XELEKEK JI DÎROKÊ NEWALA SÎNÎYA -Yûnis Hemê
Newala Sînîya ku şûnewarnasan ew bi Akraba dane nasîn, ew dikeve nava çiyayê Homanê ji hêla bakur ve. Ev newal dîrokî ye bi şûnewar û bûyerên ku li hindama vê newala navdar qewimîne ku çiyayê Homanê dikê du parçe.Mirov dikare wê bi Gelî binav bike . Ev newal di heyamên berê de çem bû ber bi bakur ve di herikî diçû ta Çemê Xabûr yê naskirî bi dirêjahiya 14 k.m û herdu rexên newalê avahî bûn . Li vir pêwîste em hinekî bi kurtî Çiyayê Homanê bi xwendevanên hêja bidim nasîn. Ev çiya dikeve başûrê rojavayê bajarê Hesika (Hesekê) bi dirêjahiya 70 ta 75 km û ferehiya 10 ta 12 km û rûberiya 800-km çargoşe û bilindahiya 900 m ser deryayî, rêjeya barana salane tê de ji 300 ta 400 m.m heye .
Dîroknasê
misilman Yaqûtê Hemewî di sala 1215ê de
dema hat serdana vî Çiyayî ew di pirtûka
xwe ya sisê yê de ya bi nave Ferhenga Şaristanan, bi Torzêta nav kir. Lê kurdan ew bi Homan nav kirin, û piştî şêx Ebid Elezîzê Gêlanî kurê Şêx
Ebid Elqadirê Gêlanî koça dawî lê kir, sala 1182ê, navê çiyê bû Ebid El elezîz wek
rûmetekê dane wî şêxî. Belê dîroknasê
Ereb Ehmed Wesfî Zekeriya dema hat serdana vî çiyayî, di sala 1942ê de, di
pirtûka xwe de, rûpela 12ê ji pirtûka xwe ya binavê Hozên Welatê Şamê (Bilad Eşşam), ew bi Cebel Elmubarek binav
kir. Ji ber ku ev nav wergera gotina
yaonanî ya Torzêta û Homan bû .
Belê weke ku van dîroknasên navborî di
heyamên berê de ev çiya bi dar û deviyên
wî dane nasîn . Bi co û cobarên wî, bi rez û werzên wî, bi kes û avahiyên wî,
navdar û pîroz bû. Lê mixabin piştî ku pêlên Erebên koçer ji başûr ve hatin ew
kirin mîna biyabaneka rût, dar û devî tev birrîn, baran jî nema hat, bêtir ji
heşt kaniyên avê lê hebûn tev çikan,
bûne kanîkor li şûna wan bîr hatine kolan .
Lê şûnewarên vî Çiyayê pîroz ta roja îro dîdevanin li ser şaristanên ku lê ava bûne.
1—KELEHA SUKERA
Li rex
newalê di hûndurê çiyê de ji aliyê rojava Kelehek dîrokî heye û li ser Kelehê
dîwar, enbar, û çend sarinc jî hene, Ereb bi Sukera binav dikin ,û Kurd bi
Sêgira, Ser gira nav dikin, ji ber ku sê
girên biçûk li dorê hene. Mixabin Yaqûtê Hemewî li ser vê Kleha dîrokî ne axiviye.
Tevî ku serdana navçeyê kiriye . Tê zanîn ku Yaqût berî Keleh ava bibe hatiye navçeyê, di vir de
tekez dibe ku Keleh di serdema Eyûbiyan de ava bûye bi dirêjiya 150 mitrî, û
ferehiya 7o mitrî, û rûberiya wê 10500 mitrê çargoşe. bilindbûna wê ji derdora
xwe 350 mitr heye, 4 bircên çavdêriyê li ser Kelehê hene . Bingehên dîwaran li
herçar aliyên Kelehê xuya dikin 4 çalên di latê de kolandî hene . Û gumbeta mizgeftê ji rexê başûr ve ta îro ava
ye . Xweş eşkere dibe ku ev Keleh ya
artêşa Eyûbiyan bû taybetî çavdêriyê bû.
Û ji hêla bakur ve rojavayê newalê di koka çiyê de gundek heye dibêjinê Sûsa, kaniyeka avê jî lê hebû. Yaqût dibêje bajarokekê , nişteciyên wî Farisî ne, û wateya sûsa bi zimanê Erebî naz e xweşik e. Birastî pirsgirêkek di vir de peyda dibe, ji ber ku Yaqût di gelek waran de, û ji ber ku zimanê kurdî û yê Farisî pismamên hevin, cêwazî nexistiye di navbera herdû gelan û zimanan de. Lê ji ber ku nişînên Herêmê di wî heyamî de Kurd bûn, dê vegerim pirtûka dîroknasê misilman yê Ereb Elmesûdî ya bi navê El tenbîh Elişraf, sala 825 ê zayînê, di rûpela 78ê de dibêje 9 hozên Kurd di navbera Çemê Dicle û yê Feratê navîn de hene û yek bi yek navên wan tînê zimên, 2 hoz ji wan ta îro li herêmên xwe dijîn, Kîkan û Metînan. Ji xwe di serdema desthilatiya Osmaniyan de li herêmê ev herêma navborî tev dibin desthilatiya hoza Milan de bû ta Helebê, ta Birahîm Paşa paşayê milan di sala 1908ê koça dawî kir. Tirba wî niha li ser Girê Bêzara ye, başûrê bajarokê Sifeya ye.
GUNDÊ HOMANIYÊ
Ev gund
dikeve bakurê Çiyayê Homanê bi 5 km li
ser milê newala Sînîya ji aliyê rojhilat
ve pir bingehên şêniyan yên bi keviran û
gêç (ces) ê ava bibûn. Bîra gund kevnar e, pêçayî bi keviran û xeşîmek (tûnelek)
jî lê hate dîtin .
Dema me ji
gundiyan pirsî ser dîroka gund û nşteciyên kevin, û kê ev nav lê kir bersiv nedan,
gotin: em tiştekî nizanin .
GIRÊ MEBTÛH
Ji girên
herî balkêş in di parêzgeha Hesikan de li bakurê rojhilatê Sûriya ku dibe
dîdevan li ser şaristaniyeka bêhempa, vedigere bêhtir ji 3500 salî berî zayînê
û pir bi qatên dîrokî yên giring, û jiyana mirovên berê û pêşketina wan dide
nasîn. Di herêma Cizîrê de girê Mebtûh dikeve rojavayê Newala Sênîya ku di
heyamên berê de çemekê rewa bû (ava wî dihat vexwarin). Jêdera wî Çiyayê Homanê
bû, Ku îro tê nasî bi Çiyayê Kizwanan, 37 km dikeve rojavayê bajarê Hesika û 8
km bakurê Çiyayê navborî, rûberiya 29 hiktar û bilind bûn ji derdorê 16,5 m, bi
bingeheka gurover 542mitir ji hudir ve û ji aliyê derve 833 mitir ê çargoşe . 7 deriyên bajêr hene .Ji xwe ev
heft derî beşekê ji efsaneyên Kurdan tîne bîra mirov. Pir tê gotin ku 7 qatên
Asîmên hene, û 7 qatên zemînê hene, û 7 qatên Dojehê hene û, û…, htd. Dema
zarokên şemze (şemze ew zarok in yên ku temenên wan rojek ta heyvekê) di heft
rojan de dimirin digotin heftekê lê da û pir biwêj û mînak li ser jimara heftan
têne gotin. Gelo wate çiye?
Wek me di
pêşîn de destnîşan kir dîroka bajêr vedigerê 3500 salî berî zayînê, û pir
qafikên şikestî ta serdma Bîzentiyan û
misilmanan şaristaniya vî bajarî nîşan didin. Belê di nava qafikan de, cûreyek
genimê kevin hate dîtin. Pisporên çandiniyê gotin: ev cure genim îro nemaye, û
her tayekî bêhtirî sumbilekî li xwe digirt. Lê mixabin ta roja îro hîç belge bi
navê bajêr yê dîrokî bi dest me neketine. Ji ber di serdema desthilatiya Basiyn de çi şûnewarên
ku nîşaneka kurdan tê de heba ew winda dikirin, an piştguh dikirin . Pir tê
gotin ku ev şaristanî geş bû di serdema Ekadî de, 2400—2100 berî zayînê, çawa ew
bingeheka Abûrî û siyasî bû. Şandeka Emêrkî ji zangoya Yêl bi serpereştiya Dr Firank
Hol ji sala 1984ê ta 2001ê vekolîn li vî girî kirin . Pişt re Dr Antûn Silêman û Ebid Mesîh Bexdo wan jî
lêkolîn lê kirin gotin: çar qatên şaristanan li ser vî girî hene . Peykerê
Jinekê dirêjaya wî 10 sm, û wêneyê çend
balindeyan û çend destar û tenûrên çêkirina nanî li ser dîtin. Û enbarên
xwarinê, kurdan ew kiwar binav dikirin,
ji bo hilandina dan û mehûj û pêdiviyên jiyanê yên dî, û du perestgehên olî jî
tev li ser bingehên kevirî ava bûne, paşê bi kelpîçan, li wir hatin dîtin . Yek
bi dirêjaya 12 mitran, û ya dî 14 mitir. Benda (sûra) li dora Kelehê ji 5 ta 3
ê mitran fereh e û cihê pasevanan leşkerî tê de ye. Û pir mohir û bivirên bironz
lê hatin dîtin, û hinek gurzên (doqikên)
şerî, û xencerên bironz, û guvaştekeka tirî. Tê nasîn ku çandinî di wî heyamî
de pir pêşketî bû kolanên wan tev bi keviran û gêçê (cesê) dûzkirî bûn. Şerşok
û cokên avê jî bi endazyarî çêkirîbûn .
GUNDÊ ÇOLME (piştî erebkirinê bû Xirbet Elşeîb)
Ev gund
dîrokî ye, dikeve rojavayê newala Sînîya, li ser milê newalê ava bûye, nişteciyên
gund îro tevde kurd in, ji hoza Deqorya
ne, têne nasîn bi Alkina. Ev gund di sala 1950ê de ava bûye . Qada wê tev beyar
bû. Zeviyên wî di pêşîn de tev bi cotê ajelan çandinî lê dihat kirin. Serjimara
gundiyan bêhtir ji 12 malbatan hene. Di pey re piştî guristana gund çêbû, û
xirbê başûrê gund kolan ji bo miriyan têde veşêrin, gelek qafik, kûz, den,
şerbik, kodên kevirî û zîlanên deriyên
kevin dîtin, û destarên hêrana genim û ceh û nîsk û pêdiviyên xwarinê, hatin
dîtin .
Jêder
1-mesûdî
Eltenbîh Elişraf, rûpela 78.
2- Yaqût Elhemewî,
Ferhenga Şaristanan; pirtûka sisiyê.
3- Ehmed
Wesfî Zekeriya Hozên Şamê; rûpela 12ê.
4-Yûnis Hemê
pirtûka Xaka Xwe Binasin.
5-Dr Firank Hol ji şanda Zangoya Emêrkî
6-Dr Antûn Silêman ji bajarê Himisê
7-Dr Ebid Mesîh Bexdo rêveberê Koçka Şûnewaran li bajarê Hesika.
8-Pênûsa Azad-23


ليست هناك تعليقات: