ŞÎNA ÇIYAYEKÎ BILIND
(SEYDAYÊ MEHMÛDÊ SEBRÎ)-
Imranê Menteş
Pênûsa Azad22
! ! - ! ! ! -
! ! ! - !
Diyarî giyanê seydayê min Mehmûdê
Sebrî evîndarê xemgîn.
Gurzek silav bo rêberê hest raperîn
Mamosteyê ristên qeşeng1 û pir şirîn
Mamosteyê sincê2 bilind, hişmend û jîr
Hozan û zana, behremendê3 kûrnerîn
Koça te barkir, ey delalê xoşewîst4
Xatir nexwest gava tu çû dil ma birîn
Gava tu çû reş bû behar gul çilmisîn
Dost û heval zû hêsirên wan gindirîn
Em tev de dêşin pir bi êş in rêwiyo
Malbat û pirtûk va dikin nal û girîn
Derd û kulên xaka welat tev man û man
Ey bendewarê serxwebûna gul bi bîn
Nasnameya Kurdên li Sûrî da xuyan
Hoz û nijadê5 Kurd xuyakir şopgerîn
Doza giran6da ser Milan her bê hedan
Her çax û dem êşên welat tev azirîn
Ristên terazû7şaxvedan berhem didan
Şagirt li ser rêça te man baş afirîn
Geştek li nav baxê Cizîrî 8 pêkve çûn
Tev Nêrgiz û qîzên bedew hem 'enberîn
Salix9
û pesnê merd şepalan daye pêş
Salix û pesnê şenge zîban porzerîn
Berhem dimînin em bi wan baş fêrdibin
Elmaz û zêr in em bi wan tev hêwirîn
Çendî te got: Ger em bibin yek rêz û dil
Dozên me yên azadiyê zor sincirîn
Koh10
û bilnd her tû li ezmanê welat
Cûdî, Xelat bû hem Sefîn û Hindirîn
Her zindî ye qet namirî bavê dehan11
Pirtûk te hiştin nerx12 buha nayên kirîn
Cardî silav hey perwerê13 xaka welat
Em her dibêjin: Sed silav û aferîn.
Ravekirina bêjeyan
_____________________
1.
Qeşeng: Spehî, xweşik.
2.
Sinc: Dan û standin,
(exlaq).
3.
Behremend: Kesê ku ji sirişta
xwe ve jêhatî be di tiştekî de.
4.
Xoşewîst: Delalî, hêja
hezkirî.
5.
Nijad: Reha netewî yan a
hozî, regez. Mebest pirtûka seyda ya bi navê (Nasnameya Kurdî li sûrya).
6.
Doza giran: Dîwana seydayê
Mehmûd e (Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev) beşê yekem û duyem.
7.
Ristên terazû: Mebest pirtûka seyda ya bi navê (Nerînek di
terazû ya ristên Kurdî de).
8.
Geştek li nav baxê
Cizîrî: Mebest pirtûka seyda ya bi navê(Geştek li nav baxê ristên Cizîrî, Beşê
yekem û duyem).
9.
Salix: Mebest pirtûka
seyda ya bi navê (Salixên Merd û zîbayên Kurd).
10. Koh: Çiya:
11. Bavê dehan: Mebest ew
berhemên Mehmûdê sebrî ye.
12. Nerx: Biha, kiranî,
qedir.
13. Perewr: Dilsoj,
dilxwazêrast, (muxlis).
Têbînî:
-
Berhemên Nivîskar
Mehmûdê Sebrî evin:
1.
Nigarên kul û derdên
jiyanê (helbest) 1996. Z
2.
Nerînek di terazû ya
ristên Kurdî de (vekolîn) 1997.Z
3.
Geştek li nav baxê
ristên Cizîrî (beşê yekem)2000. Z
4.
Hin hest û ramanên
netewî û civakî 2002. Z
5.
Geştek li nav baxê
ristên Cizîrî (beşê duyem) 2003. Z
6.
Doza giran û umîd û
xwezga yên tevlihev (beşê yekem). helbest 2006. Z
7.
Doza giran û umîd û
xwezgayên tevlihev (birra duyem).helbest 2007. Z
8.
Nasnameya Kurdî li
sûrya (vekolîn) 2011. Z
9.
Cengên xaçparêzî û
şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn) 2013. Z
10. Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest) 2017. Z

ليست هناك تعليقات: