletî jî bişikînin. Lê dewletên bi vê pirojeyê rabibûn
ji bo berjewendiyên xwe biparêzin li netew û rêgehên bindest xwedî derketin û
gav bi gav li pey wan dimeşiyan û hîn dimeşin daku dîmenên nexşekirina nûjen
berhev bînin û berdewam bikin ji bo rojhilatek navîn nûjenkirî ligorî pilana
xwe bikar bînin.
Em wekî netewa Kurdî û piştî nemana peymana zordar di dermafê me de, hêviya gelê me ji partî, hêz û saziyan xemxwir û bi taybet di vê qunaxa çarenûsî de gerek em xwedî li hev derkevin, û yekrêziya Kurdî ya ku hat lidarxistin berdewam bibe, ji ber ew yekrêzîpêwîstirîn hêvî ji gelê Kurdî re ye
Pênûsa Azad23

ليست هناك تعليقات: