QEWARTINA DILEKî- Şemis Enter
Pênûsa Azad22
Nivîsgehek
e bedew,li paş wan dîmenekî sirûştî bi rengên lihevhatî û di navbera wan , du piyalên
vexwarinê, pênûs û lênûsek li ser maseyeke nimiz bûn.
Bi temen, ew gelek nêzî hev bûn û her weha di
kurkurina pora bi ser Milan de berdayî jî.Tenê tişta por ji hev ciyawaz dikir,
rengê Pora Nermîn ji rengê pora ya karmend ku pê re dida û distand tarîtir bû.
Eo sîh salan ti bandorek neyînî li bejin û bala wan ne kiribû, lê
belê bi erênî her dû paqên wan bi şêweyekî gelek naz dabûn badan.
Ya karmend kêfxweşiya xwe bi zimanê Nermîn, da nemaze
piştî naskir, ku ew ne bihtir ji du salan ve li vir e.
Rûyê Nermîn cengek e lidarxistî dinixumand û aştiyek
qelp û gernijînek e bê lebat rehên rû
dida diyar kirin.
Mîna şagirtek e di ezmûnê de, ku bersiv ji bîr kiribin
û di ber re herdû mistên destên xwe bi hev difirkandin, wisa bi tevgerekê bi
hev girêdayî lê dihat diyar kirin, ku mêjiyê wê bê sitihe di navbera diyarkirin
û veşartinê de ye.
Lê ya karmend ew di aramî û nazdariyeke hundirîn de
bû, tevî ku hişkbûna rasteqîn dida diyarkirin.
-
Ez nûçeyan dişopînim û rewşa
Sûryê ya xirab dizanim, loma ez dipirsim:
Ji bo çi te ev biryar sitandiye? Ya karmend pirsî.
Mîna ku ban bi ser serê wê de hilweşe, Nermîn xwest
bersivê bide, lê ne weke gerdîşa xwe bê deng ma.
Her du lingên xwe bi xakê ve zeliqandin û serê xwe
berjêr kir, ta ku nêzî kabokan bû . Xwe bi her du layên kursî ve girt, weke
amadebûna firînê ji vî cihî bike û pê re pê re bîrdank gur bû û ew li taxa
Xerbî li bajarê Qamişlo zîvirand, bê
çawa Adil ew ji rê bir û hişt ew zaroka di zikê xwe de bavêje, bi bihaneya ku
riya qaçaxiyê ji jinek e ducanî re ne guncaw e, bi ser ku ewê jê re got ku ew
jêhatî û çalak e jî. Ew di nav hevalên xwe de ciyawaz bû û dikarîbû çavdêriya
li ser endeziyariya avahiyan bike. Bê bi çi rengî dev ji karê nivîsgehê berda
û ji loma ev bûçûn jî nepejirand, lê ew
ber bi vê gotinê ve nehat û nîşan da, ku ewê bi tena xwe bide ser riya
penaberiyê ta di dawî de ewê ji neçarî pejirand.
Piştî Nermîn ji bêhişbûnê şiyarbû, hest bi valahîkê kir, ku êdî hinavên
wê hemî layên wê dişewitin!.
Ji birînpêkerê xwest, ku ewî parçe goştê tir î di
rengê mozek e qeşartî de, ku mîna
xwedêdayekî di rengê zarokan de, di hundirê kîsekî zelal de, biparêze.
Piştî çend demjimêran Nermîn
li goristana Hilêlîkê ew kîs binax dikir û di heman demê de, bi dilê xwe ew
dîmenên wê zaroka xweşik didîtin. Ew mîna zarokek e çar salî jê ve dihat
xuyakirin.
Di dawî de, kêlek li ber
serê wî çikand û ev nivîs li ser nivîsand:
Li vir min yekemîn şahiya
xwe (Birîn) bi xakê spart.Temenê wî çar sed sal in!.
Nermîn xwest evan hûrguliyan
ji ya karmend re bêje, lê ew jê vegeriya, ji ber hin çîrok gelek êşdar in û li
ser bêjeriyê gelek zor û zehmet in.
Ewê ne hişt ew lawirê di bin
mêjî de razayî şiyar bibe û tolê ji Adil bistîne.
Piştî bijîjk jê re da diyarkirin, ku tovkariya zarokan
pê re di dema qewartinê de û bi şaşî bijîjkî bi yek carê hatiye têkçûn, di wê
xulekê de biryara guhertina bingehên
lîstikê da û wek e, ku destê Adil ji destê wê vebe, ew destê cografiya welatê
wê tê re diyar dibû. Ji nişka ve xwe li biyaniyê dît, biryara dev jê berdanê da.
Pîlanek bi girêbesteke nû bi xwe re danî: ((Ji berxwedanê westiyam)).
Di destpêkê de, xwe mîna çûkekî baskokirî dît, lê mîna
qîrînekê bibhîze û bi ser lûblûba Adil, li ber ewê baskên xwe li ba xistin û
biryara xwe ya xweser sitand. Piştî hemî kaxezên xwe radestî ya bijîjk kirin,
li ser piyan rawestiya û weha got:
Armanca min vegera li wir e. Li parçeyekî ji min e.
Daxwaza min vegera ser gora kurê min e.

ليست هناك تعليقات: