Sersaxî ji bo malbata Mihemed Emîn Bozarsalan , dost û pertûkxane û çanda kurdî . Y N K li Ewropa - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 12 فبراير 2026

Sersaxî ji bo malbata Mihemed Emîn Bozarsalan , dost û pertûkxane û çanda kurdî . Y N K li Ewropa


Sersaxî ji bo malbata Mihemed Emîn Bozarsalan , dost û  pertûkxane û çanda kurdî . Y N K li Ewropa

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),



nivîskar, zimanzan, wergêr , di jiyê xwe de yê pir berhemdar, rolek girîng leyîst di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de, bi xebata xwe li ser ziman, ferheng û alfabeya kurdî. 

Kedek mezin li pişt xwe hişt ku zêdetir ji 50 berhemên girîng pêk tê, ku dibin mîrat bo nifşên paşerojê û çavkaniyeke girîng bo ziman û çanda kurdî.

Dubare li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbata wî, û xwe wekî hevparê vê xemgîniya mezin dibînin, bi daxwaza ku Xudê wî bi dilovaniya xwe ya fireh şad bikê.

Bila serê malbata wî û Gelê Kurd sax bêt.

12 Feb 2026

23 Rêbendan 2725


Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya 

Sersaxî ji bo malbata Mihemed Emîn Bozarsalan , dost û pertûkxane û çanda kurdî . Y N K li Ewropa Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 12, 2026 Rating: 5 Sersaxî ji bo malbata Mihemed Emîn Bozarsalan , dost û  pertûkxane û çanda kurdî . Y N K li Ewropa Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û nav...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: